|
AX
DILÊ MIN WAX DILO
Ax dilêmin wax
dilo Li ser kevirê
sebrê de dibejim u dilorînim Çi maye tiþtên ku te ji min nebirî, Çendheb tiþtê bêxer mane ji minre Yek çavekî bi hesir u dilekî herikî Çend bîraninên di nav mij u xumamêde mane ji minre Dem dibe þune
me herduyada ez digirîm. Ne dikarim evineke nu biparêzêm Nejî hevîdarîyekî mezin bikim. Dilê xweyê talankirîde Cavên te dilêmin kilîtkirîye. Dawîyên ku bê xwatir xwastî Dawiyên bê hevidar Bê demsal ev cara çendaye gelo Pelê dara bendewarîyê weþîyan Berf dibare li ser hevîdarîya
de Jý bo bîrvakýrina te ne dem lazime, Neji demên ku derbazdibin têra bîrvakirina te dike Ax dilémin wax dilo Bese êdî bese were, were ji
þevên minre bibe roj Bê dengîya tarîya þevê
wek xwenavê min dorpeçdike Ji rikén þevên bê te de, sîhyate
dinikute þevên dijwarde. Ez lambên stêrka vedixim yek
bi yek Ji þevên minre dibin roj u
bedena minre dibin germahayî, Wek germahiya te nabe; germahîya
teye ku li ser singê min de Ku bedena min dilerizîne rihê min dihellîne Germahîya teye ku dibe agir alav
li ser lêvên min, Min serxweþ dike u bedena min ji
xwere dest bi reksa kevnare dike Ax dilémin wax dilo Dý bajarén wendakirîde Di þevên serxweþte Soz u biryara evînên nu didim Kevirê sebrê dibe mermi li lula
dilde Ax dilê min wax dilo Min navê te nivîsî kuranîyen
xwede Bilore dilê
minê sewi bilore. Ez tevneki dihunim bi hevî
u xeyala U bi huba dilê xwere dardixim Bi jana dilê xwe re reng dikim
tayin wê Helboqe bi helboqan reng bi
rengan Wek hevidariya dilin evîndaran Rengek ji kocgîrîye berxé min Yek ji gelîyên zilan Hewarek li helepce qerinek ji
dila Ax dilêmin wax dilo Þevan dirêjdikim wek kezîyên
xwe Xewnan dihûnim dukela dilê
xwede Dilorinim bi bayên þevere Biruskan dineqiþinim ji rojere Dikim konê qedera xwe ye reþ
hilweþînim Ax dilémin wax dilo Ez þevereþekim, tirêjên rojên
xwe veþartine Hew dertên li ser min, u ruyê
xwe niþa min dikin Kevirê sebrê dike kû biteqe Ax dilêmin wax dilo Ne bi gotina Ahîdê ne bi ayetên
Quranê Sond û peymanan didim li ser vî
canî Ez Çiyaki be rê u helûneke bê
çivîkim Dilê min parestgaha êþ jana
teye Ax dilémin wax dilo Çima çima bedena min, rihê min
u hisên min, bê gîyan ketine Wendabuyînê ku paþva nayîn,
þaþîyên ku çare lê nabin U derdên ku derman nabin çima
tev paraminin Ax dilémin wax dilo Desteki ku nayi ditin, min dikþine
melankoliyê u nava þevereþekî Þingirtin bu þiklê jîyana min
Karekî ku ez bikim
u evîndarekî minê ku ez li bigerim ji tuneye Car caran min hinek ji jiyana xwe
avêtin Hinek caran
jî hinekan ez di jîyana
xwede avêtim Demên buhurê bi lez wek avê
herikîn çun di serminde Di wan demanda ax di wan demanda Min hinek nas ji
pirtuka dilê xwede derxist u avêt Hinek nasên min jî bun bîyanî
Ez tucaran wek naha bask þkesti
bê qudum tenê u neçar nebum Kevirê sebre li ber teqandinê
ye Ax dilémin wax dilo Fersah fersah berjerê
jiyana xwe ye çuyî bum Jiyana bê gîyan jîyana bê
armanç Di kortikên çevên min de tên
xwarê wek þelala Miradyê Ez di menzila kul u derdan dame
iro disa Ax dilêmin wax dilo Di ramana min de bîranînê perçe
perçe wek neynika þkestî Bîranînên minde zaroktiya min
ciwantiya min hiç tuneye
wendane Difikirim
ma ez çawa ji dayika
xwe bume ez waha bum gelo Jîyana min
wek wêneke reþ u sipîye
Çima çima kesek min nabhîze u
nabîne Hewara dilê min nabhîze ku hatîye
dawîya jîyana xwe Ne femkirin derd
u xem wendabuyin u wendakirin ma tev paramine Kanê kanê rengên min yên din Þîn pembe u
gevezên min kuderêne kani keskê min Li kuderêye sor u zerên min Ez bê qudumum u naçarim lê dilê min u ramana min nude dijî
Disa ji bo
mirovatiyê rumetê didim afirandin li cihanê Ax dilêmin wax dilo Min dilê xwe u ramana xwe avête ser baskin teyran di
deryakide difirin Berbi rojeke
azad va dicin Ey dilimênê bi kul u birin
ey ramana mine ne çareserkirî Herin herin selami mine germ Ruh û canê min bibin ji
welatê minre Dema hun çune li ser axa welatê ku bi salan tên talankirin Namusên jinan tên paymalkirin Bedenê zarokan bi 13 de gulan tê xemilandin Wek 13 de kahniyên xwini diherikin di dilê minde Wê demê hesirin çevên xwe veþêrin Axina welatê min u germahîya dilê gelê min
ji minre bînin Da ku ez nude bijim Da ku bikaribim
evîna mezin bikim Di dilê xwe yê çarperçe kirî de Da
ku ez bikaribim kurdi bikenim Edî kevirê sebrê ji teqîya Ax dilémin wax dilo
Mürüvet Y.Cacim
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org