AXÎNA  DILA

 

Hesreta dilê min mezin e

Ax! kula dilê min evîn e

Lawik were ( tu) min bibîne

Bê te nabe  ( na ) bê te nabe

          Zêristan î tu gulistan î tu

          Warê bav û kala Kurdistan î tu

 

Ev evîn ji me re jîn e

Ew jîn ê me ji nû de bijîne   

Dujminê me har û dîn e

Bê te nabe (na) bê te nabe

          Zêristan î tu gulistan î tu

          Warê bav û kala Kurdistan î tu

 

Dilê min bû wek sêla hesine

Sîngê min mêrg û kanî ne

Çar dujmin lê rûniþtî ne

Lawik were min ( êdî) birevîne

        Zêristan im ez  gulistan im ez

       Warê bav û kala Kurdistan im ez

                   

Mürüvet Y. Cacim