DE LORÎ

Mürüvet Y.Cacim

 

De were tariya dilê min

Ramana mine koçber

weke êþekê bikev nav bedena min

ji bedena min biqetîne vî rihê kole

Li benda te me ez

bibe xumam û hêsir

di kortikên çavên min de

û bibare dilop bi dilop

paqiþ bike demên çuyîn ên bi qilêr

ji min re dîrokeke nû bineqiþîne

De lorî

 

De were tenêbûna min

xwe berde þibaka dilê min de

û bi tenêbûna xwe ve were

tu di ramana min de yî

ramana min bi te ve ye

bêkesiya te qeyd û zincîr in

di dilê min de

dilê min tenêbûna te dihêre

De lorî bihêre lorî

 

De were evîna bê evîndar

bê deng bibihîse hawara dilê min

wek beybûnê vebe li rûyê min

û ez di menzîla evînê de me

Hey wax tenêbûn tenê hatiye

Li benda bihareke din be

axx dilê min lorî de lorî

           

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org