DERDÊ WELAT

                

Ji vê zilma dijmin çawabe

Zilma wan kir ji bîr nabe

Hekîmê lokman bi xwe rabe

Birîna me derman nabe

Hekîmê lokman bi xwe rabe

Birîna ma qet sax nabe

 

Digrîm û dibêjim ez bi axîn û zar

Derdê min dibe stran û her car

Ji derdê vê dewleta xwînxwar

Li ser axa bav û kalan

Me dikujin wek seyê har

 

Dunya li min bûye tarî

Li gundan agir dibarî

Xweda yareb tu xefar î

Me xilaske ji destê vî zordarî

                 

Li me sotin bax û bostan

Em qetandin ji heval û dostan

Em vê kulê qet ji bîr nakin

Heya em biçne goristan

 

Ax ji derdê war û zozana

Me nema sebir û tebat

Her wekî li min dunya hilat

Ji ber derd û kesera Welat

 

Cejna Newrozê dihat

Beyta eþqa min hilat

Lewra welat ji min dûr e

Xwîn ji dilê min dihat

  

Me wehd kiriye li ser vî canî

Me sond xwar bi qebra Xanî

Em nadin dujmin çiya û banî

Heta Kurd tev nebin fanî

           

Mürüvet Y.Cacim