DI HER DEMAN DA EZ IM KUÞTÎ

 

Oy heval

Ez hatime kuþtin di her deman da

Li dev aveke bê xwedî

Li ser çiyakî bê deng

Bê îfade û tena bûm

Di nav dilê min de hisreta agirê Avesta

Di piþta min de kêreke bi zeng

Fermana qetla min dabûn xwîniyên min

Rihê min standin ji bedena mine nazik

Pelekî din weþiya ji payîza umrê min

Min serê xwe danî lanên pilingan

Û li ser dergûþa mirovatiyê

Ji bo rûmeta Zerdeþtê kal

Dilop dilop herikî xwîna min

Baranê xwîna min þûþt

Di çevê min da jiyaneke zarokwarî

 

Oy qurban

Ez hatime kuþtin di her deman da

Rû û simbêlên min li tevî hev dibin

Qeþa digire dest û pêyên min

Çend dojeh derbaz dibin û çend bihar

Li ser ûmrê minê xemgîn

Roj bîst û çar seet tu êþ î li ser dilê min

Çar demsalên te bi berf û bager bin jî

Di ramana min da ye xwaþiktiya te

Aax birîndarê tenêbûnê me ez

Asiyîm ji ber xem û xeyalên bê guman

Axîn û întizar bûn hevalê jiyana min

Pênûsa Cegerxwîn im ez

Ramana Neruda û dilê Evdalê Zeynikê me

Min dikujin þev nîvro êvarê

Her carê da mirî ew bûn zindî dibim ez

Û ez têm kuþtin di her deman da

                

Mürüvet Y. Cacim