DILÊ MIN

           

Bes e dilê minê birîndar

Tu geriyayî li cîhanê seranser

Ez nikarim bi vî dilî

Çawa ez bîrdikim wê kulê

 

Ev dilê minê birîndar

Dijî û dimre hezar car

Ne xwedî welat im ne jî yar

Ew dujminên hov û har

Welatê min ji xwe re kirin çar par

 

Çûm Ruhayê dar û rez e

Li Amedê berx û pez e

Kuþtina van keç û xortan

Di dilê min da bû merez e

 

Bes e bes e rawestan

Rast lêxin çep derên wekî caran

Welat azad bikin ji bin destan

Li benda me ye axa bav û kalan

Bibêjin an neman an Kurdistan

            

1.6.1989
        
girtîxana Amedê
          
Mürüvet Y.Cacim