HEWAR 

         

Dujmin ji can mekir talan

Wek îþkenca Memê Alan

Em derkirin bi pençên gurgan

Em man di bin îþkenceyan

 

Dest bi zilm û zorê kirin

Malê Kurdan talan kirin

Wan pir qetl û xwîn rakirin

Gelek însan winda kirin

         

Ferman kirin wekî caran

Li ser me kirin gulebaran

Þehîdkirin bi hezaran

Ji dil nexweþ aax li min birîndaran

         

Ji bo wêran û talanê

Agir berdan rih û canê

Li ser kavlên Kurdistanê

Dikim hewar ax zar û zêç kanê

Dirêjim hêsirên xwînê

wekî taviyên baranê

         

Bi hezaran hêsîr mane

Li nava heps û zîndanê

Gazî dikim li min wayê

Qêrîn dikim deng dernayê

Wan faþîstên Ewropayê

Çek û silah dan Turkiyayê

Kes di hewara me Kurda nayê

Ji bilî ji lehengê Bekkayê

    

11/ 23/ 1992
   
Mürüvet.Y.Cacim