Mürüvet Y. Cacim, muruvetcacim@gmx.de
Tariya
þevê xwe berda þibaka dilê wê.
Nalînek dihat guhê
wê... Þev çiqas dirêj e; û
nabe dawî. Ew bi tenê
ye û di þevereþekê da ye. Gelo kî
dibhîse dengê wê û haya kê
heye, ku ew di çi rewþê da ye... Rihê wê, bedena wê, jiyana wê û ramana
wê di nav cendereke çawan da ye... Nizane ev çi dem e? Sibe ye, êvar
e, an jî nîvro
ye. Kîjan roj e? Duþem e an pêncþem
e? Nizane! Tenê di nava tariyeke reþ da ye, bi tenê ye
û dicemid e. Bi nalîna xwe hiþyar bû; lerizînek kete dev û
diranên wê û ew hatin kilîtkirin. Serê
wê li ser erdekî sar û
þil e. Dilerize, dilerize, nalînek tê
guhê wê; nalîneke mîna di geliyekî kûr
da, mîna di piþta çiyakî da, ew hêdî
hêdî tê ser hemdê
xwe û nalîn nêzik
dibe ji wê re... Bi hiþyarbûna xwe re lerizandina wê zêde
dibe û bedena wê – bê hemdê
wê – dilerize û ricaf xwe berdide nava dil...
Dicemide an ditirse? Ew bi xwe jî nizane! Nalîn nêzî
wê dibe û dengek tê
guhê wê... „Li ber xwe bide
serbilinda welatê min, rûmeta
jinan...“. Ev deng ji kû tê?!!! Ev
denga çawa tê guhê wê...
Bi xwe re difikire "Ez hên jî
nehatime ser hiþê xwe an jî
ez di xewnekê da me... Belê, belê
eva xewnek e, lewra ez niha di bin çavan da me û
nizanim eva çend roj e ez li vêderê
me, lê ez dizanim, ku deqe bûne
roj, roj bûne meh. Bedena min temam di nav xwînê
de ye, reþ bûye ji ber îskencê û ez
çiqas tîh bûme...aax aveke sar, aveke sar hebûya
û min vexwara..." Belê aveke sar hebûya wê vexwara, þewata
nav dilê wê bisekiniya, lê þewata rihê wê, þewata di nav ramana wê, þewata
ku zarokwariya dilê xwe li ser tezgahê îþkencan da hiþt... Hêz
dide xwe, dixwaze rabe ji cihê ku ew
lê razaye, lê nikare
rabe, dest û lingên wê bi gotina
wê nakin, bê giyan ketine û
ew dixwaze rabe... Ket ramana wê, ku ew di îþkencê
de bû û daliqandî
bû, niha di cihekî
tarî, sar û
þil da ye... "Gelo ez ji ser hemdê
xwe çûme û wana jî av bi ser min
da kirine? Nizanim, nizanim!! Lê
dilerizim, dest û lingên
min cemed girtine; û ji ber
cemedê, diranên min li hevdu dikevin". Destên xwe davêje
çavên xwe, dixwaze dora xwe bibîne,
lê çavên
wê bi pîneyekê girêdayî ne
û qedexe ye, ku wê pîneyê veke... Dîsa
hêz dide xwe, ku rabe, tenê nalîna wê dertê û
xwe berdide wî cihê þil û sar... Û ew denga dîsa
tê guhê wê
„Li ber xwe bide qîza kurdan... eva kêr û
eva þûr, bira min jêkin, eva dar û
eva bend, bira min daliqînin, kî dizivire ji rêya xwe bira bizivire û
min serî daniye vê oxirê, ez nazivirim ji vê rêyê, li ber xwe bide
jina kurd“... Ev denga ji kû tê? Kî dipeyive?
Nizane, lê ya kû ew dizane, ew denga
can dide wê, rih dide wê û ew ji nû
de dijî... Ew dengê germ, tariya ku di nav dilê wê de ye belav dike û
taqetê dide wê. Hêz dide xwe, her carê radibe ji erdê sar û þil, destên xwe dirêj dike û
„tu kî yî? Kî ye li wê derê“ deng nayê ji kesî. Destê wê li warekî sar dikeve, dengê wê jî wek nalînekê dertê;
ancax ew dengê xwe dibihîse. Û difikire,
ku dengê wê naçe kesekî û ew kî
be jî dengê wê nabihîse.
Wê demê
dengê lingan hate guhê wê û bi baweriya wê gelek însan ber bi wê ve tên. Hêdîka
li cihê xwe rûniþt û xwe ker kir, li
benda wana ma, ku werin wê dîsa bibin oda îskencê, lê kes ber bi wê ve
nehat û hucra ku ew têda ye venebû,
lê dengê deriyê hucra li rexê wê hat. Qêriyan, bi dengekî bilind „
rabe, rabe ser xwe û bi me re
were“; weke bihnekê deng ji kesî nehat paþê dengê kulman û
lingan hat, mîna ku çawalekî bidin ber kulman û
pêhnan, tenê car û cara nalînek
û intinek dihat, dûre jî ew çawala di nava xwe re kirin, di erdê re kaþkirin,
birin...
Deng qediya,
dengê bihndayîn û satandina wê û gurmîniya dilê wê dihate guh... Dixwast
dengekî bibihîse; dixwast ku ev ricafa wê bi dengekî bisekine û
tariya nav dilê wê bi wî dengî dîsa belav bibe... Lê tu deng nehat
guhê wê, kela dilê wê rabû, çavên wê tijî bûn, lê wê
nedixwast ku bigirî. Gava ku kela
dilê xwe azad berda hesirin, cavên wê mîna Dijle û mina Ferat wê
biherikiyana, destên xwe gezkirin,
kela dilê wê sekinî... Û dengê lingan dîsa hat guhê wê,
„hov dîsa hatin; vê carê wê kê bibin gelo“!!! Tên li ber deriyê
hucra wê disekinin û ew dizane, ku dîsa ew
e... Dîsa, êþ, jan, tirs, tarîþevereþ
û tenêbûn e hevalê wê... Deriyê
hucra wê
ji niþka ve hate vekirin, çend polîs bi hev re ketin hucra wê, yekî
bi porê wê girt û
yê din bi potinê xwe li parxanên wê
da û qêriya „ rabe!“. Ew dixwaze
rabe, lê nikare rabe, bê hal e, bê giyan e, nikare
belibite û wana bi porê wê girt ew bi erdê de kaþkir û birin. Çevên
wê girtî ne û ber xwe nabîne,
dikeve û radibe; gava ku ew dikeve çend heb qundaxên silahan bi hev re li ser
bedena wê radibin û rûdinin. Deriyek vekirin û
ew xistin cihekî, ne deng heye, ne jî peyv tên guhê wê... Demeke
kurt çû û derî vebû, yekî li ber
derî ji yên din re digot „ baþ e we eva anî vêderê, niha gazî çend polîsan bikin, bira tevê vê razên belkî aqilê wê tê
serê wê û dipeyive“. Tirsek kete
nav bedena wê, dest û lingên wê
lerizîn!!! „Ev hovana dikarin diþtekî waha bikin! Dibe jî evana dixwazin,
ku min rûreþ bikin, ezê çawa bikim, ezê çawa xwe
ji destê van hovan xilas bikim?". Herdû destên xwe birin bin çengên
xwe û dîsa berdan rexên xwe... Tebata wê
tunebu; cevên wê ku vekirîbûyana, hovan wê bidîta, ku ji çevên wê yên
kesk çirûskên agir davêtin... Û ji niþkê va
biryar da û „mirin çêtir
e, bira min bikuijin, gava yek destê xwe bide min, ezê wilo bikim, ku min
bikujin, lê rûreþ nekin“ bi vê birayarê lêxistina dilê wê kêm bû, lê
dîsa jî ditirsiya... Hatin û çûyîn
nebû, demeke dirêj di wê tirsê da ma... Paþê derî vebû û
dengek hate wê, ku bi jinekê re dipeyivin; jêre dibêjin „binihêre!
Te dît, ku me eva anî vêderê çend heb hevalên me teve vê razan, niha tu
dipeyivî an em te jî biþînên vê odê da“. Wê fêmkir, ku ewana ji bo ku
yeke din bitirsînin û wê bidin
xeberdan ji ber vê ew anîne vê odê, ku nava wan însanan þikberiyê çêkin...
Tirsa dilê wê hinekî kêm bû, û fêmkir, ku evana lîstokeke osmanî dikin;
armanca wana tiþtekî wisa nîne, ji alîkî va jî þadibû, ku ew rûreþ nebû...
Dengê wê jinê hate guhê wê, digote wana „erê ezê bipeyivim, tiþtekî
wilo li min nekin“ û digiriya... Derî bi ser wê de girtin û dengê lingan bi dûr
ket, demeke dirêj wilo ma. Hisên dilên wê tevlihev in. Li ser dergûþa
medeniyet û mirovatiyê ev zilm û zilaleta wek bayê xezebê ew avêtiye ber
xwe, heya çi demê wê bidome an jî biqede êdî ew jî nizane. Lê baþ
dizane, ku mirovatî ji ber van bûyerên hovîtî fedî dike... Derî vebû û
bi gur-gef ketin oda ku ew têda ye!!! Dest avêtin porê wê, di erdê re kaþkirin
û li aliyekî jî bi pêhnan lêdixin,
kulma yekî li orta rûyê wê ket û ew
dîsa ser hemdê xwe cû... bi satilek ava sar hate ser hemdê xwe... Destên wê
dîsa di piþta wê de girêdayî ne, di bin milê xwe de daliqandî ye û çevên
wê jî girêdayî ne. Bedena wê bûye duqat, devê wê li çokên wê dikeve,
lê milên wê bi jor da girêdayî ne. Hisek di nav dilê wê de heye, lê baþ
nizane, ku çi ye; gava ku pêre peyivîn,
wê ferq kir, ku vê carê natirse... þewat heye, jan li bedena wê belav bûye.
Tazî rût e, kincên wê li ser wê de tine ne, lê ew vê carê natirse; wê
demê kêfa wê hate cih û di ber lêvan da dikene...Wê demê Mensurê Hellac
û Leyla Qasim tên ramana wê... Lê
ji ber daliqandinê, þewata ku li bedena wê belav bûye hêdî hêdî wê dikiþîne
tarî û þevereþan, lê ew naxwaze ji ser hemdê xwe here. Ew denga jêre wek
stranekê dibe. Ew ji xwe re dibêje „berxwe bide jina kurd“. Yekî bi milên
wê girt, ew ji daliqandinê berjêr kir û wek sepetekê avête erdê. Û yekî
din bi porê wê girt, serê wê
bilind kir, qafê wê paþva avêt û yekî din jî pîneya ku li ber çevên wê
hindik bilind kir û got „ li dora xwe nenihêre, tenê li pêþiya xwe binihêre
û tu yê bipeyivî an jî dixwazî tu wek vî mirovî bi..." Wê
gava çevê xwe vekir, dora xwe nihêrî...nîvtarî bû lê zilamek
bedena wî reþûþîn bû û di binê wî de xwîn diherikî nîvhemdî bû, li
ber mirinê bû, destên wî di piþta wî de girêdayî bûn, li erdê kovelan
bûbû, hinek caran lingekî xwe
dirêj dikir û dîsa dikiþand ber zikê xwe... Wê demê destek li memikên wê
ket, bi serê çiçikê wê girt û bi kêreke Rambo jêkir. Bawer bike, ku qêrîna
wê erd û ezman hejand... Dest avêtine çiçikê wê yê din hên ku ew ji ser
hemdê xwe neçûbû girîneke bê taqet hate guhê wê û hêdî hêdî þiqitî
deryake kûr û tarî de... Hinek peyv tên guhê wê, car û caran dûr, hinek
caran ew dengana nêzîk dibin. „Erê miriye“ Kî ye mirî?, "ez im...? gelo ez mirim?" „ na
nemiriye ji ser hemdê xwe çûye“ ew vî dengî nasdike, ev denga heya ew sax
be ji guhê wê naçe, ev denga bû, ku elektirîk dida tiliyên wê, memikên wê
û bedena wê... ''dixtorekî bînin,
lê ez zanim eva miriye'' êdî baþ hat ser hemdê xwe û
fêmkir, ku deng ji hucra rexê wê tê... Dengê gelek lingan dihat.
Hatin û çûyîn pir bû, lê tu tiþt fêmnekir. Mixabin ew dîsa ji ser hemdê
xwe çû. Bi hejandinekê hiþyar bû. Kesekî nabîne û çevên wê girtî ne.
Yekî got „keça min netirse ezê te derman bikim, birînên te hene, ezê wan
birînan derman bikim, devê xwe veke vî dermanî vexwe“ yekî ew girt û rûniþtand,
yê ku pêre dipeyîvî ewî jî çiçikê wê dermankir. Paþê jî kincên wê
danê, ku li xwe ke, ewê jî dixwast ku li xwe ke, ji ber tazîbûna xwe, pir
fedî dikir, lê taqeta wê tunebû, ku belibite... Wana alîkariya wê kirin û
cilên xwe li ber kir... Yekî qedeheke germ da destê wê û got „vê
vexwe“ ewê jî got „çi ye?“ yê ku birînên wê dermankiribûn got „Ça
ye, lê têde derman heye ji bo ku tu sax bibî“. Wê got „ez çayê
naxwazim, ez dixwazim, ku herim WC ê“. Ji wê dûr ketin, bi hev re peyivîn.
Ji diziya va paþî yekî namliya silahekê dirêjî destê wê kir û got „
bi vê namliyê bigire bernede“ û wilo
çûn WC. Li ber derî ew berdan, derî bi ser de girtin.
Di hundirê WC de çavê xwe vekir jinek jî li wêderê bû. Kete ramana
wê, ku ev jina jî tevî meþê de hebû. Wilo tenê, wilo naçar bû û
digiriya ser çavên wê jî werimibûn. Li ber çavan bû, ku pir lêdane. Li
hevdu nihêrîn, ew girt û hemêzkir; û wê demê wê jinika Cizîrî hên jî
zêdekir bi ser xwe de giriya. Ew siyasetvan bû rojnamevan bû û baþ dizanibû,
ku di WC de jî mimkin e li wana guhdarî bikin. Wê bi avê tiliya xwe þil kir
û li erdê nivîsî „ berxwe bide“. Jinika Cizîrî keniya û ewê jî ewa
hemêzkir... Paþê got „çima çima li me waha dikin, me çi kiriye?, sûçê
me çi ye?“. Wê dîsa li erdê bi avê nivîsî „ sûcê me ew e, ku em bi
gurgan ra bûne bira“. Dîsa keniya „rast e, lê tu ji bo çi ketî vira, sûcê
te yê vê demê çi ye? „ jê ra
îþaret kir, ku vêderê guhdarî heye, paþê jî
jêre got “ez nizanim, tu sûcê min jî tine ye, ez rojnamevan im û
ez nizanim ji bo çi ez anîme li vêderê“. Dengê derî hat, gurgan li derî
xist, ku ew derê derva...
Ev çend roj in
nayên wê nabin hucra îþkencê!!! Bi rastî ewa jî pir meraq dike, ku çawa
ew waha berdane, dest nadin wê û lênaxin, ava sar lênakin, ceyranê nadin
bedena wê... Tiþta ku pir di aqlê wê da ye û nabeyna dil û ramana wê de
diçe û tê ew e, ku ew roja dawî
bû, ku êdî lê îþkence nekirin, wê rojê
hinek deng hatibûn guhê wê „erê miriye“ kî bû ewê mirî? Bi
rastî jî yek mir an bê hemdiya wê jêre xeyalek texeyul kir... „ na
nemiriye ji ser hemdê xwe çûye“ bi rastî jî ser hemdê xwe çûbû an
mir!!!? „ dixtorekî bînin, lê ez zanim eva miriye“ jin bû an mêr bû yê
ku mir? Çevên wê tijî hêsir bûn, kela dilê wê rabû û bi xwe re peyivî:
"Ezê çawa bizanibim, ku bi rastî însanek di destê wan gurgan da
miriye!!!"
Ew bi xwe re
maye û bi xwe re difikire... Roj û þevên wê tevlihev bûne. Roj meh in, meh
sal in û sal jî bûne sedsal ji bo wê... Difikire; hezar sal ewil an jî
milyon sal berê hatibû Cizîra Bohtan. Þevekê li wêderê ma; li mala însanin
baþ... Heval û hogir hemû hatin wêderê, heya ber destê sibehê peyivîn.
Roja din serhildan li Cizîrê heye, ji ber ku rojek berê jineke ku dayika heþt
zarokan bû teve meþa parastina mafên mirovan bûbû, bi panzêrê hatibû kuþtin
û gelek însan jî bi gulebarana leþkeran birîndar bûbûn; gel ji ber wê
sedemê dimeþiya û ewê jî dixwast, ku tevî vê serhildanê bibe, ji rojnama
xwe re pir sûretan bikiþîne, resmên însanan yên bûyarê û meþa mezin
binivîse û ji rojnama xwe re biþîne... Lê wilo nebû! Wek gotina wê nemeþiya.
Ew endama navenda partiyeke sosyalîst bû, serokê wê partiyê berî meþê
peyivî û paþê ji gel xwast, ku ew jî bipeyive. Gelê wê derê bi piranî jî
ew nasdikirin; û ew jî peyivî. Bi hezaran însan li wêderê hebûn, pirbûna wan hêsê dilê wê rakir û sloganên wan rihê wê
yê þoreþger fitîl kir. Wê jî rihê wana yî hawirkanî fitîl kir. Peyveke
propagandîk bû, ji ber ku gel ji bo meþê amade bû, ji wana ra tenê agir
fitîlkirin lazim bû û wê jî ew fitîl agir kir û meþê destpêkir...
Demsal zivistan bû, lê rojeke xweþ weke rojeke biharê bû.
Dibeziya ku bigihêje serê meþê û bi kamera xwe wê derya însanan
bikiþîne... Polîs û esker li derdorên gel tijî bûn. Jinan li tilîliyan
dida û gel dimeþiya. Ji niþkêve panzeran ajot ser gel û kurme kurma silahan
destpêkir. Ji aliyekî ve jî polîs bi jopan, sîsan û daran ketin nava
gel... Ser, guh diþkên, xwîn difire esman, bombe davêjin, ji dûmanê bomban
gel ji ser hemdê xwe diçe, qêrîn û hewara însanan diçe heft qatê
esmanan... Heþt-neh tîmên teybetî li dora keçikeke donzdeh an ji sêzdeh
salî girtine û bi hevre lêdixin. Wê keçikê ew dinasiya û wê jî ew keçika...
Keçikê di navbera lingên tîman de ew dît, qêriya û xilaskirina xwe ji wê
xwast!!! Wê li dora xwe nihêrî, yekî kû alîkariyê bike tunebû...
Demeke wilo bû, ku dê weledê xwe davêt... Kes bi hewara kesî nikaribû
biçûya... Pir însanan, jin, mêr û zarok li erdê bê hemd radizan û jîyan
pir erzan bûbû... Tu çare li wê tûnebû, qêrîna keçikê agir xiste dilê
wê û xwe avêt nava wan tîmên teybetî. Tîm þaþûpaþ bûn, di wê demê
de keçik ji nav lingên timan derxist... Û got "Bibeze, nesekine,
bireve". Keçik xilaskir, lê xwe xilasnekir!!!... dem nema ku bireve...
Armanca wê ew bû, ku keçikê
xilas bike û bi xwe jî wek xezalekê
bireve bikeve kûçên Cizîrê!!! Çendekan ew girt û yekî li kamera wê
xist, ew ji destê wê ket û çendek gihiþtin kamera wê, li erdê perçe perçe
kirin û zivirîn wê. Darên ku wan li serê wê, piþta wê û milên wê
radibûn û rûdiniþtin, hesabê derban tunebû...Xwîn herikî
û wek perdeyeke sor rûyê wê girt. Dinya li dora wê tarî bû...
Bedena wê bê rih ketibû erdê, lê hên jî qundax û darên tîman li ser
bedena wê radibun û rûdiniþtin!!! Ji
wê rojê virda ew li vêderê di bin çevan da girtî ye, lê nizane çiqas e
li vêderê ye, roj e an þev e? Bihar e an zivistan e? Ew jî nizane. Êdî her
tiþt di ramana wê de tevîhev bûye... Jana memikên wê li bedenê belav bûye,
sitara wê tune ye... diranên xwe diguvêþe, çirkîniya diranên wê tê guhê
wê.
Deriyê hucra wê vebû û yekî gote wê „rabe tu yê ji vir herî!!!" Qudûma wê þikest, bi lez lez fikirî "ezê kûde biçim? Wê min bibin kûderê? Ev çend roj e îþkence tine ye. Gelo dîsa wê dest bi îþkencê bikin? Nizanim, nizanimmmm!!!" Rabû, xwe bi dîwaran girt û rabû. Yekî bi milê wê girt, ew birin cihekî, ewê fem kir, ku li derva ye, bihna bayê paqiþ li bozê wê xist. Hingî ku di bin çev da bû cihê ku lê dima rutubet û kufik hebû, ji ber vê sedemê, gava ku bayê paqiþ hate bozê wê, ewê fêmkir ku li derva ye... Mirovê ku ewa biribû wêderê gote wê „lingên xwe bilind bike“. Lingên wê bilind kirin, du heban bi hevra ew bilind kirin û avêtine hundirê tirimpêlekê. Dengê motora tirimpêlê dihate guhê wê. Gava ku ew kete hundirê tirimpêlê, yekî bi milê wê girt û ew li cihekî dane rûniþtandin. Pê zanîbû ku cihkî germ û zuha ye. Kêleka wê li însanekî ket û wê xwe hinekê dûr kir... Li derva dengek hat „ temam e herin“. Tirsek hatiye li gewriya wê rûniþtiye. His û fikir li hevdu dikevin, li navbeyna serê wê û dilê wê diçe û tê!!! "Evana min dibin kûderê, wê çi ji min bikin? Armanca nava dilê wana ew e, ku min rûreþ bikin. Gelo dixwazin ku wilo bikin paþê jî min bikujin bavêjin cihekî!!! Nabe, tiþtekî wisa ku bixwastana dikaribûn heya niha bikin. Ji vê demê þûnda bawer dikim, ku nakin... Lê em niha diçin kûderê? Min dibin kûderê? Deriyê tirimpêlê hate girtin û birêketin... Ji niþkê ve ew qêriya “hûn min dibin kûderê, ez rojnamevan im û bi hezaran însan dizanin, ku ez di bin çavan da me, evê ji bîrve nekin“. Yek keniya û digote yê din „eva naxwaze ku here dadgehê“. Wê fêmkir, ku ewê dibin bal dadger(hakim) û binçavtiya wê qediyaye. Ew di dilê xwe de þadibu, lê dîsa jî bawer nedikir... Ewê dixwast ku pînê ji ber çevên xwe derxe, lê nahêlin. Yek dibêje „qedexe ye“, Yekî din jî dibêje „ku em çi waxtî bêjin, hûnê wî çaxî pînê ji ber çavên xwe derxin“. Ji ber vê sedemê jî bawer nake, ku diçin dadgehê!!!... Tebata wê nayê, difikire, "gelo evên li rexê min rûniþtine însanin girtî ne an jî polîs in?..." tirimpêl hêdî hêdî dimeþe. Demeke dirêj çûn. Hêdî hêdî dengek tê guhê wê, wek xuþîniya avê an jî wek xuþîniya bayê ku li pelên daran dixe. Çiqas diçin ew xuþînî zêde dibe, hêdî hêdî xuþînî dibe dengê însanan; qornê tiripêlan. Niþkêve dengek tê guhê wê, yekî nêzî wana ji yekî an jî ji hinekên dûr re diqîre „ew in ew in, hatin hatin, bi rastî ew in!!!“. Dengê çepikan erd û esman lerizand, û dengê wan çepikan her diçe nêzî wana dibe. Wê demê dixwaze, ku çavên xwe veke, bizane ku ev çi ye...? Û tilîliya jinan hate guhên wê... Wê demê êdî ji xwe re got, çi dibe jî bira bibe û dest avêt pîne ji çavên xwe derxist!!! Derya însanan li dora tiripêlê girtiye; bi hezaran însan ji wana re tilîlî lêdixin, sloganan davêjin û li çepikan dixin... Demeke dirêj bû, ku ew di bin çavan da bû û di bin çavan da pir zulim û zilalet dît, lê hêç negiriyabû, ku hov bi hisên wê nizanibin... Lê wê demê bi çavên xwe û bi hisên xwe nikarîbû, û edî nedixwast ku hisên xwe zevt bike, giriya, giriya û giriya... Hêsirên wê çiqas zêde dibûn, jana bedena wê kêm dibû... Dema çavên xwe vekirin, di tirimpêlê da hemû hevalên wê yên di bin çavan da li rexê wê hebûn. Û çevên wana jî girêdayî ne. Jinek li pêþiya wê rûniþtibû, zilamek li rexê wê bû, ewê, ewana hemêz kirin û got vekin cevên xwe vekin, gel li benda me maye, heya niha ji bo me çepikan lêdixin...
Ketin dadgeha tirkan ya Cizîrê, îfadên wan hildan û hemiyan jî got, li me îþkence hatiye kirin. Hakim hêrsa xwe li wana anî „nabe, îþkence tune ye, li vêderê hûn derew dipeyivin“ û bi gotina xwe îfadeya wana nivîsîn. 8 mirov hatin girtin, yên din hatin berdan û tenê di nava yên ku hatine girtin de ya jin ew bû, yên din zilam in. Destên wana kelepçe kirin û derxistin derva. Dixwastin ku wê bibin tiripêlekê û zilam jî birin tirimpêla din. Gava ku wê nihêrî, ewê tenê dibin, xwe li destê polêsan xist û reviya bal zilamên hevalên xwe. Û hevalên wê jî berbi wê ve hatin û yekî destê xweyî kelepçekirî di stûyê wê re derbas kir û hevdu qepece kirin, yên din jî hev girtin û li dora wana hesar çêkirin; copên polîsan li ser qafên girtiyan radibe û rûdinê. Wê demê sûreya ku bi têlan hatiye çêkirin li dora dadgehê hejiya, însanên Cizîrê dixwastin, ku wan têlan bihirþînin û xwe bigihîjin girtiyan... Dengê sloganan, tilîliyan û çepikan û qêrîn û sloganên girtiyan li nava hev ketin; wek roja mehþerê çêbû. Û hovan nihêrî, ku bi gel nikarin, pir alîkarî xwastin; bi hezaran ji ewana hatin, bû qirçe qirça silahan. Dadger derket derva û di megrefonê de peyivî „ ev însanan hatine girtin, emê wana bibin girtîxanê, lê belê girtîxana jinan li Cizîrê tune ye, ev jina wê li tugaya eskeriyê were girtin, sibê emê wê bibin girtîxana Diyarbekirê. Ji ber vê, ez hêvîdar im, ku hûn belav bibin û mebhesekî dernexin, jiyan û namûsa vê jinê di bin misogeriya ewlekariyê de ye, xeman nexwin. Ewa û hevalên xwe peyivîn û muþêwira di nav wana da qediya, zivirîn hakim û ewê got hakim „em ji gelê Cizîrê çend mirovan dixwazin, ku bi min re werin cihê ku ezê herim û zilamên ku hatine girtin ewana jî bi min re werin, min deynin cihê min û paþve bizivirin herin girtîxanê“... Hakim li wana nihêrî û diranê xwe çirikand, paþê jî li gelê Cizîrê nihêrî, kete hundir, çend deqe derbas bûn û zivirî got „baþ e min qebûl e. Bira Cizîrî di nava xwe de çar însanan hilbijêrin û biþînin ber derî, emê wana hildin hundir“. Penc zilamên Cizirî hatin hundir. Hemiyan ewilî ewa hemêz kirin û netika wê maçîkirin. Û bi destên hev girtin çûn tev ketin tiripêla mezin û ber bi eskeriya Cizîrê meþiyan. Heya kerwanê girtiyan qulibî dengê tilîliyan û çepikan dihate guhê wana. Zilamên ku bi wana re hatin, her yekî destê xwe avête cêbên xwe, pere derxistin ku bidin wê. Lê ewê gote wana „ez pere naxwazim, lê cigare hebe çêtir e. Hingî ku ez di bin çavan da me, min cixare nekiþandiye. Li hevdu nihêrîn û keniyan; ji cêbên xwe cigare derxistin, pêþa wê tije paketên cigaran bu û ewê jî dan hevalên xwe yên girtî, hevalên girtî jî li hevdu parevekirin; para pir dane wê, hemûyan li hevdu û paþê jî li cigaran nihêrîn û keniyan. Polêsekî pirsî "hûn çima û çawa dikenin" hemiya bi hevra got " em bi kurdî dikenin..." û dîsa bi hevra keniyan...
Û ji
zilamên Cizîrê yên ku bi girtiyan ra hatibûn, yekî kal hebû, bawer dikir
ku þêst salî bû. Destê xwe avête serê wê, kaþî ber sîngê xwe kir,
porê wê maçîkir, kulmek tije pere xiste destê wê û hêdîka di guhê wê
de got „vî pereyî bigire, wê ji te re lazim bibe, ji te re lazim nebe jî
ji girtiyan re lazim e. Her bizanibe ku ez jî bavê te me û ji te re dibêjim“
û kela wî tije bû, lê nexwast, ku bigirî, hema ew hemêz kir û heya ku
çûn girtîgehê wilo sekinî... Dema ji tirimpêlê berjêr bûn, yekî din ji
Cizîrê hate rexê wê û jêre got „morala me pir baþ e û em bi we
serbilind in, me bihîst, ku di hundir da we çawa li berxwe daye, eva mehek e
çi kesê ku li Cizîrê nû hatin dinyayê navê te lêkirin, tu jî evê
bizanibe û bibore apê Omer kal e bi dil þewat e, di demeke nêzîk da keça wî
þehîd ket, ji ber vê diltenik bûye, bihesibîne ku ew jî wek bavê te ye.
Bi gotina wî bike, vî pereyî bigire“. Ewê li hevalên xwe yên girtî
nihêrî, ewana jî gelê Cizîrê bûn û wana serê xwe hejandin, ku ewa wan
peran bigire...
Ew teslîmî
komandanê eskeran kirin. Deh panzde eskeran dora wana girt û silahên xwe rastî
wan kirin „bimeþ“!. Ew zivirî,
xatirê xwe ji hevalên xwe yên girtî xwast, û dûre ku ji apê Omer û yên din xatirê xwe xwast. Wana jî bi serê
xwe îþaret kirin "bimeþ, em bi te re tên, emê binihêrin, ka tu yê li
cihekî çawa biminî, bimeþ“ û
bi hev re meþiyan. Çar qat ketin bin erdê û li ber deriyê hucreyeke
biçûk sekinîn. Deriyê hucrê vekirin û ewa xistin wir. Bihna rutubet û
kufikê li pozê însanan dixist. Kelepçe ji destên wê derxistin û derî bi
ser de hate girtin. Bi rastî derî nebû, temamê wî bi þîþan bû,
ewê însan didîtin û wana jî ew didît. Zilamên ku bi wana re hatibûn
di nava xwe de peyivîn û zivirîn ji komîtan ra gotin „emê herin ji vê pîrekê
re mitêl(orxan), doþek û belîv bînin“. Komîtan got „na emê bidin wê,
mitêl, belîv û doþek qedexe ye, lê emê betaniyan bidin wê“ û ji du
eskeran ra îþaret kir, ewana çûn du heb betaniye anîn dan wê û zilaman
xwetirê xwe ji wê xwast û çûn.
Di tariya
sibê de bi dengê însanan hiþyar bû û nihêrî, ku ew zilamên êvarî û
apê Omer va dîsa bi eskeran re hatin hundir, deriyê hucra wê vekirin û ew
ji hucrê derxistin. Bi hev re derketin derve. Otobûseke mezin li ber derî bû
û hevalên wê yên girtî têda bûn. Gava li hevdu nihêrîn, herdu tiliyên
xwe bilind kirin, ji hev re îþareta serkeftinê kirin û ew jî hilkiþiya
kete hundirê otobûsê. Hevalên wê yên di hundir da rabûn ser lingan û li
benda wê man, ku ew rûne. Û rûniþt dûre ji zilamên ku pêre hatibûn
ewana jî çendek torbe dirêjî girtiyan kirin, xatirê xwe ji wana xwastin û
gotin „ev xwarina ji bo we ye, bi rê de bixwin,
rêya we dirij e û hûn birçî ne, em jî bi tirimpêlê li pêyî we tên.
Meraq nekin, hîç xeman nexwin, li Diyarbekirê emê dîsa hevdu bibînin, oxir
be ji we re“...Sare, seqema ber bi sibehê zordar e û cilên girtiyan bi
piranî þil in, lê di rûyên girtiyan da berken heye, û di çevên wan da
berxwedan û serbilindayî hebû...
Di girtîxana
Diyarbekirê, di þaxa jinan de deh panzdeh rojan bê hemd raza û hevalên wê
yên girtî birînên wê derman kirin û lê xwedî derketin. Dawiyan hefteyan
apê Omer û pir Cizîrî dihatin serlêdana wê...
Demekî þûnde, hêdî hêdî rabû û di oda girtixanê de digeriya. Bi hevalên xwe yên jin re dipeyîvî. Berê hevalên wê rojnameyên rojan jêre dixwandin. Paþê ku hinekî sax bû ewê bi xwe dixwand. Û rojekê ji hevalên xwe pirs kir, ku rojnameyên mehek berê hene an na?. Anîn torbek tije rojname dane wê. Hêdî hêdî li rojnaman nihêrî. Di rojnaman de pir qala girtina wê kiribûn û di rojnameyekê de nûçeyek dît û pê tevizî... Li tarîxa rojnamê nihêrî, tarîxa wê hefteyek berî ku herin dadgehê bû. Li wê nûçeyê niherî; li sûretê ku nûçêyê de cih girtiye nihêrî û xwand. "Filan zilam mehek berê di bin çevan da bû, sedema bin çevtiya wî jî ji ber birayê wî bû; ku teve gerîla bûye û ewlekariya birayê wî ji wî dixwastin... Û bi daxuyaniya ewlekariyê ew e, ku ew zilama ji nêrdewana qata çaran da ketiye û miriye!!!..." Wê rojname hilda, da ser singê xwe, cixara xwe pêxist û çû li ber pencerê sekinî; di pencerê de ezmanê þîn û serê çiyan di nava berfê de dixuyan... Kete ramana wê „Li ber xwe bide serbilinda welatê min, rûmeta jinan...Li ber xwe bide qîza kurdan... eva kêr û eva þûr, bira min jêkin, eva dar û eva bend, bira min daliqînin, kî dizivire ji rêya xwe bira bizivire û min serî daniye vê oxirê, ez nazivirim ji vê rêyê, li ber xwe bide jina kurd“... Rojname li ser singê xwe hilda û li resmê wî zilamî, nihêrî nihêrî... Hat li ber çevê wê; bedena ku li erdê reþûþîn, kovelan bûbû, li ber mirinê bû û lingê xwe dikiþan ber zikê xwe!!!... Bê xerên hêsirên wê ketin dû hev, kela dilê wê kela hezar salan bû... Resmê wî li ser singê xwe þidand, kulma xwe guvaþt, çirkînî ji diranên wê dihat. Çavên wê bi hêsir, ji bo bîranîna wî egîdî serê xwe bilind kir, deqeyekê wilo ma... Paþê dîsa resmê wî rakir ber ronahiya rojê, li çavên reþ û devê li ken nihêrî, nihêrî û got "Aax mirin dayîka te bimire"...!!!???