ÞAIR IM  ÎRO

 

Destê xwe nede min

Ji min dûr bikeve

Çevê min bi hêsir

Wêran im îro

Gazincên xwe dikim

Kes min nabihîse

Dilê min bi xwîn e

Talan im îro

 

Ferman kirin dîsa

Serê min dixwazin

Ez li wana dinhêrim

Ne teyr in ne  baz in

Ê ku li rûyê min dikenî

Vê dem rihê min dixwaze

Di nav xwînxaran da mame

Bê kes im îro

 

Sibe ye îro sibe zû ye

Tofanek dîsa li min rabûye

Zilma dujmin li me kiriye

Kesî li kesî tucar nekiriye

Heval û hogirên min li kû ne

Axa bav û kalên min

Di dest dujminan da hîþtine

Li ber dîwaran mame

Bê war im îro

 

Emrê min çû gidî

Êdî paþva nayê

Porê min sipê bû

Hêviya min bir bêxêrê bayê

Rojekê dilgeþ nebûm

Ax li vê dunyayê

Ez jî diçim namînim

Mêhvan im îro

 

Destê xwe nede min

Ji min dûr keve

Çevê min bi hêsir

Wêran im îro

Gazincên xwe dikim

Kes min nabihîse

Dilê min bi xwîn e

Þair im îro

    

Mürüvet Y. Cacim