SOND  Û  SITEM

 

Sitembar im sitembar im

Dilê min bi kul ez birîndar im

Xwedî dujmin ez bi neyar im

Ax ya min e lê ez bê war im

 

Emrê min çu di vê dozê da

Kara min heliya di nivê rê da

Qeyd û zincîr ket milê min

Ciwaniya min ma di hepsê da

 

Sitembar im sitembar im

Dilê min bi kul ez birîndar im

Xwedî dujmin ez bi neyar im

Ax ya min e lê ez bê war im

 

Ava mixanetê min jî vexwar

Bi dujminê min wetrî mame neçar

Vê dozê ez bernadim tucar

Heya ez bikevim bin axa sar

 

Sitembar im sitembar im

Dilê min bi kul ez birîndar im

Xwedî dujmin ez bi neyar im

Ax ya min e lê ez bê war im

                    

7/ 2/ 1990
                     
Girtîxana Amedê
                 
Mürüvet .Y.Cacim