WAHA BINIVÎSE DÎROK

 

Mürüvet Y.Cacim

Hiþyar bû rojekê

Rojhilata ku jîyan têda

Dizanibû dema seknandinê nîne

Dema bêdengiyê hîc nîne

Ji rikê nexwaz û gornepaþa

Li ser çil û çîyayan

Ajdabû jiyana nû           

Derewa herî dijwar

Di nav bêdengîyan da derdiket

U hatibû gotin bi sed salan

Di kûranîya dilê xwe de

Dizanibû

Bi sedsalan hatibû gotin ev çîroka

Di astengkirina bîranînan da

Di qedandina hevîdarîyan da

Bendewar bû li benda ronahîyekê bû

Benda derketina tîriêjên rojê bû

U hembêz bikira gerdûn

Bêhna jîyanê bihata

Bêhna azadî

Dixwast ku bêje

Dixwast ku biqêre             

EY

Dicle û Ferat ku bi hezarsalan

we sîngê dayika min çirand

U niha qasî kela dilê min rabûne

Biherikin niha bi xurtaniya xwe ve

bihirþîinin kelehên xwînxwarî

bitemirînin agirê nijadperestiya

Tirk, Ereb û Farisan

Û landika dayika min xwedî bikin

Ku pêçekên zarokan nebin kefen

bira aj bide mirovatî

EY

Teyrê baz ji nû de bifire

Bi hêrsa xwe vemirîne agirê

rojên westiyayî

Azad dibe niþtimana min

EY

Çîyayê bilind ê bê rê û bê dirb

Bi salane serê te mij û dûmane

Belav bike mija xwe êdî

Ka hembêza xwe veke

Zaroyên welatê min tên

Bibe parestgaha wan

dirokek nû dineqiþînin

EY

Axa û xaka min

ka dengê min bibihîze

Bi dilgermî

hembêz bike zaroyên xwe

Zaroyên roj û agirin ew

tên yek û bi yek

Xwîna xwe diyarîyê te dikin

EY

Xaka pîroz ji vir waha

Axa xwe hê jî bereket bike

baran nîne ew

Xuna þêrane dibare li ser te

Þûna yekî sedan bide hezaran bide

Rehmet nîne li ser te dibare

Xwîna zaroyên te ne

Dibare ser hestuyên kal û bava  

EY

Dîrok

Dîroka ku di pelên xwe de

Bêdengî û rûreþî parastîye

Dîroka ku di çerxa felekê de

Dîroka ku di dema buhurê de

Dîroka ku pelên reþin û ji xwîn dibare

Bighure pelên xwe êdî

Bighure dîroook

Rûpelên zêrîn derxe ji sandokan

Di nû de binivîse vê dîrokê

Di van rûpelan de xayîntî tuneye

Rûreþî û koletî heç tuneye

Di serî de binivîse vê rûpelê

U xayiniyê neke ji min ra dîrok

Edî sebra min tuneye ji xayîntîyê re

U tîpên xwe bi zêr binivîse

Bi gewher bineqiþîne

Bila xala dawî ji xwîna min bibe

Em pereng in, bikevin axê jî

li þûna me bi hezaran di dorê de ne

Vêket argura azadîyê

hêvîyên min di ronahiya rojê de ye

bêbextîyê naxwazim dîrok

Waha binivîse dîrok

Waha binivîse

Waha binivîse

      

 

Mürüvet Y. Cacim

 

22.03.1990 Nusaybin

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org