XERÎBÎ

       

Li dinyayê em in xemgîn

Me winda kir welatekî rengîn

Ji bo me heps û zîndan

Tu ferq nake welatê evdan

 

Li ber sefera van kafira

Me bîrva kiriye rûçikê xwîþk û bira

Dê û zarok ji hev qetandin          

Êdî sebra me teqandin

       

Dil û cergên me kirin xwîn

Li benda me be welatê zêrîn           

Her tim di dilê me de ye ev evîn

Þev û roj her em in xemgîn

 

Dikin xem û xeyala te

Bi fersehan ji min dûr î                         

Nayêm cejn û sersala te

Birîna dilê min de ya herî kûr î     

 

Bi koletî û bi êsîrî

Van helbestan ez dibêjim

Li ser sêla agir im

Can û cergên xwe dipêjim

   

9.7.1996 Almanya

    

Mürüvet Cacim