|
|
- Karesat û þerê
piskolojîk li kurdistanê
-
Mihemed Salih
-
-
-
- Weke
ku xûya dikê dewleta dagirker a tirk di keresetê de jî Dev ji þerê
xwe yê psîkolojîk bernadê. Ev çend rojin ku bi giþtî li tevahîya
Kurdistana Bakûr lehî û ava ku ji ber sedema barana zêde li
Kurdistanê bû sedemê mirina gelek kesên Kurd. Derdora 40-50 mirovan
jîyana xwe ji dest dan û winda bûn. Bi hazaran Lawir(heywan) telef bûn
û bi milyara zerarê madî çebûn. Lê ya balkêþ ewe ku dewleta tirk
di van keresatê xwezayî de jî dev ji wê kîn, nefret û dijminatîya
xwe bernadê.
-
- Gelê
ku xisar dîtine – mal, zarok û lawir (heywan) ê xwe winda kirine têne
ba rayedarên dewletê
(kaymakam, vali) û daxwaza alîkarîyê dikin. Ew rayedar dibêjine
wan: “Herin bê we rayê xwe di hilbijartinê dane kê bera ew alîkarîyê
bidine we!“ Ev þermeke mezine ku ev dewlet dikê. Ji derveyî dewleta
tirk ez bawerim ku tu dewlet nebin ji ber radana xwe kolektîv bêne
cezakirin. Tenê di nav dewleta dagirkerê tirk – ku tu hemwelatîyê
wan jî bê, bêþ û vergîya xwe bidê wan jî, ew di demên felaketê
xwezayî wek alîkarî li te venagerê. Berûvajî, ew bêþ û vergî
dibe ber, gûle û bahrûd li te vedigerê ji bedêla ku bibê xizmet;
Dibistan, rê, febrîqe ûhw dîn li te vegerê. Lê di Þûna xizmet û
avakirinê de dibê talan,
wêran, asîmle, gûnd xerakirin, fealî meçûl, tecawîz, zilm, zor û
jenosît li te vedigerê.
-
- Gava
ku kerasetike wisa xwezayî der dikevê jî kesê kû cerdevan bin, kesê
ku alîgirê dewletê bin yan jî xwe firotîbin wê alîkarîyê bidne
wan. Lê kesê ku xwe nefroþin û liser
þerefa xwe û kesayetîya xwe bimînin dewlet wan weke dijmin
dibînê û alîkarîyê nadê wan û bi kîn û nefret li wan dinerê.
-
- Bê
gomen di erdheja ku li Bîngolê çêbû gel hatin ba wan rayedarên
dewletê daxwaza alîkarîyê
dikirin. Wan rayederên wê demê jî weke ê îroj digotin û alîkarî
nedidan wan. Heta bi ambûlansa dane ser wan û hinek dîtir jî kûþtin.
Gava ku gel rabû ser pîya jî televizyonên wan û medyaya wan bi giþtî
bi yek dengî bi hevre hûcûmî wan mexdûran dikirin û digotin:
„Binerin terorîstin û terorîstîyê dikin!“ Bi polîs û leþkerên
xwe hûcûm birin ser wan û li wan didan. Binçav dikirin derdixistin
dadgiha bi cûdekarîyê tewembar dikirin. Gelo kî
Terorîste? Gelo kî tewembare gel an dewleta faþîst? Ew alîkarîya
kû hatibû jî disekinandin û ne didane gel û gel perîþan dikirin.
-
- Di
sala 1988 de ji gelê me ê ku ji Kurdistana baþûr ji ber kîmyasala
Saddam bazdabûn revîyabûn û li Kurdistana bakûr hatibûn li Qoserê
û Amedê û li cihê dîtir di Qempan de hatibûn bi cîh kirin. Wê
demê jî ji YE Yekîtîya Eurupa alîkarîya ku ji wan kesa re þandibûn
dîsa rayedarê dewlêtê bi rengekî rûreþî ew alîkarî dizîn. Wê
demê Walîyê Amedê Hayrî Kozakçioglu tiþtê ku mabû jî bi
rayadarê dewletê dinava xwe û askerîyêde bahr vekirin û yê mayî
jî þandine Îstenbolê. Bi rojan medyayê li ser van bûyaran nivîsîn.
-
- Ev
dewleta bê fedî û bê þerm dîsa îroj jî wisa dikê da ku moralê
gel xira bikê û Þaradarîyê DTP têxê tengasîyan de. Da ku gel bêjê:
„Va Þaredarên me alîkarîyê nadin me!“ Da ku kesê nezan bêjin:
“Ma em tenê kurdin! Va dewlet li kesê alîgirê xwe xwedî derdikevê.
Ma me Kurdîtî kir me çi jê fahm kir!“ Vî þerê psîkolojîk li
ser gelê me dimeþînin û bi vî awayî dixwazin ku gel têxne nav
tevlîhevîyekê bi xeter û aloz.
-
- Di
sala 1991 an de jî dîsa kurdê ku ji Kurdistana baþûr ji ber Saddam
penaber bûn, xwe li „sînorê“ Kurdistana bakur girtibûn. Dewleta
tirk nehiþtibûn da bikevin hêla bakur û li ser sînor bi rengekî
pir zor û zehmet jîyan dikirin. Dîsa gelê me bi wan îmkanê xwe li
wan xwedî derket li gor derfetê xwe Ji wan re alîkarî berhev kirin.
Di wê demêde ez bixwe di þaradarîya Midyadê de wesîfedar bûm. Me
qempanyeke ji bo alîkarîya wan megdûrê Saddam berhev dikir 16 wesaît
kom kirin û bi wan wesayîte diþand ji wan kesê li ser sînor mabûne
perîþan. Her wesayîta ku me dibir leþker û cerdevana tiþtê weke
birinc, þekir û hw dîn ji xwere datanîn û nedihiþtin ku bi serbestî
ji wan mexdûra re herê. Ka ev kiryarê vê dewleta faþîst wê çawa
bêne qebûlkirin? Êdî bese bera dinya çavê xwe û Gûhê xwe vekê,
zilm û zora li ser me Kurda bibînê. Di þûna me bikin terorîst bera
terorîstê rastî bibînin. Ma ev kiryar ne ê terorîstane û ne
kiryarên li hember mirovatiyê ne? Ma kî terorîst e?
-
- Lê
gelê Kurd xwe nas dikê û wan kiryarê dewletê jî dizanê. Êdî ew
þerê wan yê psîkolojîk nema têsîra xwe li gel dike, gel li xwe û
gelê xwe xwedî derdikevê. Jibona alîkarîyê gerek herkes sefer berbê
ku em tevde têkevine nav hewldanê mezin da ku em hindik jî bê bibin
derman û merhem ji bo birîna gelê xwe. Ez di wê baweryê deme ku
dewleta dagirker çi bikê wê gel li xwe û li gelê xwe xwedî derkevê.
Ez ji kesê ku jiyana xwe ji dest dane ji xweda rahmet, ji xizmên wanre
sersaxî û sebrê dixwazim, ji kesên birîndar re þîfayek zû
dixwazim. Hêvîdarim ku felaketê bi vî rengî dûbare neyên serê
gelê Kurdistanê.
-
-
- Li
gel rêz û silavên
- MSALIH
|
|
|