Nepejirandina Zagonên Dagirkeran 
 
 
Mihemed Salih

 

 
 
Kurdan tûcar qanûn û zagonên dagirkeran qebûl nekirine û nepejirandine. Wek ku tê zanîn di peymana Lozanêde xaka Kurdan kirin çar perçe û bi vê perçekirina Kurdistan, gelek bê heqî û zordarî li Kurdan hate kirin. Gelek qedexe li ser ziman û çanda wan hatin kirin.
 
Bi peymana Lozanê dewletên wek Tirkî, Iraq û Surye bi rengekî kêfî hatin damezrandin û rê li ber perçekirina Kurdistanê hate vekirin. Ev yek wek pirojektekê li rojhilata navîn hatibû danîn û ew pirojekt, li gor wan dewletên di Lozanê de xwedî gotin bûn, bi pêþve çû. Wan dewletan gûhên xwe nedan gel û mafên gelan. Tenê berjewendîyên xwe yên teng û nêzîk li ber çav girtin. Berjewendiyên gelan bi giþtî û ên Kurdan bi taybetî man li asteka paþ.
 
Li himber van niheqî û bê edaletyan peymana Lozanê, Kurdan ew dewletê nû hatin damezrandin qebûl nekirine, nepejirandine û zagonê wan nasnekirine. Ger çiqasî zilm, zor û komkujîyên mezin jî li hember Kurdan kiribin jî, lê Kurdan ne ew ne jî zagonê wanî ne demokratîk nasnekirine. Lewma Kurdan ew dewlet wek dagirkerên Kurdistanê û zalim dîtine, ti wext ne xwestine leþkerîye wan bikin û ji ber leþkerîya wan revîyane. Zewacên xwe li gor zagonê wan nekirine, bi salan zarokên wan ne tomarkirî (qeydkirî) mane û nasnamê wan dewletan nexwestine.
 
Hebûnên xwe (erd û milk) tapo (li gor zagonê wan dewletan li ser navê xwe tomarnekirine) nekirine û tiþtên ku wan dewlete xwestina Kurdan (tersê) dijî wan kirine. Hinakan ji wan dewletan jî Kurd weke hemwelatîyên xwe nedîtine û nasnekirine. Wek nimûne: Dewleta Surî Kurdên rojava, ku bi hezarê salana li ser xaka xwe dimînin, hîna wek kesên biyanî, xerîb (ecnebî) û penaber dibîne, dinirxînê.
 
Van dewletên dagirker her þêweyên helandinê û asîmlesyonê li ser Kurdan ceribandine, ji zilm û zorê heta biçûkkirina çand, ziman û olên Kurdan wek (alewî û êzîdî,) ji qedexeyên siyasî û çandî heta tûnekirin û talankirina xwezaya Kurdistanê, heta valakirina Kurdistanê bi zorê û bi mecbûrhiþtinê.
Ev dagirker heta roja niha bi van xwestekên xweyî dijberî mirovatiyê û înhûman biserneketine. Her çiqas li derna gihîþtibin hinek encamên ku dixwestin, lê bi giþtî biserneketine û nikarîbûn her tiþtên dixwestin bi Kurdan bidin qebûlkirin û pejirandin.
 
Kurdan tûcaran bawerya xwe bi zagonê wan ne anîne.
 
Wek ku tê zanîn di nav Kurdan de gelek sîstemên baþ hebûn. Ev sîstemê baþ çi bûn? Di nav Kurdan de – heta nîvê û dawiya sedsala 20an Eþîr hebûn. Li vir hêjayî bi bîrxistinêye ku Eþîrên Kurdan wek dewletên federal û otonom tevdigeriyan, ne astengbûn li hember pêþketin û ronkirina civatê, ku wek niha hinek eþîr li Bakûrê Kurdistanê bi me xûyadikin. Di nav van eþîrande peyman hebûn û zagonê civatî, olî û herwiha sosyal û alîkarî hebûn. Eþîr ne tenê ji serokeþîr ferman digirtin, herwiha komên „Rîh Sipî“(Kesên zana û zîrek ku dihatin „hilbijartin“) hebûn ku di biryarên xwe hem hûman hemjî aþîtîxwaz dihatin naskirin û pejirandin. Biryarên wan digirtin herkes girêdidan û ji bo damezrandin û parastina aþîtiyê li herêmê bi giþtî û di navbera herêman (eþîran) bi taybetî hêmanik (înstrûmentik) esasî û bingehî bûn. Van kesan destûr nedidan ku „xerabî“ li herêm û gûndên wan çê bibin. Ji bo bi rekûpek birêvebirina civakê rolek girîng digirtin ser milên xwe. Lê xwedî derketina dibistanan, (herwiha dibistanên olî) mamoste (mele, pîr û hw) û þagirtên wan di nav civakê de tiþtekî xwezayî dihatene dîtin.
 
Kesên kû zerarek bigihîþtibine wan, zerarê xwezayî (lehî, tûfan, xerabûna çandiyên wan) di navde heta zerarên ku hinek kes dibûn sedemê wê, gel dinav xwe de ji wan re alîkarî  di nav xwe didan hev da kû karibin wî kesî di nav civatê de rabikin „ser lingên wî“ û ew jî karibe rolên xwe di civatê de pêk bîne. Kesên (ciwanên ku hij hev dikirin) ku evîna wa ji hêla dê û bavên wan nedihat pejirandin. Hev direvandin û  herêma xwe berdidan û xwe li herêmek dîtir digirtin da ku ji bo wan bibin alîkar û pirsgirêka wan çareserbikin û karibin bi ewle vegerin herêma xwe. Kesên ji ber vê sedemê an sedemên dîtir nema bikaribiya vegeriyana herêma xwe li wê herêmê bi cîh dibûn – li rojava ji vêre dibjin „Asyl“. Ew kes wek herêmî dihatin pejirandin, ax, xanî û lawir didan wan da ku karibin jiyana xweyî rojana bijîn. Hem wek herêmî dihatin pejirandin ji hêla herêma xwe lê girtibûn, herwiha wan bi xwe jî xwe ji wê herêmê didîtin û girêdanên xwe bi herêma xweyî esasî berdidan (pejirandina hemwelatiyekê û xwe jê derxistina hemwelatiyekê di sîstemên îroj de). Wek ku tê zanîn îroj jî kesek hemwelatiyê dewletik rojava bê hemwelatiyê wê dewletê wî/wê kesî/ê wek hemwelatiyê xwe nabînin (napejirênin) wek mînak reþikê li ewrupa. Di nav Kurdan de ev cûdahî nedihat kirin.Kesê li herêmê xwedî çi mafî ba, ew kesê penaber seranser dibû xwedî wî mafî.
 
Ger ku di eþîr (herêm) biketana hember hev, wan eþîrên dîtir tevdan ya xwe dikirin yek û diketin navbêna wan de ku dijberî/alozî bi awayekî aþîtiyana bidawî bibûyane. Doza li hevhatinê li wan dikirin. Ger kû aþîrekê xwe „niheq“ bikrana, wê demê herêmên dîtir tevan bi yekbûn li hember „herêma nihaq“ derdiketin û wê herêmê biryarên „rast“ dipejirand an jî dihat mecbûrkirin.
 
Ev jiyana gelê Kurd – berî zayînê heta roja niha – didê xûyakirin ka çiqas civaka Kurd pêþketî bû û li ber çava rastdike ka ji ber çi Kurd baweriya xwe bi zagonê dagirkera nayênin û wan napejirênin.
Ji ber van sedeman jî her dema ku dewletên dagirker zagonê (nû) derdixistin li cem Kurdan wek ferman dihatin dîtin. Ferman li vir wek peyvek bi qetlîyam, talankirin û tûnekirin sînonûm dihate dîtin. Herwiha dewletên dagirkeran jî zagonê xwe li himberî Kurdan bi di tiþtan bi kar anîye:
 
1.      Ji bo girtin û zîndan
2.      Kûþtin û terorkirin (tirsandin).
 
Ji bo gelê Kurd wateya zagonê wan wateya fermanê bû ku tenê ji bo van herdû tiþtên li jor dihat bikaranîn. Dema qanûn û zagonê deweletê tên bîra gel tenê ferman tê bîra gel, ne mafên kesayetî yê bingehîn, mafên çandî û olî. Bê gûman tenê zagon ji bo Kurda tên wataya girtin zilm, zor, darvekirin û zindanan. Ji ber ku zagonê dagirkeran tenê ji bo van kiryarên dervayî mirovatiyê hatine bikaranîn û tên bikaranîn. Ev zagon tên bikaranîn da ku zarokên bi navên Kurdî neyên bi navkirin, herêm, gûnd, bajar, çiya û çemên Kurdan bi navên biyanî (navê zimanê dagirkeran) bên naskirin û pejirandin, olên Kurdan neyên qebûlkirin bi fermî û tên qedexekirin. Wek nimûne kesên ji ola êzîdî wek ne ol di nasnameyên wan tên nivîsandin û (X) tê xûyakirin. Ji bo ku Kurd li tevahiya Tirkiyê bên naskirin û ji zilm û zorê para xwe bigrin nasnameyên wan bi mohra sor dihatin çapkirin.
 
Kesê zaroyên xwe bi navên Kurdî bi nav biken, herêma xwe, deþt, çiya û çemên xwe bi Kurdî bi nav bikin, ola xwe terk neke li gor dagirkeran dervayî qanûnê digere. Ma ev ne zilm be û ne zor be çi ye? Li hember vê zilmê û zorê Kurdan hertim serîhildana û liber xwe dana,serhildan kirine û ne hatin helandin. Lê zilm û zora li ser zimanê me û ne xwedîderketine (bi zanistî) li zimanê Kurdî xetera herî mezine ku gelê Kurd pê rû bi rû ye. Qampanyak ziman ku herkes cihê xwe têde bigre pêwîste ji bo me. Ma ku zimanê me herê wê Kurdîtiya me li ku bimîne gelo?
 
Li gel rêz û silavên min
M.Salih Dalînî
Hêvîdar
 
 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org