|
|
- Sedemên Paþketina
Kurdan
-
-
- Mehmet
Salih Dalînî
-
-
-
- Dema ku dîroka Kurda tê
þîrovekirin hin tiþtên balkêþ bala dîroknas û lêkolînvana dikþîne.
Sedemên paþketina civaka Kurd û dûrketina ji çand, dîrok û gerdîþên xwe bi du bingehan ve tê girêdan, ku
herdû bingeh jî bêyî xwesteka civaka Kurd enjekteyî civakê bûye. Baþ- û bilindkirina sê tiþtên neqenc (nebaþ) û nebaþkirina sê tiþtên
baþ û qenc.
-
- Çi ne ev tiþtên baþ û evên
nebaþ?
- Stranbêj/Dengbêj:
- Me stranbêj nebaþ dabûne
xûyakirin. Weke navê mitirb, qereçî û herwekîn dî leqeb û navên
nebaþ li pey wan xistibûn.
Jinek stiranbêj bûye nikarîbû bi rihetî bistirandane. Ji hêla
malbata xwe ve dihat reþkirin. Ji nava civakê nikarîbûn ji xwere bi
kesekî re bizewice, mêr bike. Kesekî ew bixwestana malbatên wan
digotin: "Te çûye ji vêqas dinyayê yeke mitirb dîtiye!“ Li
hemberwan astengî derdixistin. Heger bi mêrbana xelkê digotine mêrê
wan: „Jina te bûye xeberdana (þitexaliya) devê xelkê, bûye meymûneke
li odê axa digerê!“ Heger zilam bane, yanî dengbêjê mêr bana kesî
keçê xwe nedidane lawê wî û tim li ber çavê gel biçûk dihatin dîtin.
Digotin: „Dehere lo tu kûrê zirtekekî ye“, kesî rûmet û îtbar
nedidane wan.
- Berûvajî, stranbêj
herî kesê ku hêjayî rûmet û rêzê ne. Bi hebûna wan bi hezarên
salan dîrok û çanda Kurdan hat parastin. Bi wan stranê xweyî xweþ
dilê gel radikirin û hêrsên wan radikirin. Hê jî ew stran û sewta
wan dibû wek dengê Berqekê û li pêþiya asîmlasyonê digirt. Lê
me bi qîmetê wan nizanîbûn. Çima gelo stranbêj û hozanê xelkê
bi qîmet û gel pir rûmet didane/didine wan? Mînak: Madonna, Shakîra
û herwekî wan bi
sedan hene ku ewrûpî wan wek pêxemberan di hesibînin. Ku CD wan qilîbên
wan der dikevin bi milyona têne firotin. Gel li wan xwedî derdikevin.
Jiber ku kûltûr û çanda wan belav dikin.
-
- Hûner/Senatkar:
- Ya didûyan çi bû ku
me nebaþ dabû xûya kirin? Ew jî senatkarî bû. Me senat(hûner) reþ
dabû xûyakirin. Kesekî ku sefar bane yanî sifir sipî bikrana me ji
wan re digot: "Evê wek sefarekî qûn mezinê pîs, tû tenê karê
herê di beroþ û teþtande qûna xwe bihejêne!“
Gelekan ji zarokên wan re digotin: "De here lo tu kûrê
sefarekî hanaye ma tû jî zilamî!“ Bivî awayî dinava gelde biçûk
diketin ji ber karê xwe fedî dikirin mest û stûxwar dibûn xwe biçûk
didîtin piskolojîka wan xeradibû û nedixwestin karê xwe an bapîrê
xwe bikin an bipêþve
bibin. Carna jî ji kesê ku
qeraþtî dikirin digotin: "Evê çav
qeraþ!“ Kesî qîzikên
xwe nedidana wan û qîzên wan nedixwestin. Heger hinek ji kurê xwe
aciz bibûne digotin: "Evê çav
qeraþ!“ Berûvajî, qeraþî biserê xwe senatek bû û aþ bi
serê xwe febrîqeyek bû. Wî qeraþî ew febrîqe dixebitand. Heger em
li wan û senatên wan xwedî derketana birastî wî senatê xwe pir pêþde
biribane. Lê mixabin me her ew pîskirin û biçûk xistin bi çavekî
biçûk li wan nerîn.
- Her weke kûrtan ker me
digot: „Nav milê wî pahnin wek ê kûrtan kerekî ye!“ û dibin
van pisîkolojîkê de dihiþtin û senatê wan li berçavê wan reþ
dikirin. An jî çal
çêker û karker me digote wan: „Ev wek filihekî dixebitê!“. Lê
li alyên dî hûnermendên xelkê weke senatkar dihatin dîtin û leqebê
herî bi rûmet ji wan re dihatine gotin: „Destê hosteyê bi qirêj
Aynika medenyetê ye.“ Bi vê senatê xwe pir hildan û bi pêþ
xistin û gihandin heta senayî û endûstrîyê. Eger mejî wisa
bikrana em jî weke wan bi pêþketîbûn. Halbikê berya sê - çar
hazar sal ku li welatê me Aþ hebûn, lê bi vê pisîkolojîka xwe em
li paþ man.
-
- Ticaret/Bazirganî:
- Ya sisîya jî ticaret
bû. Kesên ku ticaret bikrane dinav gelde hinekî biçûk dihatin dîtin.
Leqeba weke „Atar“, „þeqal“ û „beqal“ dihatine xûya kirin
û bi çavekî biçûk li wan dihate nerîn. Kesên ku zengîn bane
digotin: „Evê zengîn, mal genî, malê heft fileha diserde heye û pîs
e.“ Ev kesê zengîn jî bi çavekî ne baþ li wan dinerîn wan wek
kesê nebaþ û bêker didîtin.
Zengîn û ticirê xelkê pir bi qîmet û rûmeteke wane gelekî li pêþ
heye. Lê ême bê qîmet û bê wate hiþtine. Halbikê dinya li ser
ticaretê „dizîvire“ û ticaret nebaye ev pêþketina îroj
çênedibû gelekî ku ji ticaretê dûr bê wê pir bi paþ kevê.
Tu dinerê ev dewletê Eurûpî an Emerîkî ji bo ticaretê û
berjewendiyên xweyî aborî her tim çalakin
û tevdigerin.
- Gava gelek ji ticaretê
dûr bê, ji senat durbê û ji kultûr û çanda xwe dûr bê wê çawa
bi pêþkevê? Gelo me ev tiþtê xwe ê herî bi qîmet weke zêr dinav
xwe de pîs kirin, an jî sîyasetek dagirkeran bû ku ev sîyaset
dinava mede kirine da ku me li paþ bihêlin û zûtir karibin me bihelînin û tûne bikin?
-
- Feodalî/Zilm û Zorî
- Gelo hersê tiþtê ku
pîs bûn me wan wek baþ dane neskirin û me pesnê/wesfê wan didan çibûn?
Yek me pir wesfê axa dida kû her diçû
zilma xwe li ser gel zêde dikirin û malê gel dixwarin talanê xelkê
ji wan distandin ji xwe re dibirin. Me di civatên xwede digot: “filan
axa çû talanê
filenkes bir û ji wan re got heger hûn mêrin hûnê dey bikin.“ Ew
tirþikçiyê xwe
dida dora xwe û digot: „Herin malê filan kes werînin û wî talan
bikin.“ Wanjî ev dikir.
-
- Diz/Kedxwarî:
- Ya dûdûyan jî diz bûn
wandiza diçûn pez
dewarê xelkê didizîn an sextekarî dikirin
an xelk diþelihandin. Me digot: „Filan kes weke cin e, karê
cilê xelkê ji wan jêke nahêlê bi xwe bihisin pir cambaze û jîr
e.“ Me wesfê wan dida.
-
- Mêrkûj/Qatil:
- Yên sisîyan jî qatil
bûn çiqas qatilê
ku hebûn me digot: „Evê han çûye
nizanim çend mêr
kûþtine û mêrê di ser wîre tûnene, nizanim çend
ji aþîra filan kes kûþtin û tovên mêran ji eþîra wan
qelandin.“ Ciwanên me jî di wan odande hisreteke kûr dikete dilê
wan û digotin: “Xwezî min jî çend
mêr bikûþtane da xelkê pesnê min jî bikrana.“ Heweseke wisa bi
wanre çê dibû.
Mixabin rewþa me ev bû hetanî ku þoreþa bakur ji bo azadî û aþîtî
dest pê nekir. Piþtî destpêkê û heta îrojî gelek tiþt hatin gûhertin,
lê hîna jî ev gûhertin bi serê xwe nebesin. Rewþenbîrên
Kurdistanê divabin rolên xwe bileyzin û gel perwerde bikin, da ku gel
bêhtir li xwe û li mafê xwe xwedî derkevên.
-
- Li gel rêz û silavên
-
- Mehmet Salih Dalînî,
dem 17.10.2006
-
-
-
|
|
|