Wêneya wahþetê li Amedê rû da

 

Mihemed Salih



Wahþet, wahþet û dîsa wahþet!!! Belê wê kengî ev zilm û zor ji ser Kurdan rabe?
Wê kengî dawî li van wahþetan werê?
Wê heya kengî  zarokên me werin kuþtin û qetilkirin?
Wê heya kengî anfal û gaz lime bên riþandin?
Wê heya kengî bombeyên kîmyewî li ser gelê me bên ceribandin?
Wê heya kengî daristan û zozanê me bên þewitandin û wêrankirin?
Wê heya kengî dîroka me ya bi hazar salan bê wêrankirin û talankirin?
Wê heya kengî qedexe li ser navên zarokên me bimênin?
Wê heya kengî qedexe ya navên kurdî li ser gûnd û bajarên me bimênin û navê bi tirkî li ser wan bin?
Wê heya kengî keç û xortê me, ku ji ber sedema mafê ziman û çanda xwe xwestina di zîndan û îþkenca de bimînin?
Wê heya kengî zarokên me yên 12 salî bên gulebarandin, wek terorîst bên xûya kirin û qatilên wan bên xelat kirin?

Wek tê zanîn di 12.09.2006an de li Amedê êrîþek bombayî li dijî kurdên sifîl ji alîyê hêzên tarî yên faþîstên tirk hat kirin. Di vê êrîþa terorîstî de 11 sifîl, ku piranîya wan zarok bûn, hatin kuþtin. Ev buyer faþîstên tirk di bin navê T.I.T (Türk Intikam Tugayi yanî binavê hêza tolhildanê tirk) di malpera xwe ya înternetê girtin ser xwe.
Navê "tugay" di beþek hêza leþkerî tê binav kirin. T.I.T bi JITEMê re kar dikê (JITEM Jandarma Ýstihbarat ve Terörle Mücadele Teskilati - Teþkîlata Sîxurê Jandirmeyên nîjadperest) û bi gelek hêzên dî yên tarî þerê qirêj li Kurdistana Bakûr didomînin.
Ev 80 salin, ku ev rêxistinên tarî di tarîbûna dewletê de gelê me direvênin û dikûjin.
Ev hêzên tarî bi sedan nivîskar û rewþenbîrên Kurd kuþtin.
Teror û wahþeta li ser gelê Kurd car bi car bi navê Hîzbullah, JITEM, T.I.T.  û her wekî gelek rêxistinên dî tarî yên tirk hatine kirin.
Gelek caran Kurdan kesên di bin van hêzên tarî naskirina û ew kes radestî dewletê kirina, weke buyera Þemzînanê. Lê belê wek buyera Þemzînanê, ku generalê tirk Buyukanit digot: "Ew zarokên me yên baþin. Ez wan baþ nas dikim.", ev kesên di van hêzên tarî ji alîyê dewletê û artêþa tirk tên parastin.
Îro jî "ew zarokê wan ê baþ" li Amedê li ser karê xwebûn!!!!

Wê heya kengî cîhan bi lîstika sê meymûna bilîzin û bêjin: "Me nedît, me nebihîst û em napeyvin."?
Êdî bese ey gelê Kurd, li maf û heqê xwe xwedî derkevin! Bera kesek nebêjê: "Ev partîya min e, ev hêza min e, ev eþîr û malbata mine.".
Berjewendiyên xwe yên partîtî, eþîrtî û malbatî bavêjin rexekî û werin em tevde li berjewendiyên xwe yên netewî xwedî derkevin!
Berjewendiyên xwe yên kesayetî, eþîrtî û partî li ser berjewendiyên netewî re negrin!!
Berjewendiyên netewa Kurd li ser hemû berjewendiyên xwe re bigrin, ji bo ev zilm û zora li ser gelê me rabe, em jî wek her gelekî cîhanê bighîjin azadîya xwe û em jî di nava cîhanê de bibin xwedîyê rûmetê. Xaka Kurdistanê û zengînbûna wê têra me teva dike.
Werin em hêza xwe bikin yek û ji bo welatê xwe kar bikin. Tenê bi hiþyarbûn û bi hêza me ya yekîtî em dikarin pêþya gelek wahþetên li dijî gelê me bigrin û bighêjin gelek armancên xwe.

Li gel silav û rêzên,


M.Salih
Almanya, dem 13.09.2006

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org