Curên federalimê li cihanê û federalisma pêwist jibo Îraqek demoqratik û bi îstiqrar

 Dr. Musa KAVAL

  Beþ. II:  Dewlerta Federal û pirsa tuxubên hundurî.

Pîrsa tuxuban yek e ji giringtirîn pirsên Dewleta federal. Lewra di hundurê tuxuban de, selahiyêtên huqî û siyasî di navbira Dewleta federal û yekaneyên federeki de, tên payvekirin. Herwesan gora danandina tuxban aþtî û îstiqrara hundurî dikarin bên musugerkrin û sîstemê demoqratik dikare rune. Jiber vê yekê, ji lêkolînên li ser Dewletên federal, diyar dibe ku hindî tuxub çêtir rumeta rastî û cudahiyên netewî bikin, aþtiya hundurî û sistemê demoqratik baþtir dirone. Xwezaya Dewleta federal fer dike ku jêra du curên tuxuban hebin û bo her yekê xusosîyek û statuyek siyasî û huqûqî bête naskirin û rumetkirin.

a. Tuxbên navnetewî .

Jibo Dewleta sereke ya federal du curên tuxuban hene.Tuxubên navnetewî û tuxubên navxweyî ku dinavbira yekaneyên federekirî de tên danandin.Yekîtiya Dewletê, hakimiyeta wê  bi tuxubên navnetewî  tên misogerkirin. Ew ji  layê Netewên yekgirtî ve tên naskirin û  ji layê Dewleta federal ve jî têne paraztin. Dewleta federal gora  selahiyetên xwe ku di destorê   de tên diyarkirin, deshilatdariyên xwe yên icrayê û yên dadçêkerinê li ser hemo tuxubên federal  bikartine. Lê ev selahîyet bi destorê tên kêmkirin .

Jibervê yekê sê curên selehiyetan hene: a. Selahîtên xemalên Dewleta federal. b. Selahiyetên xwemalên yekaneyên frderekirî c. Selahiyetên muþterek di navbera herdu terefan de. Dewleta sereke  dest ji beþek mezin ji selahiyetên xwe berdide û ji yekaneyên federekirî re dihêle. Di vî derbarî de numoneyên Belçika û Kenda, Suisra  jibo îraqî  giringin.

 

b. Tuxubên hundurî.

Tuxubên hundurî yên Dewleta federal hem nasnameya Dewleta federal didin naskirin û qebulkirin hem jî yên yekaneyên federekirî. Her yekaneyek federekirî  tuxubên xwe yên xweser hene û di hundurê wan de, selahiyetên xwe bikar tîne.

Danandina tuxubên hundurî yên yekaneyên federekirî di hundurê Dewleta federal ya sereke de,  li ser bingehên adil û gora rastiyên netewî,  pir giringin jibo aþtiyê navxweyî , jibo demoqrasiyê û jibo çareseriya pirsgirêkanên hundurî.  Herweku me   di beþê yekemîn de  diyarikir, du curên Dewletên federal hene. Dewleta fedral ya yeknetew, yekziman û yek çand; Dewleta federal ya pirnetew, pirziman û pirçand.  Di vî derbarî de pêwîste bête diyadkirin ku tuxubên hundurî yên yekaneyên federekirî gora  rastiyên hundurî têne danandin. Anku  tuxubên hundurî yên Dewletên federal yên bira yekemîn, bes li ser bingehên îdarî  tên danandin. Numûnên wan Dewletan yên giring  Amerika  û Almanya ne.  Jiber ku di wan de cudahiyên netewî û zimanî nînin, jibo wan, jibilê federalisma îdarî ne mumkune.

Lê cure duyemîn ji Dewletên federal pirnetew, pirziman û pirçandin. Federalisama wan ne mumkun e bes li ser bingehên îdarî be. Ew li ser bingehên corafiya zimanî  tên tesbîtkirin. Selahiyetên îdarî jî gora wan û di hundurê wan de tên danîn. Tuxubên herêmên ku piraniya gelê wê bi zimanek cuda  diaxive di heman demê de, dibin tuxubên îdarî û corafî yên wê yekaniya federekirî.

Ji numunên vî curên Dewletên federal, mirov dikare Dewleta Keneda, Belçîka û Suwîsre bihejmêre.

Di van Dewletan de tuxubên hundurî li ser bingehên curafiya zimanî  hatine danandin. Dewleta federal ya Canada ( Keneda) ji 13 yekaneyên federekirî pêktêt. Bes piraniya xelkê Quebec (Kebek)  bi zimanek cuda ji ingiliziyê diaxive. Nufusa hemo Quebec dora  heft milyon û nîvan e. Ji wan bes dora car milyonan bi zimanê fransî diaxivin yên mayên di hundurê Quebec de kêmnetewin. Ew bi  zimanê ingilîzî û bi pir zimanên din yên cuda diaxivin.

Di gel vê yekê jî tuxubên Dewleta federekirî ya quebec li ser bingehên zimanî anku etnîkî hatine danandin. Di van tuxuban de zimanê fransî yekîmîne, yê inglîzî duyemîne. Zimanên inglîzî û fransî hedu bo hemo Cananda  du zimanên resmî ne.

Herwesan tuxubên Dewletên Belcikî, suwîsrî jî li ser bingehên zimanî hatine danandin. Li swîsre çar zimanên cuda hene: Almanziman ( 64%) Fransziman       ( 19%), îtalîziman( 8%),  romanziman (1%) ( dora 10% biyanîn e û ji gelên cuda pêktên). Tuxubên hundurî yên Dewleta fedral a Swîsrî li ser rastiyên zimanî , hatine danandin. Tuxubên her yekanîyek fedrekirî gora zimanê piraniya gelê wê hatine qebulkirin. Tuxubên hundurî yên Dewleta federal a Belçîkî jî wek Canada û Swîsre li ser     bingehên zimî hatine  danandin. Flamand (56%),  ku bi nêrlendî diaxivin, Wallon (41%) ku bi fransî diaxivin, û kêmnetewa alman (1.5%)  di herêmên cuda  de dijîn, gora tuxubên zimanî, tuxubên wan yên curafî û îdarî jî hatine danandin.

Di van numunên jorî de, her gelekê hukmetên xwe yên netewî hene, parlementên xwe hene, sistemê xwe yê îdarî, civakî, perwerdeyî, û siyasî heye. Li ser van bingehan deshilatdarî di navbira Dewleta merkezî ya federal û parçeyên wê yên federekirî  de hatiye dabeþkirin.

Di vî derbarî de, hewceye bête gotin ku federalisma netewî ya van welatan, yekatîya Dewleta federal lexer ne kiriye, tam bi eksê ew xurtir kiriye. Di gel ku jibo gelên wan mafên serxwebûne hene û partiyên  serxwebûnxwaz jî hene, lê çu tehlîka parçebûna nîne.

Li Keneda pir caran referandum jibo serxwebûna herêma Kebek hatiye kir,  lê gelê kebek ew redkiriye. Herwersan li Becika partiyên sexwebûnxwaz hene û imkana refedrandumê jî heye lê yekatiya netewî ya Belçika bi wan qet zeîf nabe. Bi belevajî, piþtî ku Belçika,  di destpêka  salên hizar û nehsed û nehwêdan de, bû federalismek berfireh, yekatiya wê ya netewî sal li pey salê xurtir dibe.

Numuna Swisre hêj balkênþtire. Digel ku ev welate ji çar netewên cuda  pêktê, di zortirîn fetrên dîrokî yên Ewropa de , yekatiya wî ya netewî qet ne hejhaye. Di van þehsed salên burî de, bi dehan caran nexþa ewropa ya siyasî û curafî hate guhurandin, bi dehan Dewlet avabûn û wundabûn lê Swisre nehate guhurandin û yekatiya wê xurttir bû. Nexasime  Piþtî  þerê cihanê yê yekemîn û  þerê cihanê yê duyemîn  ku nexþa cihanê û ya Ewropa serêkûbinêk bûn û ji nuve hatin þekilkirin, Siwusre li ber xwe da û bû numona demoqrasiyê, îstiqrarê, pêþketina siyasî, abûrî û aþtiya civakî.  Bê guman hêza vê Dewletê jî saxlemî  û edaleta payvekirina selahiyetên siyasî û îdarî û ji danandina tuxubên netewî yên hundurî tê. Jiber vê yekê çu sedem jibo nakukiyan, hessasiyetên netewperestî, ji hev nefretkirin û kênê ne mayine. Çu netew xwe mexdur nabînin, heryekê gor xwe mafên xwe wergirtîne.  

 Dema mirov van numunên federaismê analiz dike û li îdiayên hin Dewletên Rojhelata-Navîn dinêre yên dibêjin ku federalismek berfireh bo Kurdidisanê, dê Îraqê parçebike, diyar dibe ku ew derdor qet jibo mesilheta yekatî û îstîqrara Îraqê nbêjin. Tam bibelevajî, ew dixwazin ku federalismek seqet li vî welatî  bête danandin da ku ew herdem bê îstiqrar bibe û sîstemek demqratik yê ku bikare bibe numone jibo herêma Rojhelata navîn , ne ête danandin. 

Piþtî ku bikinî  behs ji cureyên federalisman hate kirin gelo çi curê federalismê  gora rastiya Îraqê pêwîste ?  Gelo   gora þertên siyasî, dîrokî, çandî yên Îrqê çi curê federalismê dikare jibo vî welatî,  aþtî, demoqrasî û îstiqrarê misoger bike ? Di beþê sêyemin yê vê nivîsê de, em dê hewul bidin bersifa  van pirsan  diyar bikin.