Dr.
Musa Kaval
Siyasetmedar û huquqnasê Qanûna destûrî
Cureyên federalismê li cihanê
û
federalisma pêwîst ji bo Îraqeke demoqratîk û bi îstiqrar
Beþ I.
Cureyên federalisman:
Bê guman pirsa
federalîsmê wek sazgariya (sîstemê) demoqratik ji Dewleta hemdem
re, jibo paþeroja gelê kurd, jibo demoqrasî, aþtî û îstiqrarê
li Îraqê herwesan li
Rojhelata-Navîn jî, yek e ji giringtirîn
mijaran. Dema mirov dewletê dikete babetê lêkolînê, muqayesekirina
dewleta federal bi ya uniter re
(merkezî) dibe xudan giringiyek mezin. Di vî derbarî de , dîroka siyasî
û sosyolojî ya dewletê diyar
dike ku piþtî þoreþa fransî û bi taybetî piþtî þerê cîhanê yê
yekemîn dewleta merkezî, bibû modelê belavtir li cîhanê. Lê piþtî
þerê cîhanê yê duyemîn serê
teraziyê di aliyê dewleta federal de xar bû bi berdewamî giran dibe. Kêmasyên modelê dewleta
uniter jî her diçe
diyardibin.
Di vî derbarî de hind guhûrînên giring peyda bûne
û berdewam dikin:
Modelê dewleta uniter ber bi kêmbûnê ve diçe û ne
ma bersifa hewcehiyên demoqratîk yên civata hemdem dide.
Modelê dewleta federal
li çihanê belavdibe û pêþveçuyinên demoqratikî, civakî, aborî û
siyasî bi berdewamî misoger dike.
Ji aliyek dinve Dewletên uniter, jiber ku bersifa rastî
û îhtiyacên, demoqtatokî , aborî û çandî na din, ni karin
pêþveçuyinên pêwîst di van waran
de, misoger bikin. Mirov
dibîne ku dewletên uniter yên kilasîkî hemo di van waran de gora Dewletên federal paþve mayî ne. Ji ber vê sedemê ye ku Dewleta
fransa ku bingeh û numona yekemîn ya Dewleta uniter danaye, piþtî
salên 1980 û hêve dest ji vî modelê
berdaye, bûye Dewletek ne merkezî û niho ber bi federaliyetê ve
diçe. Di salên 1960 an de lîderê
Firensa yê dîrokî Charles de Gaules
( þarl di gol) dixwast ku fransa dest ji merkeziyetê berde. Ji ber
ku ev daxwaza wî di encama referandoma sala1969 de
ne hate pejirandin, wî ji serokatiya Komara Fransa îstîfakir û ço
mala xwe roniþt.
I.
Xwemaliyên (Xusosiyet) Dewletan
federal gora hoyên (urfên) navnetewî.
Dewleta Fedral tê
danaskirin (tarîfkirin) wek: Dewletek yekgirtî, yek hukumranî (hakimiyet)
û serbixwe di asta navnetewî de, lê
pirparçe di asta hundurî de. Dewleta
federal ji yekîtiya birek
dewletên federekirî pêktêt. Jibo ku
tebîr hisanîtir bibe em ji wan re peyvnas
a ( termonolojî) yekaneyên federekirî bi kartînin.
Di danaskirina dewleta federal de, yekîtî
xalek serekeye. Lê ev yekîtiye bi xwe jî rastiyên cuda yên çandî,
etnîkî, û herêmî ku bi pêvajoyên dîrokî
peyda bûne, di hundurê xwe de dipejirîne û jibo saxlemî,
demoqrasî û îstiqrara xwe hebuna
wan a huquqî, siyasî di
qanuna xwe ya hundurî de didete misugerkirin û bê asteng di kevîte di
jiyanê de.
Ankuya huquqî û îdarî
ya dewleta federal berîtiye ji vê yekê
ku ew
dewletek duqate : Qata
jorî Dewleta Yekgirtî ya
federal e, qata jêrî, ji dewletên federekirî
pêk tê. Bi tebîra
qanuna destorî bo wan tête
gotin Yekaneyên federekirî.
Sazkirina hundurî, nasnameya wê ya netewî û navnetewî li gora wan
diafire.
Dewleta Federal gora hind perisîpên giþtî tê avkirin
û xwemaliyên (xusosiyetên ) wê gora wan tên
afirandin. Herweku me li
jor îþaret kir, Dewleta
federal ji birek dewletan pêk têt, di serde
Dewleta federal radiweste, di bin de yekaneyên federekirî
cih digirin. Anku Dewleta federal, di warê siyasî, îdarî û huquqî
de li ser dewletên federekirî
hatiye nijintin . Sazgariya (sîstem) wê ya siyasî, destorî
û îdarî xweser e, ji yên yekaneyên
federekirî cudaye.
Jibo her yekaneyek federekirî jî sazgariyek xweser
heye. Selahiyet û desthilatdariyên taybetî, di warê siyaseta hundurî
de, di warên perwerede, aborî, çandî û civakî de hene. Heta
di hind beþên karên derve de jî , wek karên çandî, sportî û
civakî yekaneyên federekirî dikarin bibin xudan selahiyet.
Jibo
ku baþtirîn statuyê federalismê jibo Îraqê bête femkirin pêwîste ku
berê hertiþtekê curên
federalismê yên heyîn li cihanê bên lêkolîn û gora welatên ku rewþa
wan wek ya Îraqê ye statuyek jibo Îraqê bete pejirandîn. Dema mirov li
xwezaya federalisman li cîhanê dinêre û herwesan teoriyên
zanyarên qanuna destorî analiz
dike du cureyên federilizmê diyar
dibin û her yek gora rastiya
rewþa hundurî ya dewleta federal hatiye danandin. Rastiya beþekê ji
Dewletên federal fer dike ku federalisma wan bes li ser bingehên îdarî
be (anku corafî) lê rastiya dîrokî, çandî û etnîkî ya hind Dewletên
din jî fer dike ku federalisma wan ne bes le ser bingehên îdarî be lê di heman demê de li ser
bingehên netewî jî
be.
II.
Federalisma îdarî
Federalîsma
bes li ser bingehên Îdarî ,
ew e ya ku xwecihên wê ji yek
netewî pêk tên, zimanê wê
yeke. Eger hin etnikên cuda jî
hebin, ew di herêmên cirafî yên belav de dijîn, yekatiyek curafî
ku tê de pirjimar bin nîne.
Ji ber ku gelê vî curê Dewletên federal bi yek ziman diaxivin û çanda
wan yek e, rastiya wan bes
hewcehî bi federalisma îdarî heye. Ji ber nebûna netewên cuda , di vê
rewþê de, federalism li ser bingehên netewî ji xwe îhtiyac pê nê û
ne mumkun e jî..
Ji
numonên van dewletan mirov dikare, Federalisma Amerîka û ya Almanya destnîþan bike. Di van curên Dewletan de pirsgirên
nasnameyên cuda nînin. Perwerde, çapemenî, zimanê resmî, qanûn,
agahdarî, îdare hemî bi yek zimain,. Ji ber vê yekê, hududên curafî yên
zuman, çandê û etnîkî ji xwe nînin.Di vî derbarî de çu pirsgirêk jî
nînin. Di numuneyên me li jor behsê wan kir, çu tuxubên zimankanî
û çandkanî yên cuda di
navbira dewletên federekirî yên Dewleta Amarika ya Federal de nînin.
Herwesan çu tuxubên bi vî awayî di navbira Dewmetên federekirî yên
Dewleta federal ya Almanya jî nînin.
Federalisma
îdarî ya van dewletan berîtiye ji payvekirina deshilatdariyên îdarî di
navbira Dewleta Federal û
dewletên federekirî de. Bo her dewletek federekirî tuxubên corafî hene
û du hundurê wan tuxuban de selahiyetên
xwe yên îdarî, huquqî û siyasî
dixebitînin.
Federalisma
îdarî bi xwe jî dibe du cur: Dikare bibe federalisma wîlayetan. Di vê
rewþê de tuxubên heremên federekirî tengin, nufusa wan jî kême. Ev
curê federalismê pir kêm e. Curê
duyemîn ji federalisma îdarî ya eyaletan e. Her eyaletek ji pir wulayetan
pêk tê, ji ber vê yekê curafiya wê meztir e. Çi federalisma eyaletan
be çi jî ya wîlayetan be di aliyê statut û huquqî de ferq di navbira
wande nîne. Di herdu rewþan de nasnameya netewî ya cuda bo xelkê wan na
ête naskirin.
III. Federalisma netewnas (li ser bingehên netewî (yan jî corafiya zimanî).
Ev
curê federalismê ewe yê ku xwecihên wê ne ji yek gel pêk tên. Lê ji
du gelan yan pirtir pêk tên . Ji
ber vê yekê di hundurê vî curê federalismê de, tuxubên curafî gora
ziman û çandên cuda bi pêvajoyek
dîrokî berî avakirina dewletê
hatine danandin. Ji ber vî bingehê
zimanî, cudahiyên, dîrokî, çandî, hoyî (adetî) û civakî hene û
wanan xusûsiyetên nasnameyên cuda jibo her gelekê afirandine.
Dewlata ku rastiya wê ya civakî dîrokî û corafî
eve ye, fedralisma wê na be ku bes li ser binhehên îdarî yan
eyaletan be.
Ev
cuna federalismê rastiyên cudahiyên netewî, ziman û çand, dikete
bingeh. Gora wan rastiyan, di hundurê dewleta federal de tuxubên curafî yên
yekaneyên federekirî ku beþin jibo
dewleta federal tên destnîþan kirin.
Sistemê îdarî û parvekirina selahiyetan di navbira Dewleta
ferderal û dewletên federekirî gora
wan tuxuban têtene dabeþkirin. Bi awayek din
sistemê pêwist bo dewleta federal a yekgel sistemek yek tûxe (tebeq)
weku me di derbarê cuna yekemîn li
jor behs kir. Lê sistemê pêwist
bo dewleta federal ya pir gel, nabe ku yek tûx be, ew ji ber pêwîstiya îstiqrara
hundurî û rumetgirtina cudahiyên nasnameyan,
dutûx e. Tûxek ji dabeþkirina
curafî pêk tê, tûxê din ji xemaliyên
netewî pêktê. Dutûxiya federalimê di vê rewþê de, demoqrasî,
aþtî, îstiqrara hundurî
misoger (gerantî) dike, lewre ew hemu pirsgirênkên sereke çareser dike.
Di
vî derbarî de, hemo dewletên demoqrat ev rastiye dayne bercavan û gora wê
federalismên xwe damezirandîne.
Jibo
ku rê li ber federalisma Netewî a Kurdistanê bête girtin, tebîra
federalisma etnîkî ku vê demê jibo Kurdistana Baþur tê nîqaþkirin,
ji layê hind netewperestên turk ve hatiye afirandin.
. Ev tebîre bi niyetek
xirab, bi nîfaqek mezin ji layê deshilatdarên turk ve tê bikaranîn.
Disan mirov dibîne ku ferqucudahî, diskriminasyon di derbarê gelê Kurd
de tête kirin.
Di
dema ku Turkiye jibo kêmnetewa turk, li Qibrisê bi federalismek netewî jî
razî na be, statuyek ji wê jî mestir dixwaze,
li dijê federalimê jibo gelê Kurd di sekine, hemo îmkanên xwe li
dijê wê bi kar îne. Ev
sihsalin ku leþkerê turk li Qibrisa bakur bargehên xwe danandine
û jibo etnika turk bi awayek yek alî Dewletek ser bixwe
îlankiriye. Îro ew weko gurê xwe dikete di postê mihê de,
yan wek dizê mizkevtê yê ku þasik û cubê imamî ber dike, bi
navê dij-etnikiyê û pirensîpên înasî,
hemo mafên înasanî jibo gelê kurd înkar dike û
li hember federalisma Kurdan disekine . Boçî jibo Qibrisê, jibo
Belçika, jibo Keneda, jibo Suwisre Federalisma li ser binhehên netewî,
zimanî tê qebulkirin û kes qet itirazê jî li ser nake, lê jibo Kurdan
heman tiþt na ête qebulkirin.
Jibo
ku vê forma baþtirîn a federalismê, reþbikin , bileke bikin, sîfetê
federalisma Etnîkî pêve dirisînin. Di
Esasê xwe de helwesta dewleta turk helwestek nejatperest, helwestek
dij-însaniye lewra ew
siyasetek apartayid û cudadar ( diskriminasyon) dipejirîne. Egter jibo
Kurdan Federalisma li ser bingehên netewî ne ête qebulkirin bila wê gavê
li Qibrisê jî bête redkirin û hemo federasyonên li ser bingehên zimanî
netewî bêne redkirin.