Îraqa
federal modelek nû bo Rojhelatê didane.
Li
her kesê pîroz be
Dr. Musa Kaval
Destora
kurtdem (muweqet) bo sîstemek federal li Îraqê û Kurdistana Baþûr hate
pejirandin, ew li gelê kurd û
li hemo gelên Îraqê pîrozbe. Pêngavek
dîrokî, siyasî, hem huquqî hate havêtin.
Bi saya mucadela gelê kurd, sîstemek demoqratik, pirdeng û pirreng bo
cara yekemîn li rojhelata navîn tê damezirandin. Ev sîstem huhuqek nû,
mêfên nû bes ji bo hemo kêmnetewan
lê her wesan ji bo hemo hemwelatiyan, didet qebulkirin. Ev dikare bibe
modelek ji bo dewletên herêmê. Ji ber vê yekêye ku hind dewletên
imhakirina kêmnetewan ji bo xwe kiriye armanc û siyaseta xwe ya netewî li
ser danaye, pir bi vê rewþê xemgînin
û hewil didin ku vê tecrîba însanî û demoqratik hilweþînin. Ew na
xwazin ku azadiyên giþtî jibo hemwelatiyên xwe bipejirînin.
Pîstî
ku dewletên hemdem li Rojhelata-navîn
di pey þerê Cihanî yê yekemîn de hatin avakirin, helandina çand,
ziman, mafên kêmnetewan bibû armanc ji bo wan.. Her curê zulim û
zordestiyan, bi awayek aþkere dihat û ta îro jî tête kirin. Hemo kêmnetewên
rojhelata navîn ketin di tehlîka nemanê de. Zengîniyek bê biha: ziman,
çand, edebiyat, forlklor, medeniyet, mîrasek mezin yê hizaran salî, yê
mirovîtîyê, li gor siyasetek resmî ya netewperestiya van dewletan bi zanîn,
dihatin û tên qelandin û ji
holê tên rakirin. Di vî derbarî de cenosîdek
çandî tête kirin. Hemo gelên kêmnetew:
Kurd, Asuro-kildanî; Turkmen, Azerî, çerkez, Laz, Abaza
û bidehan kêmnetewên din di tehlika nemanê de ne. Bi vê siyasetê
ruha Rojhelata Navîn, zengîniyên wê yên înasî û dîrokî tên
binbirkirin, Gunehek mezin li
dijê mirovîtiyê tête kirin.
Ji van gelan bes Gelê kurd bi sedan salin alaya mucadela azadiyê
hildaye û ji bo wê xuna xurt û kiçên me hatiye rijandin û hêj
berdewam e. Herkes dizane ka jibo vê mucadela azadiyê ci hatiye serê
kurdan. Mucadeleya gelê kurd, bi mentiqa xwe, bi encamên xwe, ne bes ji bo
bercewendiyên kurdan bi tinê bû lê di heman demê de, di salihê hemo
gelên din de ye, bi taybetî yên
me li jor navên wan anîn. Di gel vê rastîyê ji
mixabin, jibilî kêmjimarekê ji
Kaldo-asuriyan, kesdin piþgirtiya vê mucadelê nekir. Ka ci ji birsê,
ci ji tirsê ci ji ber nefêhmkirin yan cavpênerabûnê ewan bi awayek giþtî
di gel siyaseta dewletê cih
girtin û li dijê bizava gelê kurd helwest swergirtin.
Ev helwesta wan bê ku ew pêbeshin, di heman demê de li dijê mafên
wan bi xwe bû , mafên wan yên siyasî, çandî, civakî û dîrokî.
Îro jî her helwesta ku ew li dijê mafên kurdan bigirin, û bibin
sedem ji bo ne bidestxistina van mafan, de heman dem de,
ji bo wan bi xwe jî zererek mezin e. Ew bi vê yekê kevirekê li
cokê xwe didin.
Ji
aliyek din ve mucadeleya gelê kurd, rê li ber azadiyên giþtî jibo hemo
gelan vedike. Anku ne bes bo gelên kêmnetew lê diheman dem de ji bo gelên
deshilatdar yên pir jimar jî. Lewre ev mucadele dibe dsedem ji bo
binecihkirina demoqrasiyê. Bes bi riya
Demoqrasî, bi rumetgirtina azadiyên giþrî, pirdengî û pirengiyê
netew, Dewlet dikarin pêþbikevin. Aborî, sinet, çand, huner, û aþtiya
civakî û îstiqrara siyasî dikarin pêþbikevin. Tarix didete nîþandan
ku kêmazadî û sefalet, paþvemayînên civakî, siyasî, aborî, hunerî
bi hev re dimeþîn.
Numuneya
Îraqek federal didete nîþandan ku mucadeleya gelê kurd ji bo hemo gelan
li îraqê encamek dîrokî da.
Bila bi wujdan û bi bi awayek zanistî li rewþa îraqê bête nêrin. Eger
gelê kurd mucadele nedabe, ew bedelên ku herkes di zane nedabane,
federalism li vî welatî çênedibû,
ne dihate niqaskirin jî. Heta Amrika
jî biryar ne dida ku leþkerê xwe
biþîne ji bo hilweþandina Seddam Huseyin. Pirpir da ambargoyê deh
yan pazdeh saldin din li dijê
rejîma Sedam dete domandin. Sistemê partiya Bas bi awayek din da berdewam
ket.
Mixabin,diyare
ku hêj beþek mezin ji berpirsyarên kêmnetewên Îraqê, ta îro jî
anku û giringiya vê delîva dîrokî fehim nekiriye. Hind derdorên
Turkumen yan ji kêm netewên din anku û ehmiyeta federalismek ber fireh ji
bo Kurdistanê, bi guman û bi
þubhe dibînin. Lê ger mirov bi pîvan û qalibên siyasî lê binêre
diyar dibe ku ew bi vê helwestê berî her tiþtekê zererê li xwe û li
mafên xwe dikin. Seng û çarceva mafên
kurdan dibin pîvan ji bo gelên din yên kêmnetew . Hindî ku
sitatuya federalismê li Kurdistana baþur mezin be hind qas ji bo kêmnetewên
din wek keldo-asuriyan û Turkmenan, beþtire. Hindî ku mafên kurdan kêmbin
hind ji bo wan xirabtire. Ew dê pirtir zerê bibînin.
Ji
aliyek din ve Federalismek berfireh, bi edalet
ku rastiyên dîrokî û civakî bo Kurdan bipejirîne, ne tehlikeye
ji bo parçebîna îrakê, ne jî jibo mafên
Kêmnetewên din. Tam bi belevajî, musugeriya van mafan,
hem ji bo paraztina yekatiya Îraqê hem jî ji bo mafên van kêmnetewan.bê
guman ewlekariye ( gerantiye). Gelê Kurd hem bi awayê demografî, dîrokî,
çandî, û curafî yek ji mazintirîn gelên Rojhelata navîn e, mafên wî
jî heye ku dewletek serbixwe dane. Lê herwekû nunerên Kurd li Baþur dibêjin
û tekrardikin her wesan nunerên kurd li parçeyên din jî dibêjin û her
dubare dikin çu proje û stratijîyên
parçekirina çu dewletan li cem partiyên siyasî yên Kurd nînin.
Lê eger Husnuniyeta Kurdan ne ête fehmkirin, û mafên kurdan her bi
awayek neheq bêne perçiqandin,
înkarkirin û bersufên nerênî jê
re bêne dayîn, careserî û
edalet bo nê êne qebul kirin, siyaseta înkar û imhakirina gelê
kurd berdewambe wê gavê kes
nakare bibe kefîl ku neslên
kurd di demên were de, wek raksyon, stratîjiyek cuda na danin ber xwe.