Parlementa
Europa û Pirsa Kurdî.
Dr. Musa Kaval, Serokê Komisiyona Karên Derve ya Kongra Netewî ya Kurdistan.
Van
rojên dawî di malpera « Kerkuk-Kurdistane » de hatiye nivîsîn,
ku navê Kurd û Kurdistanê li Parlementa Ewropa hatine qedexekirin...
Ez pir matmayî mam. Wek kurdekî û wek Serokê Komisyona Karên Derve ya Kongra Netewî ya Kurdistan KNK, min ji erkê xwe dît - da ku rastî bête zanîn - li ser vê babetê hinde dîtinan bînim ziman.
Armanca
min ne ew e ku wê gotarê binirxînim yan jî rexne bikim, bila
xwediyê wê, piþtî ku vê nivîsa min xwend, bi xwe binirxîne.
Mixabin pir caran em di hin malperan de gotarên bê bingeh dibînin.
Yek
ji pîvanên bingehîn yên nivîsînê, çi di warê rojnamegeriyê de, çi jî
di derbarê lêkolînên zanistî de, ew e ku mirov berî her tiþtekî li
rastiyê bigere; ev emaneteke mezin û bi rûmet e. Dema di navbera hestên þexsî
û rastiyê de nakokî çêdibe, erka mezin ew e ku mirov teslîmî hestan nebe.
Ev cudahiyeke bingehîn e; ji aliyekî ve di navbera lêkolîn û agahdariyan
de, ji aliyekî din ve jî di navbera romannivîsîn û helbestvaniyê de. Di
van herdu rewþ û babetên dawî de, nivîskar dikare hevsarê hespê xeyala
xwe berde, wî serbest bihêle û heta dikare bibezîne; ev ji mafê wî ye. Lê
belê hinde mijarên din hene ku ne wisa ne. Ji lew re, dixwazim bizivirim
babeta xwe ya bingehîn .
Bi
dehan sal in ku hejmarek ne mezin, ji Kurdan li dervey welat û li Ewropa mafên
gelê kurd diparêzin. Bi taybetî
piþtî ku þerê çekdarî li Kurdistana bakur xurt bû û piþtî
ku birek ji berpirsyar û nunerên DEP hatin bo Ewropa ev xebate gurtir bû.
Dikarim
bêjim: Ev þeþ sal in ku ez jî bi awayekî profesiyonel, berê bi navê PKDW
paþê bi navê KNK, li ba saziyên navneteweyî, bi taybetî yên ewropayî
pirsgirêka gelê kurd li gora imkanên xwe diþopînim û diparêzim. Bi
xwendina vê nivîsa ku me behsa wê kir, ji bo min hat diyarkirin, ku xebata li
saziyên navneteweyî û ewropayî, ya ji layê KNKê ve hatiye kirin, ji bo
raya giþtî ya Kurdan têr ne hatiye xuyarkirin. Di dema borî de me ewqas girîng
nedidît, em behsa xebatên xwe yên karê derve bikin. Lê bawer dikim, gelek pêwîst
e, di derbarê van xebatan de carinan agahdarî bên dayîn.
Ev
bû pirtir ji deh salan e, ku pirsa Kurd li Konseya Ewropî, paþê li
Parlementa Ewropî tê nîqaþkirin, carcar biryarname û raportên Konseya
Ewropî behsa mafên kurdan dike û pir caran siyaseta dij kurdan, nexasime
ya dewleta tirk, bi tundî hatiye rexnekirin. Di van
salên bihurî de, hersal di raportên Parlementa Ewropa de, pirsa kurdî
tê nîqaþkirin û di biryarnameyên wê de li ser Kurdan hin caran bi awayekî
vekirî, hin caran sergirtî rewþa Kurdan cih digire. Lê hersal ji salên berê
bi awayekî berfirehtir mafên gelê Kurd tên nîqaþkirin û dikevin nava
rapor û biryarnameyan. Ergumant û daxwazên aliyê kurd
baþtir tên nîqaþkirin û pejirandin. Digel ku dezgeh û îmkanên kurdan
gora yên dewleta tirk lawaz in, lê dîsan mirov dikare bêje, ku encamên em
werdigirin, ji yên Tirkan baþtir in. Pir caran çapemeniya tirkan bi xwe jî
ev rastiya han aniye ziman û kiriye sedema rexnekirina li dîplomasiya tirk. Lê
belê herweku her kes dizane, dewleta tirk, ne biryarên xwe, ne jî yên
navneteweyî di derbarê Kurdan de bi cih tîne.
Raporta
Parlementa ewropayî ya îsal, ji layê Parlementerê Holendî Arie Oostlender
ve hatiye amadekirin û roja 04.06.2003an li Strasborgê hetiye nîqaþkirin û
pejirandin. Di gel vê raportê biryarnameyek jî hatiye amadekirin. Raporta îsal
ji yên salên borî berfirehtir analîza rewþa Tirkiyê dike û pirsgirêk û
mafên gelê kurd û yên kêmneteweyên din diparêze. Di vî derbarî de me bi
mehan di her astê de têkilî danîn, hem li gel raporter, hem jî li gel
berpirsiyarên grupên siyasî û yên komisiyonan peywendî lidarxistin.
Em hersal bi hezaran nameyan û dosiyeyan pêþkêþî endamên Parlementa ewropayî û bîrokratan dikin û bi sedan hevdîtinan li gel wan pêktînin. Raporta îsal bi cesaret rexna sîstema dewleta tirk, rexna kemalîzmê, ya destûra tirkî û felsefeya wê ya siyasî dike; û wan wek asteng ji bo demokratîkirina Turkiyê û rûmetgirtina kirîterên Kopênhagenê dide xuyakirin. Ji Tirkiyê dixwaze, ku destûr û sîstema xwe ya huqûqî ji nû ve li gora prensîpên gerdûnî û mafên mirovan damezirîne.
Parastina
mafên gelê kurd di raporta Arie Oostlender de.
Va
ye ez dê li jêr naveroka biryarname û raporta Arie OOSTLENDER, ya ku mafên
kurdan diparêze bi kurtî bêxime ber bîr û raya kurdî.
1.
Xal H: Rexnekirina qedexekirina HADEPê « Daxawaza qedexekirina DAHEP ….
dide niþandan, ku îrada misogerkirina (garanti) mafên demokrtîk yên
bingehîn li Tirkiyî nîne » Herwesan di benda 24an de jî qedexekirina
HADEP û daxwaza qedexekirina DAHEP û neserbestkirina Leyla ZANA û hevalên wê
(bend 20) tê þermezarkirin û li dijî prinsîpên mafên mirovan û yên Yekîtiya
Ewropayî tên hejmartin.
Di bendên jêrîn de, di derbarê mafên gelê kurd de,
daxwaz û pêþniyar weha cih digirin :
2.
Bend 24: Tê xwastin ku sîstema
hilbijartinê li Tirkiyê, bi awayekî dademend û demokratîk, ji nû ve bête
amadekinrin û « gelê kurd bikaribe tê de bê temsîlkirin ».
3.
Bend 31: Þikandina rûmeta
« jinên kurd » û jinên siyasetmedar ji layê polîsên tirk ve bi
tundî gunehkar dike.
4.
Bend 32: Qeyd dike ku bila Tirkiye« hebûna gelê kurd li pir
welatên cînar » (Îraq, Îran, Sûriyê) ne kete asteng ji bo
lidarxistina têkiliyên nerimtir û qenctir « di gel hemwelatiyên xwe yên
bi eslê xwe kurd », herweku li gel kêmjimarên etnîkî û dînî yên
din.
5.
Bend 24: Ji Tirkiyê dixwaze ku pirçandiyê biparêze, radiyo, têleviziyon,
hem yên dewletî hem yên xwemal
(taybetî) herwesa jî
perwerde « bi kurdî bête serbestkirin ».
6.
Bend 35: Bang li Tirkiyê dike, ku tedbîrên bibin « bersiv ji bo
berjewendiyên rewa yên gelê kurd » û
yên kêmnetewên din, bigire, bihêle ew
di jiyana siyasî de beþdarbin.
7.
Bend 36: Di gel rûmetgirtina zimanê tirkî wek zimanê neteweyî yê yekemîn,
pêwîst e ev yek nebe asteng ji bo zimanên cuda mîna « zimanê kurdî »
8.
Bend 43 : Keyfxweþiyê diyar
dike ji ber ku Tirkiyê rewþa awarte ji herêmên ku mabûn rakiriye, lê di
heman demê de jê dixwaze, ku bixebite ji bo nehêlana têkiliyên nexweþ
« digel gelê kurd » û dixwaze ku xebat bê kirin ji bo pêþvebirina
aborî û civakî ya herêmên kurd tê de dijîn, û ku zivirîna gundên
« valakirî yên Kurdan û Asûriyan » bi hisanî bibe, sîstema
gundparêziyê bê hilweþabdin.
9.
Bend 47 : Ji bo ku tecrubên tirajîk yên borî bêne naskirin, gazî li
zanyarên « Tirk, Kurd û Ermenî » tê kirin, ku bi hev re biaxivin
û diyalogê deynin.
10.
Bend 49 : Ji Tirkiyê, Iran, Iraq û Sûriyê tê xwastin, ku bihêlin
« hemwelatiyên wan yên bi eslê xwe Kurd di van dewletan de, di nav xwe
de têkiliyên mirovî, çandî û aborî pêþde bibin » û bang li
Tirkiyê dike, ku tevli karê hundirî yê Îraqê nebe.