Kolumbusê
kurd li Amed e
Mustefa
ÎSMAÎL Hemî bajar naþibin hev, her bajarekî taybetmendiyên ku wî cihêwaz dihêlin heye. Dîroka her bajarekî ne wek ya bajarekî din e. Jiyana civakî ya her bajarekî li bajarekî din dubare nabe tevî ku di hin xalan de nêzikahiyek di navbera wan de hebe jî, lewre, nêzîktêdayina me jî ji her bajarekî re naþibe yê din. Hin bajar germahiya xwe li te dipêçin, û dostaniya xwe li te ferz dikin, ta tu dibî dildarê wî. Hin bajar jî dihêlin ku tu ji yekemîn hevnasînê de biryara venegera li wî car din bistînî. Hin bajar ne li yaqî durfkirina wî di nivîsekê de ne, çu ku xwe bernadin rehên te û di neynikên giyanê te de namînin, lê bajarine hene dema tu wan nanivisînî bi sûcekî gewre dihesî. Ez jî Amed ê dinivîsim, da ez xwe kujer hest nekim. Berya ez herim Amed min xwest car din li pirtûka siyasetmedar û nivîskarê kurd Nûredîn Zaza, ya jînenîgarî, bi sernava ( Jiyana min ya kurdî .. an qêrîna gelê kurd ) vegerim, çu ku berê min xwendibû, û tê de raste hin agahiyan derbareyî Amed hatibûm: - Amed bi sûrê xwe yê gewre tê nasîn, di wî sûrî de çar deriyên ku têkiliyên Amed bi cîhana derve re çêdibin hene. -
Di dema serhildana 1925 an de, Amed
navenda fermandariya feyleqê çaran ya artêþa turk bû. -
Serhildêrên kurd nikaribûn Amed rizgar bikirana, asebûna sûrê
Amed kelemek bû li pêþiya þoreþê…û
hin agahiyine din. Wêne ya ku min ji Amedê re, di bîreweriya xwe de sazkiribû bêhtir ji bandora xwendinê, pê re jî ji hin dîmenên bajêr ku, di televîziyonên kurdî de derdiketin hatibû holê. Amed di hizra min de bi wateya kuþtina hêviyên kurdan, têkçûna þoreþên kurdan dihat. Amed ew bajarê ku dadgeha istîqlalê ya ataturk tê de bi sedan siyastmedar, rewþenbîr, û þoreþgerên kurd bi darde kiribûn bû. Lê ne Amedê ew rola ji xwe re hilbijartibû, ne jî wê dixwest ku bibe þahîd li ser hemî têkçûnên kurdan, bê goman wê jî dixwest biba bajarekî kêfxweþ, li dûrî tirajêdiyan û sînariyoyên qirkirinê. Ez bawer nakim ku li ser riwê gerdûnê bajarekî ku bixwaze xelkê xwe koçî kuþtinê bike hebe. Amed ne ewqas bê wijdane. Di kêlîkeke derûnî de, di tevlehevîyeke derûnî de otobûsa me ket Amedê, sûrê ku min ew di pirtûkan de xwendî bê derî bû, topên turkan û artêþa komara tirsê li ser sûr xuya nedikirin. Ez nedizanim min û hevalên xwe çend caran otobûs rawestand, da em ji xelkê ku di kolanan de dimeþiya hin pirsan bi kurdî bikin, û bersivan bi kurdî werbigirin. Tevî ku piraniya bersivan bi zimanê turkî bûn jî, lê me diborand, çu ku em dizanin bi salane ku, bihna va gelê rûmetdar qedexeye, liva wî sînor kiriye, û þêweyên xwe îfadekirina wî komplo kirîne. Em dizanin we çi êþ û azar dît, ev sûrê beden reþ jî dizane. Lê nuha Amed Amedeke din e, ew wek teyrê efsanewî fînîq ji nava xweliyê hatiye vejandin, û li nasnameya xwe ya talankirî digere, emê jî bi te re li xwe bigerin Amed. Amed mûzexaneyeke vekirî û berfirehe, abîde yên di Amed de dihêlin ku tu wê wek bajarekî piralî bijimêrî, ji her kolanekê, ji her zabûqekê bihna bapîr, mîvan, pend, ziyanî, û serkewtinên hezar salî tên. Di kolanên Amed de rehberên turîzmê bi te ne geregin, bosele bi te ne gerege. Tenê hestên te besin. Rehberê tûrîzmê tenê sernavên pehn di bajarekî de bi te didin nasîn, nikarin hemû pirsên te bibersivînin, êdî li te dimîne ku tu li bersivan bigerî, û tevgera bajarekî bi awayekî baþ û kûrahî binasî. Lê westabûna herdu xûþewîstan Metîn û Qadîr ji daîreya turîzmê ya þaredariya bajarê mezin a Amed bona me bê goman cihê rêzgirtinê ye. Wan xweþmirovan Amed bi dilên xwe ji me re didan nasîn. Li Amed, di vê serdemê de, dîroka kurdî car din têt nivîsandin, li Amed her mîvanek mecbûre ku agahî û înformasiyonên xwe ji nûve bijene, Amed îroj ji kurdên bakur re rola Diyocîn Layersî dilîze, dixwaze wan ji taritiyê rizgar bike, da em car din ji tirêna azadiyê nekevin. Amedê sûd ji tecrûbeyên salên berê wergirtiye, û berê xwe daye pêþerojeke bê sînor, ew jî dihêle ku bajarê xewna me bi dûrî bîreweriya qirêjiyan keve.
mbismail2@hotmail.com
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org