Hevdîtina PENa Kurd li gel Yekîtiya Nivîskarên Alman VS şaxê OWL

rojên 22 heya 23.03.2002 li bajarê Bielefeld

Nivîs: Mustefa Reşîd

Wilayeta Almaniya, ya ku bi gelha xwe here mezin e, jêre Nordrhein-Westfalen tê gotin. Li vê wilayetê ji 17 heya 20 milyon mirov dijîn. Ji ber ku wilayet pir mezin e, ew ji warê gerînendeyî (îdarî) ve careke din bi çend herêman hatiye beşkirin. Herêma rojhilat ya vê wilayetê jêre Ost-Westfalen-Lippe tê gotin. Nawenda wê bajarê Detmold e, lê belê bajarên wek Bielefeld û Padaborn bajarên here mezin yên vê herêmê ne, ku xwedî zanîngehên navdar in. Nivîskara Kurd Nilgûn Demirkaya, ku ji Kurdên herêma Meletiyê ye û li bajarê Bielefeld dijî, bûye endama şaxê vê herêmê yê Yekîtiya Nivîskarên Alman. Hên di payîza sala derbasbûyî de, ji aliyê Navenda PENa Kurd ve xebat hatibû kirin, ku birêz  N. Demîrkaya, di navbera PENa Kurd û  şaxê vê herêmê de, bi armanca lidarxistina çalakiyeke hevbeş, dan û standinê bike. Daxwaz wisa bû, ku PENa Kurd hin nivîskarên xwe ji bona vê hevdîtinê pêşneyar bike. Bê guman, diviyabû hin nivîskar bên pêşneyarkirin, ewên ku bikaribin hin berhemên xwe bi zimanê almanî pêşkêş bikin. Piştî hate xuyakirin, ku birêz Heyder Îşik nikare di wê demê de li Bielefeld amade bibe û birêz Nezîf Telek jî nexweş e, PENa Kurd ev endamên xwe pêşneyar kirin:

1-     Dr. Zerdeşt Haco.
2-     Younis Behram.
3-     Husên Kartal.
4-     Helîm Yûsif.
5-     Mustefa Reşîd.

Nivîskarên Alman xwestin, ku çalakî bi sernivîsa „ji Nemrûd heya Toyto“ bê bi navkirin. Lê belê PENa Kurd got, navê çemê Tîgrîs hên baştir li cîhanê tê naskirin û ji lew re, em pêşneyar dikin, ku navê çalakiyê „ji Tîgrîs heya Toyto“ be. Toyto navê wan daristan û çiyan e, ewên ku li nêziya bajarê Bielefedê ne. Ji hêla başur ve, di destpêka vê herêmê de, derbenda Porta Westfalika heye û li ser bilindahiyekê peykerê Herrmann rawestiyaye. Ji Dîrokê wisa tê zanîn, ku dema Roman ber bi bakur ve hatine, ev serdarê Germanan yê bi navê Herrmann li hember wan şer kiriye, ew şikandine û  Romanan nikarîbûne ber bi bakur ve biçin. Ji lew re, peykerê Herrmann li Porta Wetfalika, li derbenda çiya û daristanên Toyto wek nîşana berxwedana Germanan li hember Romanan tê naskirin.

Em wek PENa Kurd, me hên ti çalakiyên bi vî rengî nekiribûn û me nizanîbû çi li benda me ye. Me dizanîbû, ku divêt em rûyê gelê xwe bi baştirîn wêne li wir bidin xuyakirin û ji lew re, gelek bi xem bûn, ka gelo emê şayesteyî(layiqî) vê rola xwe bin yan na? Her hevalekî hin perçe ji berhemên xwe amade kirin û heke ne li ber ayîneyê be jî, her kesekî nivîsên xwe pêşde carekê ya dudiyan xwendin.

Agahdariyeke bi kurtî li ser jiyana nivîskariyê ya her beşdarekî me û berhemên wî yên heya niha, ji wan re hatibû şandin û herwisa ji bo vê hevdîtinê afîş û belavokek hatibûn belavkirin. Televiziyona Kurdî MEDYA-TV jî ji vê hevdîtinê hatibû agahdar kirin û diviyabû nûçegihayek jî ji bo rahigandinê amade bibe.

Civana me roja 22.3.2002 li saet 19:30î li zanîngeha bajarê Bielefeldê bû, lê belê me xwe demekê zûtir gihande wir. Me cihê civînê naskir û hinekê di avahiyê de geriyan. Gava dem nêzî 19an bû, êdî beşdar yeko yeko xuya bûn û hevnasîn di navbera beşdaran de pêk hat. Lê belê ti nûçegihayên Kurd xuya nebûn, ji bilî kurdekî, ku bi kamêraya xwe ya dîgîtal hin dîmen werdigirtin. Mezinahiya salonê gelek baş bû, tîpeke mûzîkê jî hatibû amdekirin, daku bername ne ziha û tisî be û herweha ji bo vexwarin û maseya pirtûkan jî amadekarî hebû. Nivîskarê Alman birêz Ralf Burnicki berpirsiyariya birêvebirinê hildabû ser xwe. Bername wisa hatibû danîn, ku her carê hin nivîsakar berhemên xwe pêşkêş bikin û di navberê de tîpa mûzîkê hin awazan lêbide. Em wisa li hev hatin, ku ji aliyê me de nivîskar Behram Younis dest pêbike û Mustefa Reşîd jî dawiyê bîne. Di rûniştina pêşiyê de Behram Younis, Zerdeşt Haco û Helgard von Spiegel berhemên xwe xwendin û bala guhdaran kişandin ser xwe. Di pey re tîpa mûzîkê hate ser dikê û, di destpêkê de, me nizanî ka ew kî ne. Xortekî bejin zirav, tembûreke biçûk di dest de, li ber megrefonê rawestiya, li milê wî yê çepê xortekî din, ku ûdek di dest de bû cih girt û li aliyê wî yê rastê sê xortên din, defik, niqar û durbek di dest de bûn û li ser dikê rûniştin. Xortê navîn ji tîpa mûzîkê xwedî înîsiyatîv bû, liv û çivên wî nazik, bi tore û bedew bûn, rûyê wî di dirûve akturê amerîkî Antonî Pirkins de bû; bi taybetî jî, gava rast û çep li hevalên xwe temaşe dikir û awir didan wan. Gava dengbêjê me dest bi awaza xwe kir, me dît, ku bi kurdî dibêje. Wî bi straneke giran dest pêkir, lê xwezî piştî çend kêliyan dest ji awaza giran berda û hin awazên sivik lêbidana. Bi rastî jî, çiqas stranên giran bi me Kurdan xweş bin, divêt em zanibin, ku ji bo biyaniyan yên sivik hên baştir tên pejirandin û hembêzkirin. Di pey re, nivîskarên din berhemên xwe berdewam kirin û şahiya me heya dora saet 23an kişand. Em bawer dikim, ku li dawiya şevê hemû bi hestên xweş û şehnazî ji salonê derketin. Li ser daxwaza fotografê Kurd em hemî li pêşiya salonê rawstiyan û hin wêneyên ji bo bîranîna vê rojê hatin kişandin. Em wisa li hev hatin, ku roja şemiyê, 23.03.2002, em li saet 15an li mala nivîskara Alman Helgard von Spiegel hevdu bibînin û li saet 19an bibin mêvanên nivîskar Stork li bajarê Bunde-Dunne.

Roja şemiyê, berî saet 15an, em pêşî li mala nivîskara Kurd Nîlgûn Demîrkaya hatin ba hev, ku sê nivîskarên me wê şevê bûbûn mêvanên wê. Mala nivîskara Alman li derveyî bajarê Bielefeldê bû. Li kiraxa bajêr em ketin rêyeke çep û di ber hin gomên avê re ketin nav dar û beran. Divêt em di vê navberê de bidin zanîn, li Almaniyayê ew paşnavên ku „von“ bi wan ve ye, xweserî malbatên wisa ne, ewên ku hên ji dema qeyser û padîşahan de dewlemend û naskirî bûn. Gava me dît, ku erebeya me ketiye rêyeke prîvat (yanê hebûna kesdarî), me zanîbû, êdî ev daristana ku em di nav de ne milkê malbata „von Spiegel“ e. Di nav daristanê de em raste rêzeke avahiyên biçûk hatin. Em ji erebeyan peya bûn û ji aliyê xwediya malê ve hatin pêşwazî kirin. Wek pir malên Almanan, li vir jî segek hebû, ku pir hevalên me jê tirsiyan, lê belê her tişt bi rêk û pêk derbas bû. Gava saet nêzî 18an bû, nivîskarê Alman birêz Stork got, divêt em bi rêkevin, ji ber ku cihê em biçinê hinek dem dixwaze. Em ji wir bi rêketin û me berê xwe da bajarê Bunde-Dunne, ku em li dora saet 18:30î gihanê.

Li wê malê jî em bi xweşbînî hatin pêşwazîkirin. Li dora saet 19an, ji 20 heya 30 mêvan amade bûn, ewên ku dilbijên tore û wêjeyê ne. Em pênc nivîskarên Kurd û du nivîskarên Alman û her wisa Nîlgûn Demîrkaya me diviyabûn li vir jî hin berhemên xwe pêşkêş bikin. Hemû nivîskaran hên ji şeva berê baştir berhemên xwe xwendin û şev di nava şahî, henek û laqirdiyan de derbas bû. Bi rastî jî em bûn xwedî baweriyekê, ku em dikarin di qada wêjeyî de jî hespên xwe bi yên biyaniyan re bibezînin. Çanda me ya gelêrî û bermaya bav û kalên me, dayîk û dapîrên me ewqas xurt û dewlemend e, ku em dikarin bi hêz û hêrzana wê çandê dilê biyaniyan jî ji doza dademend a gelê xwe re qezenc bikin. Gelek beşdaran daxwaz kir, ku em van hevdîtinan her demekê dubare bikin. Mijarên me tevî ku bi giranahî li ser wêje û helbestê bûn, lê dîsa jî me doza dademand a gelê xwe bi aşkereyî da xuyakirin. Ji lew re, em bi bawerî ne, ku em di vê çalakiya xwe de bi serketin.

Bi navê PENa Kurd em spasiyên xwe ji hemû kesan re pêşkêş dikin, ewên ku di vê çalakiyê de amade bûn û arîkariya pêkanîna wê kirin; bi taybetî nivîskara Kurd birêz Nîlgûn Demîrkaya, serokê PENa Kurd birêz Dr. Zerdeşt Haco û birêz Ralf Burnicki, ku ev her sê divêt wek rêjîsorên vê çalakiyê bên dîtin.