Çar roj li kenarên Derya Adriyatîk

Mustefa Reþîd, mrechid@epost.de

Ji rojên 8 – 12.12.2002an hevdîtineke komîteya Mafê Ziman û Wergerê ya PENa navneteweyî li bajarê Pula yê Komara Kirowatsiya hebû. Ji ber ku navenda PENa Kurd di havîna vê salê de bûbû endama vê komîteyê jî, gelek dihate xwestin, hin niwênerên me jî di vê hevdîtinê de amade bibin. Navendê birêz Dr. Zorab Aloian ji vî karî re pêþneyar kiribû, lê belê ji ber hin astengiyên paseport û vîzayê çûyîna birêz Dr. Zorab ne gengaz bû. Ji lew re, serekê navendê pêþneyar kir, ku du endamên din biçin. Belê hin endamên me yên din jî baþtir dîtin, vê carê hevalek ji welat beþdarî vê hevdîtinê bibe. Ji her kesê ku dê biçûya wê civînê dihate xwestin, ew wêneyekî xwe, çend rêzan bi kurtahî li ser jiyan û berhemên xwe û herweha hin rêzan ji destnivîseke xwe ji amadekarên vê hevdîtinê re biþîne. Hevalê ku dê ji welat bihata ev tiþt gihandibûm amadekaran û wisa navê wî ketibû bername û belgeyên hevdîtinê. Mixabin, gava dem nêzîk bû, endamê ji welat navenda PENê û amadekarên hevdîtinê agahdarkirin, ku ji bo hin sedeman, ew nema dikare beþdar bibe. Di wê navberê de serekê navendê bi hin termînan ve hatibû girêdan û nema dikarî xwe jê paþve vekiþîne. Navend li ber biryarekê rawestiyabû, yan nema kes amade dibe, yan jî divêt kesek di vê dema kin de xwe bigihîne hevdîtina bajarê Pula.

Gava daxwaz ji min hat kirin, ku ez biçim, ez hinekê dudilî bûm. Lê belê wisa hate dîtin, ku beþdarbûna PENa Kurd di vê hevdîtinê de dê bi her awayî, hem ji bo navendê û hem jî ji bo berjewendiyên neteweya me bi kar û qezenc be.

Ez ketim tevgerê, min peywendî bi amadekarên hevdîtinê re danîn û ew tiþtên dihatin xwestin, ji wan re þandin. Li gor plan, diviyabû roja yekþemê, 8.12.2002an li saet 14an min xwe bigihanda bajarê Zagreb paytextê Kirowatsiya. Heke ez roja yekþemê pêþ nîvro ji Frankfurt derketama ezê di dem û wexta pêwîst de bigihîþtama wir, lê belê bi vî awayî çûndin û hatima min bi balafirê bi 784 € dikir. PENa me û dewlemendî ne ewqas bi hev re dost in, ji lew re, ez li çareyeke din geriyam. Min agahdarî girtin, heke ez roja þemiyê, 7.12.2002an biçim û roja 12.12an vegerim hîngê pêwîst e tenê ez 324 € bidim; ferq û cudahî 450 € bû. Wisa min biryar da, ku ez hên roja þemiyê derkevim û þevekê li Zagreb rakevim; hotêl li wir bi çiqasî be jî, dîsa wisa baþtir e. Bi vî awayî, min roj û saeta çûyîn û hatina xwe eyarkir û çespand.

Li saet 22 û 15 xulekan balafira ku ez lê siwar bûbûm li Zagreb dahat û em di wê êvarê de bi kuliyên berfê hatin pêþwazîkirin. Piþtî em di kontrolê re derbas bûn, min rahiþte çenteyê xwe û çûm li otobûsê siwar bûm. Balafirgeh ji navenda bajêr nîv saetê dûr bû. Ji navenda bajêr jî min xwe bi teksiyê gihande hotêla Ilica, ku cihê xewa min li wir hatibû girtin. Navê min di lîsteya mêvanên hotêlê de hebû, lê ji min re hate gotin, hin astengiyên teknîkî pêkhatine û tenê apartmaneke vala maye, ku divêt ez bi kesekî din re parvebikim. Hate gotin, di apartman de wek du odeyan heye û odeya te serbixwe ye. Saet êdî bûbû 23:30 û ti rêyên din li ber min nemabûn, diviyabû ez bipejirînim; her û her tenê pirsa çend saetan bû.

Xizmetkarê hotêlê arîkariya min kir û em di pêlekanan re hilkiþiyan. Gava em ketin apartmanê, min dît bi þeweyekî wisa ye, ku mirov lê mat dimîne. Li ser milê çepê odeya min bû; ew rast serbixwe bû û li cihê textekî du text têde hebûn. Li aliyê pêþ odeyeke vekirî hebû, tenê textek têde bû û kesekî li ser razabû. Lê belê cihê xweþûþtinê (hemam) li wî alî bû û diviyabû ez di ber wî textî re derbas hemamê bibim. Xizmetkarê hotêlê xatir xwest û got, sibe taþtê li xwarê ye. Ez ketim odeya xwe, min xwe þeland û xwest ji çenteyê xwe þimika xwe û pêcemeya xewê derxînim. Gava min dest avête aliyê rastê, min dît li cihê þimikan hin kewþên jinan yên kerikdirêj bi dest min ketin û li aliyê çepê, li cihê pêcema min kirasên xewê yên sitî û xaniman têde bûn. Ez çûm bîreke bê binî û hatim. Gelo çi hatibû serê min!?. Min xwe gelek sûcdar û tewanbar dît, ku min li cihê çenteyê xwe yê keçekê yan jinekê bi xwe re anîbû. Lê gelo çima kilîta ku bi min re li vî çenteyî dibû? Ev çi bazar e, ez ketime xewn û xuliyan? Yan cin û pêriyan telsem û ayet li ser min xwendine. Min dîsa cil û bergên xwe li xwe kirin û ez daketim resepsiyona hotêlê. Min got: Tiþtekî nedîtî û fêþeke giran bi serê min de hatiye, min bi þaþîtî, li cihê çenteyê xwe, çenteyê keseke din bi xwe re aniye. Ka ji kerema xwe, em telefon balafirgehê bikin. Keçika li ser resepsiyonê gelek hewl da, ku cihê înformasiyonê yê balafirgehê agahdar bike; lê belê êdî þev dereng bû û tikesî bersiv nedida. Ez neçar mam, biçim û bi awayekî wê þevê bibihurînim. Ez careke din çûm odeya xwe, min xwe þeland û xwest biçim hemamê. Ji ber ku her tiþt êdî berevaja bûbû, ez ketim xuliyan, ka gelo ew kesê ku li wî alî razaye tewr mêr e yan jin e; êdî piþtî vê serpêhatiyê, ji bo min her tiþt gengaz û mimkin bû. Hêdîka û bi dizî, wek kesê ku di mehên payîzê de biçe diziya encûr û tirûziyan, ez çûm hemamê û hatim; min derî girt, çire vemirand û ez ketim nav nivînê. Bi rastî ev cara pêþîn bû, ku min navê xwe li ser etîketa çenteyê xwe nenivîsandibû. Min ji xwe re got, baþ e, min navê xwe nenivîsandiye, lê divêt ev kesa din navê xwe nivîsandibe!?. Min careke din çira vêxist û li etîketa çente temaþe kir. Bi rastî jî çente yê keçekê yan jinekê bû, ku li bajarê Koblenz yê Almaniya dimîne.

Ez nizanim çawa min ew çend saet qedandin. Berî saet 7an ez daketim resepsiyonê û me dîsa dest bi telefonan kir. Em têgihîþtin, ku cihê înformasiyonê li balafirgehê piþtî saet 8an dest bi kar dike. Ez mam heya saet bûn 8. Me agahdarî wergirt û em gihîþtin encamekê, rewþ êdî avêne û zelal bû. Xwediya çente jî li mal pê hesiyabû, ku çenteyê kesekî din bi xwe re biriye û wê jî cihê înformasiyonê agahdar kiribû. Diviyabû em herdu jî biçin balafirgehê û çenteyan bi hev biguhêrin. Gava ez gihîþtim balafirgehê, min keçik (xwediya çente) li cihê înformasiyonê dît. Min silav dayê û lêborîn jê xwest. Keçikê silava min vegerand û got: Ez jî lêborînê ji te dixwazim, ku min çenteyê te biriye, ez ta li mal lê haybûm, ku ev çente ne yê min e. Bi rastî jî herdu çente di her warekî de mîna hev bûn. Min got, tiþtê ku ez tênagihînim ew e, çima kilîta min li çenteyê te dibe. Keçikê got: Kilîta min qet nîne û ka ji kerema xwe çenteyê min ji min re veke. Min bi kilîta xwe çenteyê wê jêre vekir û piþtre me çente bi hev guhertin.

Careke din ez ji balafirgehê li otobûsê siwar bûm û hatim navenda bajêr û dîsa li tiramwayê siwar bûm. Tiramwayên wan hên yên kevin bûn; yên berî sîh-çil salî bûn. Xortekî mest û serxoþ li tenîþta min bû; bi dengekî bilind ji xwe re distira. Stirana wî li ser çavên þîn bû. Xuyaye, xwediya wan çavên þîn hin birînên kûr û xedar di dilê wî rebenê Xwedê de pêkanîbûn.

Hên dora du saetan wext bi min re hebû. Min ev wexta xwe bi temaþekirina bajêr û serdana mûzeya etnografiyê, ku li nêzî cihê hevdîtinê bû, bihurand. Li saet 13:30î ez li "Mazuracni Trg » amadebûm. Min dît, mêr û jinek bi ber min ve hatin, navê min hildan û pirsîn: Mustefa Reþîd tu yî?. Min got: Belê. Ew birêz Seîd Serdaruvic û kebaniya xwe bûn. Seîd Serdaruvic organizatorê teknîkî yê vê hevdîtinê bû; ew bû jî yê ku min mail jêre þandibûn û hotêl jî ji min re girtibû.

Hin bi hin nivîskarên ku dê ji Zagreb birêketana hatin. Hinek ji wan ev bûn: Casimiro de Britto ji Portugal, Walter Kaufmann ji Almaniya, Zdenko Lesic ji Bosnia-Hezegovina, Visnja Machiedo û Mladen Machiedo, Zvonimir Mrkonjic û Tatjana Tarbuk ji Kirowatsiya, Ewa Toth ji Meceristan û hinên din. Beþekî din jî bi hin rêyên din çûbûn Pula.

Gava Seid Serdaruvic albûma ku amadekiribûn da dest me, min têde wêneyên hemû beþdaran û nivîseke kurt li ser berhem û jiyana wan dît. Ji Kurdistan navê min û li ser min têde hebû. Min ji xwe re got, ku gelek nivîskarên me yên din, yên ji min hêjatir û jîrtir hene û diviyabû ew di vê pirtûkê de bana. Lê belê ez ji vî karî re hatibûm pêþneyarkirin û vê carê wisa bûbû; ez li vir bi tenha serê xwe niwênerê Kurdistanê bûm; û min ji xwe re got, wek bav û kalên me gotiye "Bila vê carê jî kefenê Eyþê ha be". Ma çareyeke din hebû?.

Otobûsa me li dora saet 14an bi rê ket; rêya me rêya 5 saetan bû. Em ji der û dorên Zagreb derketin û gihîþtin herêmên çiyayî. Otobûs bi lez diçû, erdê berf girtibû, dar û berên li herdu rexên rê cil û bergên spî li xwe kiribûn û mîna bûk û zavan rast û çep di ber me re dibihurîn. Ev herêma çiyayî axa welat, warê bav û kalan dianî bîra min. Rêya me di gelek tunelan re jî derbas dibû. Li ber tunelan çeper hatibûn avakirin û xwediyên erebeyan, daku têre derbas bibin, diviyabûn hinek pere bidin. Em di tuneleke gelek dirêj re derbas bûn, ku çend kîlometran dirêj bû. Gava em gihîþtin aliye din, li milê çepê newaleke kûr hebû, mîna newala Hespêstê bû.

Piþtî demekê dinya êdî tarî bûbû û mirov bi zor derve didît. Tenê li hin cihên ku ronahî hebû êdî xuya dikir, ku bandora deryayê li ser der û dorê heye û belekên berfê her ku diçûn kêm dibûn. Dema em gihîþtin nîvgirava Îstiriya, berf nemabû û serma hinekê þikiyabû.

Li saet 19:30î em gihîþtin Hotêla Pula, ya ku ji hemû beþdaran re hatibû girtin. Piþtî her kesek bi cih bû, diviyabû em li saet 21an dakevin nava bajêr. Seroketiya bajarê Pula koktêlek (coctail) ji me re amade kiribû. Koktêl li nava bajêr di avahiyeke fermî de bû, li qatê jêrîn pêþangeha pirtûkan hatibû vekirin û li qatê jorîn mûzeum bû. Em li qatê jorîn bi axaftina serekê bajarê Pula, bi mûzîk û þahî, bi beþdarbûna medyayê, rojnamevan û wênekêþan hatin pêþwazîkirin.

Xwarin û vexwarin li ser pêyan bû û êdê dema hevnasînê bû. Hên bi rê de, min û hin nivîskaran, wek Walter Kaufmann ji Almaniya, Ewa Toth ji Meceristan û Casimiro de Britto ji Portugal, me xwe bi hev dabû naskirin. Êdî diviyabû em yên din nasbikin û xwe bi wan bidin naskirin. Bi rastî sîmpatiya hemiyan jî ji Kurdan re hebû. Sereka þerefê ya PENa Meceristanê bi serfirazî digot, ku helbestvanekî me yê bi nav û deng di helbestên xwe de qala Kurdan kiriye. Birêz Claudio Pozzani ji Îtaliyayê digot, min bihîstiye, ku zimanê kurdî û zimanê me yê îtalî di gelek tiþtan de mîna hev in. Em bi birêz Veno Taufer, serekê PENa Sloveniya re hinekê ketin dialogê û wî got: Emê ticar Kurdan ji bîr nekin. Bila Tirkiye xwe virde û wêde qet banede, heyanî ew mafên Kurdan yên rewa nepejirînin, bi taybetî mafê vekirina dibistanan bi þeweyekî fermî – ji ber ku ya here girîng jî ev e – ewê ticar neyên nav Yekîtiya Ewropayê. Û got: Me ti caran Kurd ji bîr nekirine. Di hemû kongireyên PENa cîhanî de, me her gav biryar di derbarê mafên Kurdan de standine. Min bi serekê PENa Katalanan re birêz Carles Torner re got: Rewþa we mîna rewþa me ye, hûn niha bûne xwedî maf, divêt hûn ji hemiyan bêtir rewþa me fêhm bikim û ji lew re, me ji bîr nekin. Wî got: Rast e, em vê yekê baþ dizanin, em ti car we ji bîr nakin; got, ne tenê di çarçewa PENa cîhanî de, lê me pirsa Kurdan di civînên UNESCO de jî anî ziman. Li ser helwest û gotinên wan, min spasiya hemiyan jî dikir.

Gava birêz Seid Serdaruvic bi beþdarbûna hin kesên din got: "Belê hên Kurd ne xwedî dewlet in, lê em binêrin, belkî hên ew bibin xwedî dewlet", bi vê gotina xwe, wî çirûskên hêviyê di dilê min de peyda kirin. Min ji xwe re got, binêre hêviya hin biyaniyan û baweriya wan ji hin Kurdên me bi avakirina welatekî serbest û azad bêtir e. Navê wî jî ji min re gelek balkêþ bû, ji ber ku li gor qeyda zimanê wan ew çar tîpên dawî wek dûpaþ lê hatine zêdekirin. Yanê di rastiyê de, paþanavê wî « Serdar » e. Rabû ez jê pirsîm: Birêz Serdaruvic, ev paþnavê te ji kû hatiye?. Berî ku ez bêjim, ev nav navekî kurdî ye, wî bi xwe bersiva min da û got: Paþnavê min ji kurdî hatiye. Malbata min ji du rehan pêktê, aliyek niþtecihên Bosniyayê ne, aliyê din jî di dema Osmaniyan de ji aliyê we hatine. Hîngê min zanîbû, ku gumana min di cih de ye û ne mîna ya hin kesan e, ku hema dixwazin her kesekî bikin Kurd.

Beþdarên vê hevdîtinê ji gelek welatan hatibûn, em bûbûn wek ew gelên di heyamên kevnar de li ber Birca Babil, her yek xwedî zimanekî taybetî bû. Tevî ku tikes ji Englistanê tinebû, lê tu bixwazî-nexwazî, zimanê englîzî ji bo hemiyan zimanê hevtêgihîþtinê bû; ew ji hemiyan re êdî bûye Espiranto. Lê belê, dîsa jî rewþa min ji ya pirekan baþtir bû, min zimanê vî welatî jî dizanî, ku piraniya beþdaran bi vî zimanî dipeyivîn. Hên di dema xortaniya xwe de, ez çar sal û çar mehan li vî welatî mabûm û ji lew re, min ev ziman jî dizanî.

Gava þev kal bû, em vegeriyan hotêlê. Min þeva berê, ji ber mijara çenteyê xwe baþ xew nekiribû. Ez di koþka xwe de raketim û carekê ketim nîgaþ û xeyalên dûr. Gelo ez çima hatibûm van waran? Ma ezê li vir çi bi ser bixim û çi bi ser nexim ?. Bi van ramanan ez ketim xewê. Lê piþtî demekê ez ji dengê ba û bahozê ji xew rabûm; saet hên yekê þevê bû. Li derve bahoz û bagereke xurt rabûbû û li ava deryayê dida. Pêlên derya Adriyatîk bilind radibûn, li kenarên nîvgirava Istiriya diketin, ew paþve vedigeriyan û bi ser hev de diþikiyan. Keþtiyên ku di nava peravê de lenger bi binê avê de berdabûn rast û çep diçelqiyan. Guveguva bahozê ewqas tund bû, bi xwe re pencereya oda min dihejand û deng jê dihat. Min digot qey ez li Kurdistan, di heyameke kevnar de, li herêma Hekariyan, li bandeva çiyayê Cilo me û bi guvêna bahozê re Anahîta gazî min dike; hêz û hêrzanê dide min.

Gava sibe bû, bahoz êdî rawestiyabû. Li saet 10an em bi otobûsê daketin nava bajêr. Hinek ji me çûn pêþangeha pirtûkan. Otobûsa me berê xwe da bajarê Rovinj. Mazûvanên me dixwestin hin warên xwe yên xweþ û dîrokî þanî me bidin. Min bajarê Rovinj berê nas dikir. Hên berî ez bi jin û zarok bibim, berî 23 salan, ez bi hevaleke xwe re ji bo çend hefteyan hatibûm vî cihî. Beþê kevin yê bajêr li ser nîvgiraveke biçûk hatiye avakirin. Li cihê herî bilind keniþteke mezin heye û li aliyê deryayê hên beþek ji dîwarê kelahê hatiye parastin. Hên dihat bîra min, ku li tenîþta wî dîwarî aþxaneyek hebû, em gelek caran li wir rûniþtibûn û me nan xwaribû.

Delîl û rêberê bi me re li dibistaneke vî bajarî mamosteyê zimanê englîzî bû; wî karê xwe baþ dikir. Carekê zûka di pêlekanan re hilkiþiya jor, li ber dîwarekî rawestiya û wek Donkî-Þût axivî. Bi liv û çivên xwe û bi awayê axaftina xwe, xwe xiste dilê hemiyan. Nivîskarê Alman, Walter Kaufmann êdî nav lêkir Donkî-Þût; û ji min re got, ez bawer dikim, ku ew karê xwe yê mamostetiyê jî baþ dike. Heke ez hên zarok bama, minê gelek bixwesta, ez li ba wî bixwînim. Gava em li qehwexaneyekê rûniþtin, ez û serekê PENa Monte-Negro hinekê li ser rewþa Kurdan û nêzîkahiya zimanê me û yê wan axivîn; ev ji wan re gelek balkêþ bû. Wisa jî li ser xwarina nîvro, her carê ez bi hinekan re diaxivîm.

Êdî dema vegerê bû. Otobûsa me dîsa ji Rovinj derket û berê xwe da Pula. Bi rê de, ez ji xwe re ketim nîgaþ û ramanan. Gelo ji bo çi ez hatime van waran? Ma ezê bi vê hatinê çi bi ser bixim? Ma çi qezenca me Kurdan di vê hatina min de heye? Û herwisa pirs û pirs. Gava otobûsa me bi ser bilindahiyekê ket, min li milê rastê temaþe kir. Hin darên zeytûnan di erdekî rast de dihatin xuyakirin, bayê deryayê li wan dida û rêþiyên wan li hev diftilîn û dialiyan. Bi carekê min dît, pêla evîna welat di hinavên min re derbas bû. Bê hemdî min, du hêstirên germ ji çavên min bariyan û min ji xwe re got, madem cihê van darên zeytûnê di van erdan de heye, nexwe hebûna min jî li van waran ne bê mane ye.

Dema êvarê em bi otobûsê çûn nava bajêr û bi peyatî çûn meydaneke fereh. Li milê çepê hin bermayên dîrokî û stûnên bilind yên dema Romanan diyar bûn. Li milê rastê di avahiyeke kevnar û bi nirx de holeke xweþ hebû. Ev cihê pêþkêþkirina helbest, pexþan û her cureyên berheman bû. Wê êvarê beþekî ji helbestvan û nivîskaran berhemên xwe xwendin. Yên din jî diviyabûn di êvarên din de bixwînin. Li pêþiya min astengiyek hebû. Hevalê me yê ku diviyabû ji welat bihata, navê wî ketibû bernameya vê hevdîtinê, lê gava xwe paþve kiþandibû, navê wî ji bernamê hatibû avêtin. Ji ber ku em bi derengî ketibûn, navê min neketibû bernameyê. Diviyabû ez çareyekê bibînim. Bi rastî heke tenê ji bo þexs û kesayetiya min ba, minê dest jê berda, tewanbarî ya me bû, kar û barê me hinekê li nav hev ketibû. Lê belê, di nav vê civatê û van mirovan de, ez niwênerê Kurdistanê bûm. Lê ez li van waran bi tenê bûm, xela egîtan û çelengan li min hatibû. Li tenîþt û kêleka min, ji 40 milyon Kurd, ji simbêlreþan û simbêlzeran, ji çavbelekan û porxelekan tikes tinebû ez þêwir û miþêwirên xwe pêre bikim; em bi hev re têkevin rawêj û dewanê. Ji bona vê yekê û ji ber vê rewþê, diviyabû ez biryara xwe bi xwe bidim; belê diviyabû navê min têkeve bernameyê. Bêyî wê, hatina min nîvçe û hema bê mane jî dima. Ez bi berpirsiyaran re axivîm. Min got: Rast e, em hinekê dereng man, lê divêt em çareyekê bibînin. Daxwaza min hate pejirandin û gotin, emê roja çarþemê, 11.12an, di rûniþtina êvarê de te vexwînin xwendinê.

Roja din ez neçûm seyranê û bi yên nava bajêr re mam. Diviyabû ez sitî Kata Kulavkova sereka PENa Mekedoniya bibînim û hinekê pêre biaxivim. Serekê PENa me, Dr. Zerdeþt Haco ji min re gotibû, ku hevdîtina bi wê re ji bo me gelek girîng e. Ev jinik niha sereka vê komîteya PENa cîhanî ye. Jinik li zanîngeha Skopiyayê, paytextê Mekedoniya profesor e. Gava ez pêre axivîm, min dît, ku jineke gelek nazik û bi tore ye. Sîmpatiya wê jî ji Kurdan re gelek hebû. Me got, ku rewþa welatên me jî hinekê mîna hev e. Welatê wan jî hatiye dabeþkirin, lê belê bi kêmtirîn, ew di beþekî welatê xwe de bûne dewlet. Rewþa me Kurdan hên xirabtir e. Digot, emê we ti car ji bîr nekin; hin tiþtên me yên din jî mîna hev in. Digot, me hin kes þandine Kurdistan, ku li van hêmanên hevbeþ bikolin. Wan gotiye, ku Kurd gelek nazik û bi tore ne. Min got, ji bo vê komîteya we, em wek PENa Kurd dixwazin têde bixebitin. Hevalê me Dr. Zorab Aloian wê bi we re kar bike. Vê carê, ji bo hin sedemên teknîkî, ew nikarîbû bihata vê hevdîtinê. Me nav û nîþanên xwe bi hev guhertin; jinik diviyabû wê rojê serê êvarê vegere welatê xwe.

Wê rojê civaneke me ya girîng jî hebû. Diviyabû em biçin ba rayedarên hukûmeta herêmî ya nîvgirava Îstiriya. Em ji aliyê rayedarên beþê çand û hunerê ve hatin pêþwazîkirin. Her kesek bi navê wî û welatê wî dihat binavkirin. Ez wek niwênerê nivîskarên gelê Kurd, yê ku bi hejmara xwe dora 40 milyon e û ji hemû mafên xwe yên çandî û zimanî bê par e, hatim pêþkêþkirin. Di hevdîtinê de li ser girîngiya çandê bi gelemperî û girîngiya rêxistina nivîskaran û PENê bi taybetî û herweha pêwîstiya dayîna piþtgiriyê hate axaftin. Di her civîn û rûniþtinekê de rojnamevan û wênekêþ hebûn; rojname, radiyo û TVa wan nûçeyên her rûniþtinekê belav dikirin.

Piþtî dema êvarê ew beþê ku çûbûn seyranê vegeriyan; em bi otobûsan çûn bajarekî din. Vê carê li wî bajarî cihê xwendina helbestan û pexþanan hatibû amadekirin. Rêya me hinekê dûr bû, ez bi birêz Alessandro Iovinelli re ketibûm dan û standinê. Ew hem nivîskarekî gelek hêja ye û hem jî di organîzasiyona UNESCO de dixebite. Dixwest li ser Kurdan gelek tiþtan zanibe û rewþa gelê me jêre pir balkêþ bû. Lê belê her tiþtek li ser me nedizanî. Wisa bawer dikir, ku rewþa aborî ya welatê me lawaz e, xêr û bêrên welatê me kêm in û ji lew re jî bingeheke aborî nîne, ku em bibin dewlet. Got, heke petrola we hebûya, ev rewþeke din bû. Êca min got, ku rewþa me ne wek ku tu bawer dikî ye, bi vajayî wê, petrola me pir e. Ji her çar perçeyên welatê me petrol tê derxistin, lê em ti xêrê jê nabînin. Min got, serokekî me, Berzaniyê Rehmetî digot: "Petrola xelkê ji bo wan bûye xêr û bêr, lê ya me bûye bela serê me". Yek ji sedemên bingehîn, ku nahêlin em bibin dewlet, ev petrola me ye; dagîrkerên welatê me naxwazin van çavkaniyên dewlemendiyê ji destê xwe berdin û ew têkevin destên me. Heke petrola me di dest me de be, rewþa me gelek baþ dibe. Nivîskarê hêja serê xwe hejand û got, a niha min fêhm kir, ku pirsgirêk çi ye?!. Nexwe rast e, ji bo wê ye; ev sedem gelek girîng e.

Di wê êvarê de gelek helbestvan û nivîskaran berhemên xwe pêþkêþ kirin. Min bala xwe dayê, ku hevalê min yê îtalî, birêz Alessandro Iovinelli, nivîksarê Alman Walter Kaufmann û yê Portugalî Casimiro de Britto, ku em li ser maseyekê rûniþtibûn, bala xwe didin mûzîkî û ahengiya ziman û herwisa awayê ku nivîskar pê dixwîne. Digotin, tevî ku em tênagihînin, nivîskar û helbestvanên Kirowat, Serb, Bosnî û yên Monte-Negro çi dibêjin, lê dîsa jî tê xuyakirin, filan kesî yan behvan kesê berhema xwe baþ pêþkêþ kiriye. Ji lew re, min dît, ku di van civînan de ahangî û mûzîkiya ziman û awayê xwendinê pir girîng e. Wisa min biryara xwe da, ku ezê roja din helbesteke pîvayî û bi aheng bixwînim.

Roja din em bi serdanî çûn bajarê Porec. Ev jî bajarekî gelek paqij û lihevhatî bû; bermayên Romanan û keniþtên kevnar lê hebûn. Donkî-Þûtê me got, emê biçin, li gundekî din firavînê bixwin. Ev gund di dema hatina tirkan de hatibû qirkirin. Me li wî gundî firavîn xwar û paþ nîvro em vegeriyan Pula.

Ev êvara li ber me ya dawiyê bû. Em hinekê zû daketin bajêr. Sereka PENa Kirowatsiya sitî Sibila Petlevski dixwest wek her roj dîsa hin nivîskaran li pêþangeha pirtûkan ji bo medyayê bide naskirin. Îro dixwest birêz Walter Kaufmann yê Alman bide naskirin û me jî dixwest em lê guhdarî bikin.

Dema êvarê em ji bo xwendina berheman çûn cihê roja pêþîn. Birêz Seid Serdaruvic got, ku emê wek çaremîn kes deng li te bikin. Xwendinê destpêkir, her kesekî berhema xwe dixwend û vedigeriya cihê xwe. Birêz Walter Kaufmann û sereka þerefê ya PENa Meceristanê Ewa Toth û herweha yekî ji Bosniyayê berhemên xwe berî min xwendin. Êdî dora min hatibû. Pêþkêþkerê vê êvarê Seid Serdaruvic bû. Navê min gazî kir û got, ku niha mêvanê me yê ji Kurdistan wê berhema xwe bixwîne. Bê guman, di wan çend rojan de hinekan dizanî, ez bi zimanê wan diaxivim, lê piraniya gel ev rastî nedizanî. Zimanê wan jî ne zimanekî navneteweyî ye, ku pir kes pê zanibin. Wan wisa dîtiye, ku evên biyanî yan bi englîzî yan jî bi zimanê xwe dipeyivin û dixwînin. Heke kesek bi zimanê wan tiþtekî jî bêje, belkî gotina „êvar baþ“ bêje û hew. Lê belê, min axaftina xwe bi zimanê wan destpêkir. Di destpêkê de, min PENa Kirowatsiya ji bo mêvandariya wan spas kir û got, ku em ji bo her tiþtê we ji mêvanan re amade kiriye û hên jî pêþkêþ dikin gelek spasdar in. Ev rojên li Îstiriya gelek xweþ bûn, ku me bi hev re, li welatê we, li bajarê we Pula bihurandin. Bi hevoka dawî re beþdaran çepik bi xurtî lêdan. Ew gelek mat mabûn, ku kesekî ji Kurdisatn bi zimanê wan dipeyive. Di pey re ez ji guhdaran pirsîm: Gelo hûn bi kurdî fêhm dikin? Giþt keniyan. Min got: Gelî heval û guhdaran, zimanê kurdî zimanekî hindo-ewropî ye û ji zimanê we ve nêzîk e. Binêrin, gava ez bi kurdî dibêjim:

Te ev da min. Mana vê hevokê bi zimanê we ev e:

Ti ovo dao mene.

Hûn dibêjim: jena. Em dibêjin: jin. Hûn dibêjin: brat. Em dibêjin: birak. Hûn dibêjin: znam, neznam. Em dibêjin: zanim, nizanim. Û hwd.

Lê gava em dibêjin: Ez kanim, ez nikanim. Ev êdî ne wek zimanê we ye. Ev nêzî zimanê englîzî dibe: I can, I can not. Lê bêjeyên wek "Lêv, diran û pê" nêzî yên fransî ne.

Û herwisa, min hin nimûneyên din dan, ku ji zimanên hindo-ewropayî yên din ve nêzîk in.

Vê yekê bala tevan kiþandibû. Min bi henek got: We dît, ku çawa hûn tev bi kurdî dizanin!?. Lê ezê niha ji we re helbestekê bi zimanê kurdî bixwînim. Ez dizanim, hûnê her tiþtî jê fêhm nekin, lê ka hele guhdar bikin. Ev helbesta min li ser cejna me ya neteweyî ya mezin e. Ev cejin her sal di destpêka biharê, di 21ê adarê de pêktê. Min beþek ji helbesteke xwe, ya ku min di sala 1979an de nivîsandibû xwend. Hemiyan çepik lêdan û wisa axaftina min bi dawî bû.

Di pey re helbestvan û nivîskarên mayîn yên wek Mauricio Cucchi yê îtalî, Carles Torner yê katalanî û hwd. Berhemên xwe xwendin heya þeva me bi dawî bû. Gava em vegeriyan hotêlê, pir kesan wek Walter Kaufmann, Casimiro de Britto, Alessandro Iovinelli û Dragan Velikic yê ku ji Belgrad bû pîrozbahiya min kirin û gotin, ku axaftin û xwendina te bi dilê me bû. Hîngê min dizanî, ku min karê xwe baþ kiriye.

Roja din êdî roja vegerê bû. Piþtî taþtê, otobûsa me bi rê ket. Rêya me dîsa rêya pênc saetan bû. Em dîsa di ber newalên kûr re û di tunelên dirêj re derbas bûn. Li aliyê din dîsa berf hebû û zinaran qeþa girtibû. Av bi zinaran ve qerisî bû; pîjikên qeþayê hinek biçûk, mîna pîjikên kipriyan û hinek jî dirêj, mîna qoçên xezalan, bi keviran ve hatibûn daleqandin. Li saet 13:30î em gihîþtin balafirgeha Zagreb. Ez û birêz Walter Kaufmann emê bihatana Frankfurt. Balafira me diviyabû li saet 18:55an derketa. Me dît, ku hên wext pir e. Me xwest, em bi balafireke zûtir derkevin. Ev daxwaza me jî bi cih hat. Me bilêta xwe guhert, xwatir ji Casimiro yê portugalî xwest û em li saet 14:15an derketin. Gava balafir bi ezmanan ket, Zagreb di nava mij û moranê, tem û kirovê de mabû. Di ser ewrên spî re tîrêjên rojê dan hundirê balafirê. Tîrêjên rojê hergav nîþanên hêviyê ne.