|
AGAHDARÎ Mustefa Reþîd PEN-a Navneteweyî bi navê Komîteya Nivîskarên di
Zîndanan da çalakiyeka berfireh ji bo piþtgiriya navenda PEN-a Çîn
destpêkir û ji hemû navendan xwest, ku ew jî di vê çalakiyê da beþdar
bibin. Di destpêkê da Navenda PEN-a Australiya(Navend Sydney) helbesta
helbestvanê Çînî Shi Tao wergerand zimanê înglîzî. Ev helbest ji hemû
navendan ra hate þandin, ku her navendek wergerîne zimanê xwe yan jî hin
zimanên din. Navenda PEN-a Kurd jî di vê çalakiyê da beþdar dibe.
Helbesta Shi Tao ji aliyê Mustefa Reþîd va li zimanê kurdî hate
wergerandin û endamê me yê þerefê birêz Ricardo Gustavo Espeja ev
helbest wergerand zimanê spanî.
Heya niha dora 60 navend di vê çalakiyê da beþdar dibin. Wisa hatiye plankirin,
ku gava Agirê Olympiyayê ji Yûnan ber bi Çînê va biçe,
helbesta Shi Tao jî hevaltiya wî bike heya ku di 08.08.2008-an da digihîne
welatê Çînê. Gava Agirê Olympiyayê bigihîne kîjan welatî, divêt li
paytextê wî welatî çirayek vêkeve û helbesta Shi Tao, ya ku li zimanê
wî welatî hatiye wergerandin, hem bi nivîskî, hem jî bi deng (audio) bê
bihîstin. Navenda PEN-a Siwîsrî(German Centre) ku berpirsiyariya
teknîkî hildaye ser milên xwe, ji me xwest, ku em wergera bi kurdî, hem
bi nivîskî, hem jî bi deng(audio) ji wan ra biþînin. Me verziyona kurdî
bi nivîskî û bi deng(MP3) ji wan ra þandiye. Wan ji bo vê armancê
malpereka înternêt ya taybet afirandine, ku nexþeya cîhanê têda
xuyadibe û gava helbest bigihîne kîjan welatî, çira li paytextê wan vêdikeve
û helbest dikare bê xwendin û bihîstin. Gava Navenda PEN-a Siwêsrî ji me xwest, ka gelo bila ji
bo Navenda PEN-a Kurd çira li kîjan bajarî vêkeve, me bersiv da û got:
Bila ji bo me kurdan çira li Amed, Qamiþlo, Hewlêr û Mehabad vêkeve.
Mixabin wan ev pêþniyaza me nepejirand û got, heger em ji bo her navendekê
çar çirayan vêxînin, gelek pir dibe û ev ne mimkin'e. Gotin divêt hûn
tenha bajarekî bi nav bikin. Em neçar man, ku em tenha bajarekî bi nav
bikin û wisa me biryar da, ku bila ji bo kurdan ev bajar AMED be. Ev daxwaza me hatiye pejirandin û roja pêncþemê,
03.04.2008-an ku Agirê Olympiya di Kurdistanê ra derbas dibe, dê çiraya
Navenda PEN-a Kurd li AMEDê vêkeve û helbesta Shi Tao, ku ji aliyê
Mustefa Reþîd va li kurdî hatiye wergerandin bi nivîskî û bi
deng(audio) li ser nexþeya cîhanê xuya bibe. Kesên ku bixwazin vê bûyera dîrokî ji dest xwe
bernedin, divêt roja 03.04.2008-an di vê malperê destnîþankirî da li
bajarê AMEDê bitikînin. Navnîþana malpera ku Navenda PEN-a Siwêsrî ji
bo vê armancê afirandiye ev'e: Malpera
Taybet ya PEN-a Navneteweyî : http://www.penpoemrelay.org/ Rûpela Navenda PEN-a Kurd di Malpera Taybet ya PEN-a Navneteweyî da http://www.penpoemrelay.org/main/kurdish-centre Hûn dikarin di malpera me da jî vê helbestê bixwînin û lê guhdar bikin: www.pen-kurd.org Li gel rêz û silavên kurdewarî û hevalane. Mustefa Reþîd
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org