Agahdarî ji Konferansa Komîta Mafê Ziman û Wergerê ya PENa Navneteweyî, ji 17.6. – 20.6.2004an
 
li Ohrid – Komara Makdoniya

 

Mustefa Reþîd

Homburg – Skopje

Ez roja pêncþemê, 17.6. li saet 5ê beyanê hiþyar bûm, li saet 6:44 li tirênê siwarbûm û min berê xwe da balafirgeha Frankfurt. Li saet 8:38 gihiþtim wir û li 10:15 balafir bi rê ket. Li saet 11:30 balafir li Ljubljana, paytextê Siloveniya dahat. Li saet 13:30 bi balafireke biçûk berê me li Skopje bû. Li saet 15:00 em gihîþtin paytextê Makdoniya.

 

Skopje – Ohrid(Oxrîd)

Li derveyî avahiya balafirgehê organîzatorên ji PENa Makdonî li benda me bûn. Sitiya Sibila Petlevski, seroka PENa Kirwatiya û endama Komîta Birêvebir ya PENa Navneteweyî li gel nivîskareke din ji welatê wan û nivîskarê Makdonî, yê ku berî 40 salî Navenda PENa Makdoniya avakiribû, li derve bûn. Sibila û hevala xwe di ser Budapist (paytextê Meceristanê) re hatibûn û nû gihabûn wir. Em li qehwexaneyê rûniþtin û me vexwarineke sar vexwar. Piþtî demeke kurt, birêz Terry Carlbom, sekreterê PENa Navneteweyî jî gihîþte me. Li saet 17an diviyabû hên sê beþdarên konferansê yên din bên (Bente Christensen ji PENa Norwêc, Anna Romero ji PENa Katalanan û Casamiro de Brito serokê PENa Portugal). Saet êdî bûbû dora 16an, û biryar wisa hate dayîn, ku em birêkevin û ewên din, dê bi erebeyeke din li pey me bên. Em li mînîbusê siwar bûn. Nivîskarê Makdonî li ba þofêr cihê xwe girt, Sibila û hevala xwe li rêza duyem rûniþtin û ez û Terry li rêza dawî li ba hev rûniþtin. Rêya ji Skopje heya Ohrid, ji 2,5 heya 3 saetan dikudîne. Ev derfeteke gelek baþ bû, ku em li ser hin mijaran biaxivin.

Di destpêkê de em bi dûr û dirêjahî li ser rewþa Navenda me û pêwendiya me li gel nivîskarên me li hemû aliyên welat axivîn. Piþtî ku ev mijar têr bû û her tiþt ji Terry re zelal bû, em hinekê li ser bingeh û pirensîpên PENa Navneteweyî axivîn. Di van mijaran de dîtinên me mîna yên hev bûn û me zû ji hev fêhm dikir. Di pey re em derbasî mijara Konferansa me ya Amedê bûn.

Min helwest û peyvên Terry yên dema amadekirina resolusiyonên me, yên ji bona Kongira 69an li Maksiko anîn bîra xwe û bi lez di ber çavan re derbas kirin. Terry digot, baþtir û xweþtir e, ku hin navendên din li daxwazên we xwedî derkevin û ew wan daxwazên we pêþniyar bikin; hîngê îmkana serkeftinê misoker dibe. Gava her kesek hewl bide, tiþtên xwe bi xwe bi cih bîne, bihna êgoîzmê jê tê. Baþ tê bîra min, ku ez wê hîngê hinekê di xwe de tijî bûm û min helbestek bi navê “êgoîzim” nivîsand. Kekê Zerdeþt û Zorab vê yekê baþ dizanin, Ronî û Maria jî ew helbesta min xwendibûn. Kek Zorab wê hîngê got, heke tu Terry baþ nasdikî, tu dikarî vê helbestê, wek helbesteke satîre jêre biþînî. Lê belê, min got, ez Terry baþ nasnakim û wisa min neþand.

Berî çûyîna min, ez û kek Zerdeþt, em li ser mijara civîna Ohrid axivîbûn û me gotibû, ka gelo emê vê carê çi li wir bixwazin û piþniyar bikin?. Me got, ku emê hewl bidin, bila dîsa bi navê vê komîtê pêþniyara resolusiyonekê bê amadekirin û ji Kongira Giþtî re ya PENa Navneteweyî li Tromso bê pêþkêþkirin.

Piþtî ku min ev rewþ wek fîlimekî di ber çavan re derbas kir, min deng li birêz Terry Carlbom kir û bi perwa jê pirsî: Gelo tu çi pend û þîretê didî me, em ji bo Konferansa Diyarbekrê çi dikarin li vê civîna me ya Ohrid bikin, yan jî li Tromso?. Bersiva birêz Terry Carlbom pozîtîv bû, û got, belê, em dikarin bi navê vê Komîtê resolusiyonekê ji kongira Giþtî re li Tromso pêþkêþ bikin, ku têde ji hemû aliyan (Navenda PENa Navneteweyî, Navendên welatan, UNESCO) bê xwestin, piþtgiriyê bidin Konferansa Diyarbekrê; herwisa ji rayedarên Tirkiyê jî bê xwestin, ku rê li ber vê konferansê xweþ bikin (yanê astengiyan dernexin). Min got, bi rastî ev pêþniyareke gelek baþ e. Lê min xwest, ku ew bixwe li civînê vê pêþniyarê bike. Rabû min got, wek tu dibînî, înglîziya min ne wek ya te ye, gelo tu dikarî, ji kerema xwe di civînê de vê pêþniyarê bikî? Tu dîroka vê projeya me dizanî û dikarî baþtir þîrove jî bikî…. Terry daxwaza min pejirand û min pêþde spasiyên xwe jêre pêþkêþ kirin. Niha min dizanî, ku ez ji niha de di hatina xwe de serkevtî me û min karê herî girîng qedand. Min dizanî, ku ezê bi serfirazî vegerim ba hevalên xwe û hatina min ji bo Navenda PENa Kurd ne vala ye. Ji hêla din ve, ji min re hate xuyakirin, ku birêz Terry Carlbom dostê me ye û ji dil dixwaze, ku doza me pêþve biçe.

Piþtî vê axaftina me, ez di dilê xwe de gelek bextewar bûbûm, wijdanê min xwe berdida nava aramiyeke xweþ. Êdî axaftina me bi dawî bûbû û me li çiyayên herdu rexên rê temaþe dikir. Li aliyê rastê, li ser girekî, keniþteke dîrokî hebû û Sibila ew þanî me dida. Heya wê demê, bi piranî Sibila û hevala xwe li gel Nivîskarê Makdonî û þofêr bi zimanê xwe diaxivîn. Ji ber ku ez bi zimanê wan dizanim, min xwe hinekê teve axaftina wan kir û tiþtên pêwîst ji Terry re wergerandin; Sibila jî ser wan temam dikir.

 

Koktêla Pêþwazîkirinê

Þofêrê erebê, ji bona suxreyeke xwe, em di rêyeke dirêj re anîbûn. Li dora saet 19an em gihîþtin hotêla Inex Gorica; ew hotêla ku em sala derbasbûyî jî lê dahatibûn. Li saet 19an koktêla pêþwazîkirinê destpêdikir. Me zûka odeyên xwe standin, tiþtê xwe bire jor, hinekê xwe þûþt û veþûþt û daketin xwarê. Xanimekê ji wezareta Çandê ya Makdoniyayê li ber kamereyan dest bi axaftina xwe kiribû. Piþtî axaftinê, min silav li beþdaran kir. Di nav wan de niwênera PENa Mecerî (Hungarî) Sitî Eva Toth. Me berî du salan li hevdîtina bajarê Pula yê Kirwatiya hevdu naskiribû û sîmpatiya wê ji kurdan re hebû. Li teniþta wê, niwênerê PENa Îtalî hebû. Ew ji Zanîngeha Napolî hatibû û ev cara pêþîn e, ku ez wî dibînim; ew di di pîþeyê xwe de mirovekî lînguîst e. Va ye dîsa xanima Aysu Erden, niwênera PENa Tirk jî hatiye. Min silav da wê jî û ez bi fermî li hal û demên wê pirsîm. Sitiya Kata Kulavkova, seroka Komîta Mafê Ziman û Wergerê ber bi min ve hat û me bi germî silav li hev kir û hevdu hembêz kir; em hên ji Pula de hevdu nasdikin. Di pey re min silav da birêz Bashevki, serokê Navenda PENa Makdonî, kebaniya wî û endamên din yên wan, ku me tevan ji berî salekê hevdu dîtibû. Herwisa me silav da yên din jî. Vê carê ji navenda PENa Yûnanî û PENa Albanî jî niwêner hatibûn.

Di wê navberê de, ewên ku ji balafirgehê bi erebeya din dihatin, gihîþtin hotêlê. Me silav bi germî li hev kir û hevdu hembêz kir. Bente Christensen û Casamiro de Brito sala derbasbûyî jî hatibûn. Anna Romero jî, wek ku em hevdu nasbikin, me silav li hev kir. Birêz Rosend Arques, yê ku sala derbasbûyî bi navê PENa Katalanan hatibû, jêre li ser min xeberdabû. Anna keçeke gelek aþna û rûliken bû; bi înglîziyeke bê kêmasî diaxivî. Di pey re min fêhmkir, ku dayîka wê Îngilîz e.

Dema xwarina êvarê, min, Bente û Anna, me li ber maseyekê cih girt. Terry çû ber maseya ku Eva Toth li wir rûniþtibû. Xanima Aysu Erden jî çû ba wan.

Roja îniyê, 18.6, ez û birêz Terry Carlbom bi hev re gihîþtin cihê xwarina taþtiyê. Em li ber maseyekê rûniþtin û em ketin nava axaftinê. Min careke din anî bîra wî, ku ew ji kerema xwe mijara resolusiyona me têxe rojevê û li ser bê axaftin.

 

KONFERANS

Li saet 10 û 15 xulekan Konferansê bi fermî dest pêkir. Serokê PENa Makdonî birêz Bashevki konferans vekir, bixêrhatina mêvanan kir û awireke dîrokî li xebata PENê û girîngiya wê ji herêma Balkanan re derbirî û anî ziman. Di pey re birêz Terry Carlbom, sekreterê PENa Navneteweyî spasiyên xwe ji Navenda PENa Makdonî re, ji bona mêvandariya wan pêþkêþ kir û derbasî mijara xebat û rola PENa Navneteweyî bû, ku divêt di her warî de em ji hevdû hîn bibin; divêt xebata Navenda Giþtî û ya Navendên li seranserê cîhanê ji bo armancên me yên tevayî bêne koordînekirin. Sitiya Kata Kulavkova jî bixêrhatina mêvanan kir û agahdarî da beþdaran, ku niha hejmara navendên di vê komîtê de bûne endam, gihîþtiye 42 navendan. Va ye rapora me li ber we ye, emê di py re li ser naveroka wê rawestin.

Niha diviyabû, rojeva Konferansê bê çespandin. Belê, rojeveke nivîskî li ber destê beþdaran hebû, lê gengaz û mimkin bû, ku hin xalên nû li rojevê bêne zêdekirin.

-         Birêz Casamiro de Brito daxwaz kir, ku xalek li rojevê bê zêdekirin; ew dixwaze li ser projeyeke PENa wan biaxive.

-         Pêþniyarek ji Sitî Eva Toth ji PENa Mecerî heye.

-         Pêþniyarek ji Bente Christensen ji PENa Norwecî heye.

-         Birêz Terry Carlbom pêþniyar kir, ku mijara “Konferansa Diyarbekirê” têkeve rojevê.

-         Sitî Anna Romero jî xaleke nû dixe rojevê û dixwaze li ser projeya wan biaxive.

Ev hemû xalên nû li rojeva konferansê hatin zêdekirin û pejirandin.

Niha rapora Komîta Mafê Ziman û Wergerê tê xwendin û tê binavkirin, kîjan xebat li gel kîjan navendan hatiye kirin. Di raporê de gelek caran navê Navenda PENa Kurd jî derbas dibe; bi taybetî jî ew resolosiyona ku me sala derbasbûyî bi navê vê Komîtê ji Kongira Giþtî re ya li Maksiko pêþkêþ kiribû. Xebata vê Komîtê ji bona zimanên ku zor û pestan li ser heye, tê binavkirin û di vir de jî navê “Zimanê Kurdî” tê hildan.

Sitî Kata Kulavkova raporê heya bi dawiyê dixwîne û hin beþan ji wê þîrove dike.

Di pey re rapora darayî hate xwendin. Rapor bi nivîskî di destê beþdaran de hebû. Piþtî temaþekirina wê, tikes titiþtî nabêje.

Birêz Terry Carlbom tekstê nû yê rêbaza PENa Navneteweyî, ku hemû komîte û komîsiyonan eleqedar dike, pêþkêþ dike û dibêje, bila hemû baweriya xwe li ser bidin; ev tekst dê êvarkî bê kopîkirin û belavkirin.    

 

Niwênera PENa Nirwecî pêþniyara hevkariya bi UNESCO re dike û dibêje, ev xebat divêt bê þopandin.

Nivîskarekî Yûnanî li ser mijara wergerandinê di navbera zimanan de diaxive û bikaranîna “idioman” di wergerê de tîne ziman û dibêje, ev mijareke gelek balkêþ e û divêt bê þopandin.

Anna Romero hin xebatan bi nav dike û pêþkêþ dike (PENa Katalanan di vê Komîtê de cihgira PENa Makdonî ye). Anna pêþniyar dike, ku civîna dahatû li ba wan li Berselona pêk bê û ji aliyê xwe ve sedemên vê yekê dibêje. Kata dibêje, guhertina cih baþ e, va ye, wek nimûne, em dixwazin konferansekê li Diyarbekrê bikin.

Niha rapor dadikeve dengdanê. Dengdan: li gel(giþt): li dij (0):bê deng (0).

Niha birêz Terry Carlbom li ser Konferansa Diyarbekrê diaxive û girîngiya wê tîne ziman û dibêje, ev pêþniyar ya Navenda PENa Navneteweyî û herdu navendên PENa Kurd û Tirk bû; divêt em tekstê resolusiyonekê amade bikin û bi navê vê komîtê pêþkêþî Kongira Giþtî ya li Tromso bikin. Di resolusiyonê de divêt bê xwestin, ku PENa navneteweyî, navendên din, bi taybetî Navendên PENa Kurd û ya Tirk û hemû aliyên din piþtgiriyê bidin vê konferansê (tekst dê bê amadekirin).

Ev pêþniyar dikeve dengdanê. Dengdan: li gel(giþt): li dij (0):bê deng (0).

Niha dîskûsiyon li ser bikaranîna zimanên fermî di civîn û kogireyên PENa Navneteweyî de dest pêdike; daxwaz ew e, ku li tenîþta zimanê Înglîzî, hergav zimanên Fransî û Spanî jî bêne bikaranîn.

Birêz Terry Carlbom bi dûr û dirêjahî li ser vê mijarê diaxive û dibêje, zimanên wek Çînî, Hindî û Erebî jî li cîhanê zimanên mezin in, lê di PENa Navneteweyî de nayên bikaranîn. Zimanê înglîzî ji bo pir kesan êdî bûye zimanê duyem ……

Sitî Sibila Petlevki li ser vê mijarê diaxive û dibêje, heke di her warekî de divêt ev ziman hebin, hîngê divêt ev yek bê fînansekirin. Lê belê îmkanên PENa Navneteweyî nînin; ev mijareke gelek têkil û zehmet e…..

Birêz Casamiro de Brito dibêje, ez ji berê de li dijî vê dîskûsiyonê bûm. Belê zimanê Spanî mezin e, lê …., zimanê Almanî jî girîng e, em çi bikin?

Li ser vê mijarê Anna Romero, Bente Christensen, Eva Toth û ez jî, em dîtinên xwe dibêjin….

Sitî Kata kulavkova dibêje, heya niha zimanê Înglîzî zimanê yekemîn e, Fransî yê duyemîn e. Lê hemû ziman di civînên taybet de dikarin wek hev fermî bên dîtin. Wek nimûne, li vê derê zimanê Makdonî li tenîþta yên din zimanê fermî ye û wisa jî, heke civîn li welatên din pêkhatin…..  

Niwênerên PENa Yûnanî vê dîskûsiyonê bi zimanê Fransî berdewam dikin. Yên din jî neçar dibin, ku bersiva wan bi Fransî bidin. (serinc: Ji ber ku ez bi zimanê Fransî nizanim, ez nikarim dîskûsiyonê biþopînim.). Nivîkarekî Yûnanî hergav ji ber xwe û bê destûr diaxive. Birêz Terry Carlbom ji vê helwesta wî gelek bihinteng dibe. Ew dibêje, nabe ku her kes ji ber xwe biaxive, divêt destûr bê standin. Lê belê nivîskarê Yûnanî qet ne xema wî ye; ew hergav axaftina yên din dibire û baweriya xwe dibêje. Sitî Kata Kulavkova dibêje, tika ye ji ber xwe neaxivin; hîngê titiþt nayê fêhmkirin. Dawiya dawî, ev xala civînê wisa tê girtin.



Pêþkêþkirina Berheman

Di vê xalê de hin weþan hatine hilbijartin, ku bêne nasandin. Pêþniyarek ji PENa Makdonî tê, ku li bajarê Ohrid navendek ji bo weþan û danasînê hebe. Ev pêþniar tê pejirandin.

Berhemeke hevbeþ ji aliyê Makdonî û Italiyan ve tê pêþkêþkirin, ku ji zanîngeha Napolî derçûye. Piþtî danasîna naveroka vê berhema lîngûîstîkî, spasiya niwênerê PENa Îtalî tê kirin û bi çepiklêdanê ev xal bi dawî dibe.

Di rûniþtina paþnîvro de axaftin êdî sîmultan tê wergerandin. Nivîskarekî Makdonî berhemeke xwe pêþkêþ dike. Berhema wî wek antologiya wêjeya Makdonî ye. Ji lew re, ew di axaftina xwe de li ser rewþa gelê Makdonî û welatê wan çend peyvên gelemper dibêje; ew bi awayekî dîrokî dide xuyakirin, ku ji 2000 sal de nivîsandina bi zimanê wan ê dayîkî heye…… Antologiya weþanên Makdonî di sê heyamên dîrokî re derbas bûye. Poêsiya wan pêþî bi awayê devkî hatiye û di pey re bi awayê nivîskî berdewam bûye. Xortekî din hin nimûneyan ji zimanê kevin dixwînê, ku îro bi zorê tên fêhmkirin.

Niha Sibila Petlevski dîskûsiyonê birêve dibe. Nivîskareke Kirwatî hin berheman pêþkêþ dike û di axaftina xwe de bi taybetî li ser weþan û berhemên bi zimanên welatên biçûk û pêwendiya vê rewþê bi zimanên ku îro li cîhanê bi awayekî firehtir tên bikaranîn, radiweste. Heke em li weþanên ku çapdibin temaþe bikin, hîngê zimanê Ewropayê yê herî mezin, ne înglîzî, lê belê “wergerandin” e.

Nivîskarê Makdonî, avakarê PENa vî welatî, li ser mijara wergerandinê û pêwendiya berhemên wergerandî li gel yên xumalî(welatî) diaxive. Hevjiyana çand û wêjeyên cuda tenê li ser bingeha tolêrans û rêzgirtina ji hev re dikare berdewam bibe……

Sitî Eva Toth ji PENa Mecerî li ser cudahiya çand û wêjeyan diaxive û hin ramanan ji helbestvanekî wan dixwîne. Ew dibêje, rola wergerandinê gelek girîng e; heke ne ji wergerandinê bûya, me yê pirtûka pîroz (Încîl) nasnekira, me yê lîteratûra Yûnanî ya kevnar û gelek tiþtên din nasnekirana. Di pey re ew gelek nimûneyan ji helbestvan û nivîskarên Mecerî dide, ku çi kar kirine û çi rol di naskirin û geþkirina çand û wêjeyê de lîstine.

Sitî Anna Romero ji PENa Katalanan li ser hin xebat û çalakiyên wan diaxive û li ser rola wergerê ji bo civakê radiweste. Ew dibêje, wan malpereke înternêtê pêkaniye. Hêvî ew e, ku ew hem ji bo wergerandina ji zimanê Katalanî û hem ya li zimanê Katalanî bibe bingeh; ew dixwaze, ku hemû pêwendiya xwe li gel wan xweþ bikin.

(Di vê navberê de lîsteyek tê gerandin, ji bo kesên ku dixwazin dema êvarî helbestan bixwînin. Min navê xwe qeyd kir, ku ezê jî bixwînim.)

Sitî Bente Christensen ji PENa Norwecî diaxive û rewþa welatê xwe radixe. Ew dibêje, em welatekî biçûk in, gelha me 4,5 milyon e. Du zimanên sereke li welatê me hene; lê zimanê Samî jî heye. Lê belê kêmaniya neteweyî ya here mezin li welatê me Pakistanî ye. Ji welatên din jî gelek gel hene; wek ji welatên Yugoslaviya berê jî. Hin projektên wan ên din jî hene, ku ew dixwazin hin kesên bi nav û deng vexwînin.

Birêz Perovic ji PENa Montenegro (Çiyayê Reþ) dibêje, ew dixwazin hevkariyê li gel yên din bikin; ne merc e, ku neteweyên mezin bin. Wî bi tenha serê xwe 40.000 malikên helbestan ji zimanê Makdonî wergerandine zimanê wan; hema hema ji hemû helbestvanên Makdoniyayê hin tiþt wergerandine.

Min dizanîbû, ku di vê xalê de kêmasiya min heye. Lê mixabin, min qet ev yek nizanîbû û ne jî hesabê vê yekê kiribû. Ji ber ku resolusiyona me bi serketibû, ez gelek razî bûm, wek ku ez gihîþtibim armanca xwe. Lê belê, divêt ev kêmasî jî bê gotin. Divêt em xwe baþ ji her xalekê re amade bikin. Divêt em jî hin berheman pêþkêþ bikin.  

Piþtî ku konferans bi dawî bû û hemiyan spasiyên xwe gotin, niwênera PENa Tirk, xanim Aysu Erden xwest bipeyive. Wê hin raman û pêþniar pêþkêþ kirin, ku li herêma Rojhilata Navîn pêk bên. Yek ji wan pêþniyaran ew bû, ku ji navendên PENa Tirk, Kurd, Ereb û Cihû hevdîtin pêkbên, da ku di qada wêjeyê û perwerdeyê de hevnasîn çêbibe û wisa jî ev têkeve xizmeta aþtiyê li herêma Rojhilata Navîn. Mixabin gava xanima Aysu Erden diaxivî, hem dengê migrefonê baþ nedihat û hem jî êdî beþdar rabûbûn ser piyan. Wisa ev rûniþtin jî bi dawî bû.

 

Çûyîna nav bajêr

Li dora saet 17an, em tev li teksiyan siwar bûn û me berê xwe da nava bajarê Ohrid. Ez û Terry û Aysu di yek erebeyê de bûn. Gava ez ji Almaniyayê çûm, min sîwana xwe ji çenteyê xwe derxistibû, da ku li min nebe bar; min ji xwe re digot, ev nîvê meha pûþperê (hezîranê) ye û li baþûrê Ewropa îmakana hatina baranê kêm e. Lê belê di jiyanê de pir caran bi temamî wisa pêktê, ne wek ku mirov dixwaze. Vê carê jî wisa bû. Gava em gihîþtin nava bajêr, baranê destpêkir. Cihê ku em diçûniyê bilindahiya bajarê Ohrid bû; cihê sûr û dergehên dîrokî yên kevin bû. Li ber dergehê dîrokî em ji teksiyê peyabûn. Baran hên dibariya, hinekan xwe di bin kavilên kevnare de û hinekan jî xwe di bin daran de ji baranê diparast. Piþtî ku baranê hinekê sist kir, em di rêya kevnare re, ku bingeha wê bi kevirên reþ hatiye duristkirin, ber bi keniþta dîrokî ve hilkiþiyan. Min ev rê berê nasdikir. Sala derbasbûyî, em ji aliyê din ve di vê rêyê re daketibûn. Bente xwe gihande min û em ji xwe re axivîn, ku çawa em sala derbasbûyî li gel Patrizia û Rosend li vê qehwexaneya han rûniþtin. Di pey re em li ser baxçeyên malê û darên fêkiyan axivîn. Sala derbasbûyî Bente ji min re digot, ku teyr û tilûr tên û fêkiyên baxçeyê wan dixwin. Min got, îsal rewþ çawa ye? Gelo darên fêkiyan ber hilgirtine? Ew jî li darên baxçeyê me dipirsî. Min digot, ku îsal dara me ya gilazê mixabin li ber têkçûnê ye.

Terry ev axaftina me dibihîst û gelek matmayî dima, ku ez û Bente ewqas hevdu baþ nasdikin. Gava em gihîþtin hewþa keniþta kevnare, rêberê me yê turîstîk çîroka vê keniþtê ji kûrahiya dîrokê de xeber dida. Li gor þîrovekirina wî, ev hên ji demên kevnar de perestgehek bûye. Gava Christiyanî hatiye vê herêmê, ev perestgeh guhertine û kirine keniþt. Ev rewþ demeke dirêj wisa maye. Gava Tirkên Osmanî hatine, keniþt guhertine û kirine mizgeft. Piþtî ku Tirk çûne, ev war kavil bûye û demekê hatiye jibîrkirin. Piþtî ku Komara Makdoniya hate avakirin, ev war careke din hate vedîtin û niha dîsa keniþt li ser hatiye avakirin. Hergav, dema axftin li ser kiryarên Tirkan dibû, Aysu wisa dikir, ku qet nabihîse. Herdu nivîskarên ji Montenegro li pêþiya keniþtê ji Aysu pirsîn, ku rewþa wê çawa ye? Aysu matmayî dima û nizanîbû mebesta wan çi ye? Ew ji min pirsî gelo ew çi dixwazin?. Wan bi zimanê xwe ji min re got, em dipirsin, ku rewþa wê çawan e? gelo ew bextewar e?. Aysu li min temaþ dikir û matmayî dima. Ew ji min dipirsî, gelo mebesta wan çi ye? Min got, ew dibêjin, rewþa te çawan e? Û gelo tu bextewar î. Lê belê dîsa jî mebesta wan ji vê pirsê fêhm nedikir. Bê guman min mebesta wan baþ dizanî, lê min nexwest ez bidim pey vê mijarê.

Nivîskarên Yûnanî hergav komentarên xwe li ser þîrovekirina rêberê turîstîk digotin û dixwestin bidin xuyakirn, ku ev war her warên Yûnanî ne. Terry ji vê yekê gelek bihinteng dibû û ji wan bi dûr diket.

Gava em ji serê çiyê daketin xwarê, rêberê me xaniyek þanî me da, ku peykerê helbestvanekî wan li ser e. Navê helbestvan Dimitri ye. Nivîskarê Yûnanî dîsa got: Dîrokê neguhêre, ev Dimitrios e, û ev Yûnanî ye. Terry hema hema dikir di xwe de biteqiya. Bi dizîka ji min re got, ev çi nasiyonalîstî ye? Ev kesên wisa, ez nikarim fêhm bikim.

Li nava bajêr rêberê me keniþteke din þanî me da. Wêneyek jî þanî me da, ku çawa Tirkan minare li ser aliyekî keniþtê siwar kiribûn û ev keniþt jî kiribûn mizgeft.

Em bi peyatî gihiþtin nava bajêr. Hên hinek wext bi me re hebû. Her hinek bi aliyekî de çûn. Ez û birêz Perovic ji PENa Montenegro, em ji xwe re li kolaneke bajêr meþiyan. Em li ser rewþa Montenegro û ya Bosniyayê diaxivîn. Min dixwest rewþa Montenegro nasbikira û dixwest bizaniya, gelo çima di dema xwe de tenê hin beþen gel ji herêma Bosniyayê ola misilmantiyê wergirtin. Birêz Perovic ev herdu mijar jî ji min re þîrove kirin.

Em vegeriyan cihê hevdîtinê. Baranê dîsa dest pê dikir, em li teksiyan siwar bûn û vegeriyan hotêlê.

Di dema xwarina êvarê de ez û birêz Terry Carlbom, em li ser mijara tekstê resolusiyonê axivîn, ka emê çawa bikin û kengê amade bikin. Bi rastî, wî jî ev yek li ser xwe wek bar didît. Em hinekê zû çûn wî cihê ku diviyabû helbest lê bihatana xwendin. Gava Terry dît, ku organîzatorên me di dema diyarkirî de dest pê nakin, ew çû, da ku tekstekî amade bike. Ez û Aysu, em çûn cihê ku divê helbest lê bên xwendin û me tiþtekî sar vexwar.

Lê belê, heya ku helbestvan yeko yeko hatin, êdî hedan û sebra xanima Aysu Erden jî nema bû û ew jî çû.



Axaftina min û Sibila Petlevski

Cihê ku Aysu lê rûniþtibû vala mabû. Sibila Petlevki hat li tenîþta min rûniþt. Xwendina helbestan hên jî dest pê nekiribû. Ez û Sibila, em ketin nava axaftineke dûr û dirêj; mijarên wek “çima welatê wan di Yekîtiya Ewropayê de nebûye endam” û sedemên vê yekê çi ne?. Wisa hate xuyakirin, ku sedem ne aborî, lê belê siyasî ne; pirsgirêka generalê Kirwatî, ku di dema þer de tawanbariyên mezin kiribûn, hên nehatiye çareserkirin. Ew hên winda ye û xwe nespartiye dademendiyê.

Sibila pesna axaftina min ya bi zimanê wan dida, digot, tu gelek baþ bi zimanê me xeber didî. Min jî digot, na, min gelek peyv ji bîra kirine û nikarim her tiþtê dilê xwe bêjim. Wê got, ez dibînim, hûn Kurd û Makdonî gelek diþibihin hev. Min bi henek bersiva wê da û got, belê rast e, ma tu nizanî ev ji kû hatiye? Gava Iskenderê mezin hate welatê me, li Ekbetana, paytekstê Medan, leþkerên xwe tev bi keçên me re zewicandin. Yanê xweþikbûna Makdoniyan ji bedewiya wan çelengên me ye. Sibila got, rast e, rast e, min jî ev bûyer ji dîrokê bihîstiye.

Em li ser dema ku em li Pula bûn jî axivîn. Bi rastî, wê hîngê Sibila ji min re gelek qure dihate xuyakirin. Wê hîngê hemû kar û barê konferansê bi çalakî organîze dikir û her tiþt di bin kontrola wê de bû. Sibila jî wek Kata, Terry û Aysu Profesora zanîngehê ye. Belkî jî, bi kesên ku wan nasnake re helwesteke wisa digire; ev gelek gengaz û mimkin e. Lê belê îro bi awayekî gelek mêþin û suriþtî diaxivî. Ji min re got, mêrê min Ermenî ye. Min got, belê ez berê dizanim. Got gelo tê niha tiþtekî bixwînî? Min got belê, ezê helbesteke bi kurdî û yeke bi almanî bixwînim. Min du helbestên xwe, yên bi almanî, amade kiribûn û dixwest yek ji wan bixwenda. Min jê pirsî, baweriya te çi ye? Ez kîjanê ji van bixwînim? Wê wergera înglîzî ya herdu helbest di ber çavan re derbas kir û got, na evê bixwîne, eva din ne ewqas baþ li înglîzî hatiye wergerandin. Di nav nivîskarên Kirwatiya de Sibila ya here jîr e, xwendina wê ya helbestan jî gelek xweþ e û bi dilê min e. Min ev yek hên li konferansa Pula dîtibû. Min jêre got, awayê xwendina te ya helbestan gelek bi dilê min e. Nivîskareke we ye din jî gelek baþ dixwend. Got, navê wê çi ye? Min got, ez nizanim, nayê bîra min. Heke tê bîra te, dema di þeva duyem de, em ji bo xwendina helbestan çûbûn bajarekî din, wê nivîskara we li wir xwend. Hingê ez û birêz Walter Kaufmann li ba hev rûniþtibûn. Birêz Kaufmann jî got, ez ji vê jinikê fêhmnakim çi dibêje, lê belê xwendina wê gelek xweþ e. Tevî vê þîrovekirina min jî, dîsa jî Sibila nizanîbû, ew jinik kîjan nivîskar e.

 

Xwendina Helbestan

Di wê navberê de êdî her tiþt ji bona xwendinê hatibû amadekirin. Keçika ku helbestvan û nivîskaran pêþkêþ dike li ser kursiyeke bilind cihê xwe girtibû. Li tenîþta wê jî xortekî din gîtara xwe di hembêza xwe de bi cih kiribû, ku bi ahengên nazik hevaltiya xwendina helbestan bike.

Helbestvan, yek li pey yê din dihatin gazîkirin, ku helbestên xwe bixwînin. Yek li pey yekî dihat û diçû, beþekî mezin her û her Makdonî bûn. Lê belê vê carê Yûnanî û Alban jî hebûn; wan jî helbestên xwe xwendin. Sitiya Eva Toth, niwênera PENa Mecerî jî yek xwend.

Niha dora Sibila bû. Sibila li cihê xwe rûniþtî ma û ji pirtûkeke xwe dest bi xwendina helbestan kir. Bi rastî jî gelek xweþik dixwîne. Gava her helbestek bi dawî dikir, guhdaran gelek çepik jêre lêdidan.

Di pey re nivîskara Makdonî, ya ku sala derbasbûyî xwediya du keziyên dirêj bû û helbest bi eþq û meraqeke mezin dixwendin, li rêza dawiyê rabû ser xwe. Îsal keziyên xwe nehûnandibûn; porê xwe yî reþ û dirêj bi ser textê qolincê de berdabû. Wê jî helbesta xwe xwend û dîsa carekê-dudiyan di ber re lorand û bi lêdana çepikan bi dawî bû.

            

Niha navê min hate gazîkirin. Ez çûm li hembera guhdaran, li tenîþta xortê gîtarîst rawestiyam. Ne ji adeta min e, ku ez helbestan rûniþtî bixwînim. Min ji guhdaran re got, ezê pêþî helbestekê ji yên helbestvanê me yî mezin, yê sedsala 16an, Melayê Cizîrî bixwînim û di pey re ezê helbesteke xwe ye bi almanî û wergera wê ya înglîzî bixwînim. Berî ku ez dest bi xwendinê bikim, min ji guhdaran re got, ku mana „Dil ji min bir, dil ji min“ çi ye. Min bi dengekî berz û bi aheng, Þox û Þenga Melayê Cizîrî xwend. Bi xwendina helbestê re, berî ku ez bigihînim dawiyê, min bihîst êdî hinek ji guhdaran, ew jî li gel min dibêjin: Dil ji min bir, dil ji min. Helbesta Melayê Cizîrî gelek li xweþiya guhdaran hat û çepik gelek bi xurtî lêxistin. Min di pey re helbesta xwe ya almanî û wergera wê ya bi înglîzî jî xwend û vegeriyam cihê xwe.

Piþtî wê, birêz Casamiro de Brito û helbestvanên ku mabûn, helbestên xwe pêþkêþ kirin. Xwendina Casamiro jî gelek baþ e.

Gava xwendina helbestan bi dawî bû, Anna Romero hat ba min û bi rûyê xwe yî liken, bi awayekî matmayî got, helbesta bi kurdî – tevî ku min jê fêhm nekir – gelek li xweþiya min çû. Min ji guhên xwe bawer nedikir. Dilê min rast û çep sema dikir, min xwest ez biqîrim û bêjim: Vaw.

 

Roja Þemiyê

Roja xweþ her ji beyana wê xuyadike. Ew ewrên tarî, ku berî rojekê ba û baran bi xwe re anîbûn êdî ji esmanê sînorê Makdoniya û Albaniya bar kiribûn, îro rojeke xweþ hilhatibû, êdî havîna bi tîn rûyê xwe yî geþ þanî me dida. Tîrêjên rojê xwe berdabûn hawîrdorên Gola Ohrid , çiyayên bilind li herdu rexên golê mîna qehremanan li hevdu temaþe dikirin. Çiyayên bilind cil û bergên kesk li xwe kiribûn, nîgareke bihuþtî li binaniya hotêlê xuya dikir. Aliyê ku em lê bûn, axa welatê Makdoniya ye û çiyayên aliyê din axa welatê Albanan e.

Ez û birêz Terry Carlbom dîsa li ser xwarina taþtê rastî hev hatin. Wî hên êvara derbasbûyî gotibû, ku ewê tekstê resolusiyonê amade bike. Wî got, min tekstek amade kiriye. Min bi perwa jêre got, binêre birêz Carlbom, siyaseta rayedarên Tirk ew e, ku ew naxwazin peyva “Kurd” bi lêv bikin. Li cihê ku bêjin “Zimanê Kurdî”, ew dibêjin, ew zimanê ku hin welatiyên me di malên xwe de bi awayekî prîvat bi kar tînin. Li cihê ku ew peyva “Kurd” bi lêv bikin, hevokeke wisa dirêj, bi awayekî komîk li hev siwar dikin. Ji lew re, di vê resolusiyona me de divêt bi her awayî peyva “Kurd” bê nivîsandin. Got, xebera te ye, ezê tekst biguhêrim, lê divêt yên Tirk jî jê razî bin.

Li saet 9an diviyabû keþtiya me birêkeve û em dîsa wek sala derbasbûyî biçin St. Naum. Terry û Sibila diviyabûn bi erebeyê biçin cihekî din û em li St. Naum hevdu bibînin.

Her kesî êdî taþtê xwaribû û em li benda keþtiyê bûn. Gava orînî bi keþtiyê ket, me dizanîbû, ku ew gazî me dike. Em ji hotêlê di pêlekanan re daketin ber kenara avê. Xanima Aysu li tenîþta min bû, çavên xwe rast û çep digerandin; ew li Terry digeriya. Wê ji min pirs kir, ka Terry li kû ye? Min got, Terry bi erebeyê çûye cihekî din û ewê were wî cihê ku em diçinê. Min got, tu sala derbasbûyî li gel me nehatî, ew cihekî gelek xweþ e.

Ev keþtiya îsal, ji ya sala derbasbûyî xweþiktir bû. Li ser piþta wê, li aliyê pêþ kursiyên sor û li aliyê paþ kursiyên þîn ji mêvanan re hatibûn rêzkirin. Ez û Bente gihîþtin ba hev, ew di pêþiya min de hilkiþiya ser keþtiyê. Min got, Bente! Em herin kîjan alî û ser kîjan kursiyan? Got emê herin aliyê pêþ, ser kursiyên sor. Min got, baþ e, emê îro mîna komûnîstan rengê sor hilbijêrin. Ew jî keniya û em di pêlekanan re hilkiþiyan ser piþta keþtiyê.

Ji bajarê Ohrid heya St. Naum, bi keþtiyê dora du saetan dikudîne. Ez li ser kursiyekê rûniþtim û sê nivîskarên albanî di navbera min û Bente de cih girtin. Pêþî ew li gel Bente ketin nava axaftinê. Min jî xwest, ez demekê bê deng bimînim, li çiya, av û hawîrdorê temaþe bikim, min xwest carekê hest û ramanên xwe têxim nava aramiyê.  

Sitî Kata Kulavkova, birêz Bashevki û du nivîskarên Makdonî li hember min rûniþtibûn û henek dikirin. Li tenîþta wan, yekî din bi pîka xermonîk hin awazên xweþ lêdidan. Axaftina Bente li gel Albanan êdî bi dawî bûbû. Yek ji nivîskarên Albanî ji Albanên Makdoniyayê bû û ji ber wê jî bi zimanê serbo-kirowatî jî diaxivî. Wî berê xwe ber bi min kir û em hinekê li ser rewþa Alban û Kurdan axivîn. Wî digot, li Tirkiyê dora 6 heya 7 milyon Alban hene. Got, gava serokê Tirkiyê, ewê qelew hate Albaniya, ji gelê me re got, Albanên ku li ba me ne, ji we bêtir in; ew navê wî çi bû? Min got, Sulaiman Demirel? Got, na, na, ewê din, Özel, Özel. Min got, ew Kurd bû, ji bajarê Meletiyê bû, lê nikarîbû bigota, ku ez Kurd im. Got belê wisa ye, gava Albanên me jî diçûn Tirkiyayê, tenê gava bigotana, ku ew Tirk in, dihatin pejirandin û pêþwazîkirin. Ji lew re, ew li wir hemû wek Tirk hatine qeydkirin.

PENa Makdonî xizmeta mêvanên xwe gelek xweþ dikir. Heya li ser keþtiyê jî em ji qehwê û vexwarinên sar kêm nedikirin. Wan li vir jî hesabê her tiþtî dida. Li dora saet 11an em nêzî perava St. Naum dibûn. Bi orîniya keþtiyê re, tawûsên li derdora keniþta dîrokî bersiv didan û diqîriyan; wek ku pêþwaziya me dikirin. Bi rastî jî St. Naum warekî bihuþtî ye.

Em ji keþtiyê peyabûn û ji me re hate gotin, ku divêt her kesek li saet 13 û 15 xulekan dîsa li ser keþtiyê be. Ev cih û war bi min ne biyanî bû, em sala derbasbûyî jî hatibûn vir. Em ber bi boþiya çemê avêne û zelal ve meþiyan. Lê belê, berê hemiyan dîsa li keniþta dîrokî bû. Aysu ev war hên nasnedikir, wê xwe gihande min û em bi hev re hilkiþiyan jor. Min ji Aysu re got, ew teyrên xweþik li vir hene(navê wan bi înglîzî nehat bîra min), min got ew teyrên ku teriyên wan dirêj û rengîn e, ew sembola padîþahiyên Îraniyan e. Wê got, aha, peacock? Min got, belê, ew in. Li ber dergehê mezin dîsa wek sala berê tawûsek li bin daran bû. Gava em nêzî wî bûn bi dengekî bilind qîriya. Casamiro jî gihiþte me û bi ken got, va ye dostê me, yê sala derbasbûyî dîsa li vir e. Berî salekê, min li vir wêneyê Casamiro li gel tawûs girtibû û jêre bi emailê hinartibû.

Em derbas hewþa keniþtê bûn. Vê rojê hejmareke mezin ji mirovan bi serdanî li vir bûn. Ez ji Casamiro li rewþa evîna wî bi hevala wî ya Libnanî re pirsîm; navê wê „Hiyam“ e. Got rewþa me baþ e û evîndariya me hên bi germî berdewam dike. Got, Hiyamê endama we ya li London Bêrîvan, li Meksîko naskiribû û kêfa xwe gelek jêre hatibû. Gava ew cara dawî hate ba min, em çûn Parisê û wê xwest bi her awayî biçe London û Bêrîvanê ziyaret bike; ew çû ba Bêrîvanê û dîsa vegeriya.

Em li hewþa keniþtê li hin tawûsên din geriyan, lê me nedîtin. Komeke mirovan li piþt me bû. Wisa xuya dikir, ku hinek siyasetmedar di nav wan de hebûn. Herku ew nêzî me dibûn, parêzvanên wan ji me re bi awayekî ne þêrîn digotin: Xwe bidin aliyekî. Bihna me ji vê yekê teng dibû û em ji hewþa keniþtê derketin.

Li ber dergehê mezin, ez rastî Kata û nivîskareke din hatim. Kata ji min pirsî: Tu dixwazî li kelekê(qeyîqê) siwar bibî û em di ava çem re ber bi jor ve biçin. Min got, belê ez gelek dixwazim, sala derbasbûyî ev derfet ji dest min çûbû. Wê hîngê, ez û Patrizia û Rosend li qehwexanê rûniþtibûn, me vexwarin xwestibû. Hên vexwarina me nehatibû, kelek birêket. Wê hîngê, kesên ku çûbûn ji me re gotin, ew seyraneke gelek xweþ û balkêþ bû. Ji lew re, min xwest ez vê carê ji dest xwe bernedim.

Em dîsa çûn wê qehwexaneyê. Kelek hên ne amade bû. Piraniya dar û berên ku em sala derbasbûyî li siya wan rûniþtibûn, hatibûn birîn. Em li qehwexaneyê li ber tavê rûniþtin û Kata ji me çar kesan re qehwe xwest. Hên me vexwarina qehwê temam nekiribû, kelek hat. Me qehwe di cih de hêþt û em çûn li kelekê siwar bûn. Anna, Eva, Casamiro, Kata û gelekên din bi me re hebûn.

Ava çemê avêne û zelal, ku ji hêla jor ve tê, berî ku têkeve Gola Ohrid li nav wan dar û beran goleke biçûk pêkaniye. Kûrahiya avê 3 metro ne û her tiþtek di bin avê de xuya dike; ewqas avêne ye, ku mirov dikare bi kamereyan wêneyê her tiþtê binê avê bigire. Em heya bi jor çûn û hatin. Li hin aliyên golê, avê ji kaniyan hildavêt û ji nav dar û beran dengê tilûran dihat.

Hên wext bi re hebû. Kata got, emê vê carê herin vê qehwexaneya jorîn, ku ji wir ve her der baþtir xuya dike. Em gihîþtin wir, me du mase gihandin hev û me dîsa qehwe ji bo vexwarinê xwest. Li tenîþta min vê carê Eva Toth û nivîskarekî Mecer ji herêma Vojvodina, ku di komara Sirbiya de ye, rûniþtibûn. Eva berê ji min re gotibû, ku li welatê wan gundekî bi navê “Kurd” heye. Tê bawerkirin, ku di dema Osmaniyan de hin Kurd li wir mane. Sitiya Eva tiþtekî din jî ji min re behs kiribû, gotibû, ku du helbestavanên Mecerî di helbestên xwe de qala Kurdan kirine. Yek ji wan dibêje, ez van Kurdan fêhm nakim. Min got, bi rastî xebera wî ye, em jî gelek caran dibêjin, em van Kurdan fêhm nakin!.(Di wê kêlîkê de maila kekê Zorab hate bîra min. Gava carekê bihna wî teng bûbû, wî jî di maileke xwe de tiþtekî wisa gotibû. Bi rastî jî hin tewrên Kurdan hene, ku mirov lê matmayî dimîne). Min ji Eva pirsî, gelo tu dikarî wan helbestan ji min re biþînî? Got belê ezê biþînim. Min got, lê ew gund li kû ye?. Got, di nexþeya biçûk ya Meceristanê de nayê xuyakirin. Lê heke tu nexþeyeke mezin peyda bikî, hîngê ew gund jî têde heye. Ew herêma ku ew gund lê ye jî ji min re xeber da. Lê ji ber ku ez welatê wan nasnakim, min fêhm nekir, ew kîjan aliyê welatê Meceristanê ye.

Piþtî wê, ez maweyekê bi wî nivîskarê din re bi zimanê serbo-kirwatî axivîm û li rewþa wan di bin serdariya Serban de pirsîm. Mafên wan ên neteweyî ji berê de hene, lê niha rewaþa wan a aborî ne mîna berê baþ e. Hemû Serbên ku di encama þer de ji Kirwatiya bazdan hatine li  Vojvodina bi cih bûne û wisa rewþa wir, ku berê ya here baþ bû, niha hinekê aloz bûye.

Di wê navberê de Terry û Sibila gihîþtibûn ba me û li ber maseya me cih girtibûn. Aysu jî li aliyekî din rûniþtibû. Êdî dema vegerê nêzîk bûbû. Em ji qehwexaneyê rabûn û ber bi keþtiyê ve rohiþtin.

Di vegera keþtiyê de, em tev hinekê westiyabûn. Casamiro li ser kursiyekê xilmaþ bûbû. Min jî hin caran çavên xwe digirtin û vedikirin. Tava rojê pir bi tîn bû, min hest pêkir, ku tava germ herdu zendên min êdî gezdike; tavê bi çermê zendên min û qota serê min dadida.

Em li dora saet 15:30 gihîþtin hotêlê û çûn xwarina firavînê. Terry û nivîskarekî Makdonî li masa teniþta me bûn, ez û Casamiro li ba hev rûniþtin. Em baþ birçî bûbûn, xwarin bi me xweþ bûbû û ji lew re, me þûþeyeke mila(wein) sar xwest û tîna hinavên xwe pê þikand.

Piþtî firavînê hemû kes çûn odeyên xwe, ku hinekê aramiya xwe bibînin. Ez hinekê raketim û piþtî wê aramiya xweþ ez bi cil û bergên teze li dora saet 18an daketim qehwexaneya hotêlê. Niha vewxarina qehweyeke espresso û aveke sar dermanê dil bû. Va ye Terry jî hat, min vexwarinek ji bo wî jî xwest û em disa axivîn. Tekstê resolusiyonê careke din guhertibû. Min got, em di komîteya me de hemû biryarên xwe bi tevayî distînin. Ya baþtir ew e, ku ez bi hevalên xwe yên komîtê biþêwirim û paþê emê bersivê bidin. Min kopiya tekst xiste girîfana xwe.

Îþev þeva dawiyê bû, xwarina êvarê li saet 21an bi þahî, li gel mûzîk û semayê dest pê dikir. Ez careke din çûm jor û li dora saet 21an daketim cihê þahiyê. Terry, Eva û nivîskarên Mentenegro li ber maseyekê cih girtibûn. Sibila, hevala xwe, Anna û hinên din li masa teniþta wan bûn. Cih li wir nemabû; ez çûm li ber maseyeke vala rûniþtim. Va ye Casamiro jî hat û li aliyê min î rastê rûniþt. Aysu jî hat li teniþta Casamiro cih girt. Pêþxwarin hat û me dîsa mila(wein) sipî bi xwarinê re xwest. Di pey re Bente jî hat û li aliyê min î çepê rûniþt. Em dîsa di ber xwarinê re ketin nava axaftinên dûr û dirêj. Bente pirsî, gelo ?Dadgeverni? endamê we ye?. Min got, na. Got çima ne endamê we ye, ez dizanim tu mirovekî baþ î. Min got, pirs ne ew e, ez wî qet nasnakim, û mesela PENê her kesek xwe nade ber. Bente got, divêt mirov hinekê îdealîst be. Min got, rast e, wisa ye.

Xuya ye, ku Terry ji cihê xwe ne pir razî bû, ew maweyekê hate ba me û bi swêdî li gel Bente gelek axivî. Kata jî hate ber maseya me û xwarina xwe ya ku dereng xwestibû xwar. Lê belê, Casamiro û Aysu diviyabûn zû ji xew rabin, ji lew re pêþî Casamiro bi hembêzkirinê xatir xwest û çû. Di pey re Aysu rabû ser xwe û xwest xatir bixwaze. Ez jî rabûm ser xwe, ku oxira xêrê lêbikim. Aysu got, ez bi naskirina te gelek bextewar im, ez hêvîdar im, ku emê hên gelek caran hevdu bibînin û gelek karan bi hev re bikin. Min got, ez jî bextewar im, ku me hevdu naskiriye. Ez wisa bi hêvî me, heke ev Konferansa me ya Diyarbekrê xweþ bi serkeve, emê bikaribin gelek çalakiyan li gel hev bikin. Êca, heya ji te tê, tu hewl bide, ku ev projeya me serkevtî be. Me hevdu hembêz kir û ew jî çû.

Ez û Bente bi tenê li ber masê mabûn. Birêz Bashevski, serokê PENa Makdonî, hat ba me û em vexwendin ser maseya xwe. Em bi wan re ketin nava axaftinê heyanî piraniya beþdaran êdî ji dor me belav dibûn. Paþê em jî rabûn û çûn odeyên xwe.

Sibeha roja yekþemê êdî pir kes çûbûn. Min û Terry, me taþtê li derve, li ber tavê xwar. Min got, di resolusiyona me de, ew beþê pêþîn ne bi dilê min e; min sedem jî jêre got. Terry got, O!, nexwe divêt em biguhêrin. Piþtî taþtê, Terry careke din çû ber komputer û tekstê resolusiyonê guhert. Êdî ti tiþtê ku ez li ser zêde bikim nemabû. Lê dîsa jî min got, em biryarên xwe bi tevayî distînin, baþtir e, ez li gel hevalên komîta me biaxivim, bila ew jî baweriya xwe bêjin.

Min û Terry jî me xatir ji hevdu xwest. Erebeya me, berî ya wî bi saetekê derdiket. Ez û Eva, Sibila û hevala wê, li gel du keçikên ji komîta organîzekirinê, em bi mînîbusekê ketin rêya Skopiyayê. Bi rê de dolabên mînîbusê pir germ bûn û bihna þewatê ji wan hat. Em neçar bûn du caran bi rê de rawestin. Ew herdu keçik jî diviyabûn li nava bajêr peya bibin. Balafirgeha Skopiyayê ji nava bajêr 10 km dûr e. Lê belê wexta me êdî pir kêm dibû. Bihna Sibila êdî teng bûbû û bawer dikir, ku nema digihîne balafira xwe. Li hejmara telefona komîta organîzasiyonê digeriya û dixwest telefon wan bike. Balafira wan berî ya min bi nîv saetê derdiket. Heya wê hîngê em gihîþtin balafirgehê. Sibila digot, êdî dereng e, her kes êdî li balafirê siwar bûye. Min got were, belkî hûn hên bigihinê. Em zûka çûn hundirê holê. Bi rastî jî hên Check-in minkin bû. Sibila, hevala wê û Eva Check-in çekirin û çûn kontrolê. Heya wê hîngê, min jî Check-in çêkir û ez jî derbas bûm. Bi rastî jî xelkê ku bi balafira wan diçûn, êdî siwar bûbûn, lê dîsa jî ew gihîþtin balafirê. Me xatir ji hevdu xwest û ew çûn. Niwênerê PENa Slovenî jî hat û gihîþte min, em herdu bi yek balafirê heya Ljubljana hatin û me li wir xatir ji hev xwest. Bi baraneke xurt re, balafira min ji Ljubljana derket û hat Frankfurt. Li dora saet 23:00an ez gihîþtim mal.

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org