AGIRÊ NEWROZÊ
 
Dema tarî çû
Dema barana
Jiyan peyda bû
Li van çiyana
Hêviya dilê min
Êgir ez vêxim
Agirê newrozê
Li serê zozana
 
Bi ser me de hatî
Bayê biharê
Nêzîk bû bîst û
Yekê adarê
Hêviya dilê min
Êgir ez vêxim
Agirê newrozê
Li serê zozana
 
Ez î wê hîngê
Çardehsalî bûm
Dilê min hebû
Li keça cîrana
Ew nû gihabû
Jîr û zana bû
Keça Kurda bû
Bi hest û ramana
Gotî hevalo
Dijmin zordar e
Haya te'j te bî
Di van mehana
Gotî delalo
Dilê mi'b te re
Êgir tu vêxe
Li serê zozana
Roja newrozê
Li geþt û seyrana
Xilatê bibe
Du ramûsana
 
Ez ketim riya
Çiya û baniya
Mîna rêwiya
Mîna þivana
Hêviya dilê min
Êgir ez vêxim
Agirê newrozê
Li serê zozana
Pir digeriyam
Li wan baniyan
Cihkî bibînim
Êgir vêxînim
Anta dilê we
Ez bi cih bînim
Hêviya dilê xwe
Ez bi cih bînim
 
Cendirme hatin
Dora min girtin
Lê ez î sivik bûm
Kurê þivana
Berî destên min
Têxin zincîrê
Min agir berda bû
Koma belana
Agirê newrozê
Pir bilind rabû
Ronahî dabû
Erd û esmana
Keça cîrana
Dît û pê þabû
Mizgîna dilan
Giha xwedana
 
Cendirman ez dibirim
Ji heþ û sewda kirim
Xistim tariyê
Binê zîndana
Dayîka min gotî
Berxê'm metirse
Min xistî zikê te
Þîrê berana
 
Ez xistim wê kelahê
Ez anîm dadegahê
Li nav çavên min xistin
Li bin lingên min xistin
Dûyê kesk î pir î tal
Di pozê min re derxistin
Bi zimankî din dengkirin
Ti pirs ji min nekirin
Bi emrê dadegahê
Þeþ meh li min dixistin
Pistî þeþ meh payîz tê
Þeþ mehên din bihar tê
Dîsan diçim zozana
Dîsan diçim zozana

 

Berlîn, 1979