|
Bersiveke vekirî ji bo Evdile Koçer
Mustefa Reþîd
Kekê Mistefa, ev
dema te xweþ be... ----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------- Kekê hêja Evdile Koçer, min wergera almanî ya nivîsa te "Mizgîn,
Þîlan, Zîlan, Evîn", ku ji aliyê Dr. Zerdeþt Haco ve li zimanê
almanî bi sernivîsa "Peyameke xweþ bigihîne min" hatiye
wergerandin xwend. Bê guman her wergerek ticar mîna orîgînala xwe nabe;
ev yek ji wergerandina sernivîsê jî aþkere û xuyaye. Her û her nivîsên te mîna nîgarên
hunermendan hatine afirandin; hêmanên di nava wan de her gav di nava mij
û moranê re têne xuyakirin. Ji lew re jî her mirovek - mîna di nîgarên
hunermendan de jî - dikare wan hêmanan li gora dîtin û çêja xwe þîrove
bike. Heke ew hêman - wek nimûne em bêjin - tiþtekî hilû û dirêj be,
dikare kesek mîna koka dareke spîndarê bibîne, kesekî din mîna lingê
keçeke bedew û kesê sisiyan mîna stûnê elektirîkê li kolanên
bajaran û hwd. bibîne. Gava ev nîgarên te li zimanekî din têne
wergerandin, hin pêlên din yên mij û moranê têne ser û wisa gengazî
îmkanên fantaziya nîgaþên mirov hên dewlemendtir dibin. Vê carê,
mirovê yekem dikare li cihê koka spîndarê stûnê kelah yan jî qesreke
dîrokî bibîne, mirovê duwem dikare li cihê lingê keça bedew, vê carê
bejn û bala zirav ya porzereke ewropayî bibîne û kesê sêyem dikare li
cihê stûnê elektirîkê þopa balafirekê di nav lêlavên ewran re bibîne
û hwd. Mebesta te - wek afrînerê nîgarê - bi van
hêmanan çi be! Ev bi temamî tiþtekî din e. Dibe ku mebesta te bi Mizgînê
qehremana me Gurbet Aydîn be, ya ku roja yanzdehê gulanê sala 1992an li
kolanên Tatwanê þehîd ket. Dibe ku mebesta te bi Zîlanê qehremana me
ya Kurd be, ya ku di nîgaþ û xeyalên me de li kolanên Dêrsimê herdem
zindî ye.... Lê belê temaþevanê wergera nîgarên te dê ticar rengê
gulên þîlanê li deþt û pesarên welatê me nebîne, ne jî mana evînê,
ya ku em wê bi xeml û xêzên xwe ve di jiyana kurdewariyê de nasdikin fêhm
bike û têbigihîne. Êdî
tu dizanî! Heke ev rewþ bi dilê te ye, fermo her car nîgarên xwe bide
wergerandin, wan biþîne ba terzî, bila xeftanekî nûjen li wan bike û
wan ji nû ve bi cil û bergên nûjen biþîne geþt û seyranê. |
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org