Bersiva nameyekê û gengeþî li ser awayê nivîsandina

 lêkera BÛN

 

Mustefa Reþîd

 

Xort û keçên hêja, evîndarên çand û kelepora meya dewlemend û zimanê meyî þêrîn!

Di destpêkê de dixwazim rêz û silavên xwe ji bo we tevan pêþkêþ bikim û spasiyên xwe ji we tevan re biþînim, ku hûn di xebat û çalakiyeke wisa pîroz de beþdar dibin. Gelo hûn dizanin ev çiqas sal in, ku em li benda vê rojê bûn?. Ev roja ku xort û keçên me rabin ser xwe, ew li zimanê me xwedî derkevin, xwe hînî xwendin û nivîsandinê bikin û zimanê nivîskî bi gel jî bidin hînkirin. Belê, ezê li gor dema xwe arîkariya we bikim.

Ev xebata ku hûn dikin xebateke pîroz e. Lê belê gelek astengî, arîþe û zehmetî jî têde hene. Ji ber ku xwendin, nivîsandin û perwerdeya bi zimanê me li seranserê welat bend û qedexe ye, hên gelek pirsgirêkên zimanê me hene, ku nehatine çareserkirin (mebest li vir zaravayê Kurmancî ye).

Belê, di van salên dawîn de – bi taybetî jî bi bandora tora INTERNET – em hin bi hin nêzî zimanekî standard dibin. Lê mixabin hên jî gelek pirsgirêk hene, ku divêt bêne çareserkirin. Sedema vê yekê jî ev e:

-          Gava nifþê me dest bi xwendin û nivîsandina Kurmancî (bi tîpên latînî) kir, me li pêþiya xwe çend jêder û çavkanî dîtin;

A) Þopa Mîr Celadet Bedirxan, danerê tîpên latînî û gramêra Kurmancî.

B) Þopa Prof. Qenatê Kurdo.

Belê hin kesên din jî wek Reþîd Kurd û gelekên din di vî warî de hin xebat pêþkêþ kirine, lê piraniya wan li ser þopa Mîr Celadet Bedirxan diçin.

Bi rastî, piraniya nifþê me jî li ser þopa Mîr Celadet çû. Ji ber ku ev þop bêhtir li nêzî rastiya zimanê me ye. Wisa me xwe hînî awayê nivîsandina Mîr Celadet Bedirxan kir. Hinekan ji me Gramêra Mîr Celadet baþ fêhmkir û dikarîbû di nivîsandinên xwe de bi kar bîne, hinekan jî – tevî ku dixwestin wek Mîr Celadet gotiye binivîsînin – nikarîbûn hemû rêzikên wî di nivîsandinê de pêkbînin. Ev rewþa han heya niha jî berdewam e. Sedema vê yekê jî ew e, ku di jiyanê de tiþtekî bê kêmasî nîne. Tevî ku Gramêra Mîr Celadet ya here baþ e, kêmasiyên wî jî hene, ew li hin cihan bi rastiya ziman re li hev nakin û wisa di hin waran de barê kesê ku ne zimanzan be pir giran dikin.

Wek nimûne, ka em vê nameya we li ber çav bigirin. Li gor Mîr Celade divêt lêkera(fîil) BÛN herdem cuda bê nivîsandin. Bi rastî jî we hewl daye, ku hûn wisa bikin. We di nameya xwe de li hin cihan lêkera BÛN cuda nivîsandiye. Lê li hin cihan jî – mîna pir kesên din – hûn ji bin "barê lêkera BÛN" derneketine. Gelek balkêþ e, ku we di nameya xwe de "hêvîdar in" sê caran bi kar aniye, we carekê lêkera BÛN cuda nivîsandiye, lê du caran cuda nekiriye. Tevî ku nivîsandina kesê/a ku ev name nivîsandiye baþ e jî, lê dîsa jî nikariye lêkera BÛN li her cihekî – wek ku Mîr Celadet gotiye – cuda binivîsîne. Sedema vê yekê ew e, ku di cudakirina lêkera BÛN de astengiyek heye û ev astengî heya niha jî hên nehatiye çareserkirin. Gelo ev astengî ji kû tê?.

Li gor Gramêra Mîr Celadet, gava em dibêjin:

            Ez Kurd im           Em Kurd in

            Tu Kurd î              Hûn Kurd in

            Ew Kurd e             Ew Kurd in

Yan jî

            Ez mamoste me       Em mamoste ne

            Tu mamoste          Hûn mamoste ne

            Ew mamoste ye        Ew mamoste ne

 

Ew beþên ku me bi rengê sor nivîsandiye, lêkera BÛN e.

Hin zimanzanên me hene nabêjin ev lêkera BÛN e; ew dibêjin: Ev paþkok in. Ji lew re, ew van "paþkokan" bi peyva pêþiya wan ve dinivîsînin. Lê belê, ji ber ku piraniya zimanzanên me yan li Ewropayê dijîn û wisa – ji bilî Kurmancî – here kêm zimanekî ewropayî jî dizanin; ev zimanên ku binyata wan û ya zimanê me yek e (ev zimanên Hindo-Ewropayî, ku di hemiyan de jî lêkera BÛN heye û cuda tê nivîsandin), yan jî wan kesan baweriya xwe bi Gramêra Mîr Celadet aniye û wisa li ser þopa wî diçin.

Min bi xwe hên ji sala 1976an de bi awayekî jidil dest bi nivîsandina Kurmancî kiriye; min bi salan mamostetiya vî zimanî jî kiriye û wisa gelek nifþ hînî xwendin û nivîsandinê li gor Gramêra Mîr Celadet kirine. Lê belê hên ji destpêkê de ev awayê nivîsandina lêkera BÛN li xweþiya min nedihat û min di vir de nakokiyek didît. Ez bawer dikim, ku bi awayekî sirûþtî pir kesên din jî weke min di vir de nakokiyekê dibînin. Lê belê kesayetiya Mîr Celadet li ba piraniya zimanzanan (ji bilî yên herêma Sovyeta berê û yên herêma Soran) ewqas pîroz e, ku tikes naxwaze "rexneya" wî bike. Kesayetiya Mîr Celadet li ba min jî gelek bi nirx û giranbiha ye. Piþtî ewqas salên min bi xwendin û nivîsandina Kurmancî re, ez pêwîst dibînim, ku divêt em hin tiþtan di Gramêra Mîr Celadet de biguhêrin. Min li ser gelek babetan nivîsandiye jî (wek nimûne "Tîpa Dubare"), ku ji aliyê gelek zimanzanan ve jî hatiye pejirandin.  

Ev demeke dûr û dirêj e, ku ez nivîsên gelek kurdan dixwînim. Hinek ji wan ji demeke dûr û dirêj de bi Kurmancî dinivîsînin. Lê dîsa jî piraniya wan di cudakirina lêkera BÛN de dikevin çewtî û xeletiyê. Gelo çima wisa ye? Çima kesên ku ji salan de jî bi Kurmancî dinivîsînin, ji bin vî barî dernakevin?.  

Berî ku em bersiva vê pirsê bidin, ka em bipirsin, çima Mîr Celadet lêkera BÛN cuda nivîsandiye?  

Mîr Celadet dibêje, di zimanê me de birên qisetê deh in: Navdêr, veqetandek, pronav, lêker, jimarnav, rengdêr, hoker, daçek, gihanek û baneþan. Pêncên pêþîn guhêrbar in û pêncên dawîn ne guhêrbar in. Ji lew re jî divêt her birek ji van birên axaftinê cuda bête nivîsandin. Li gor vê rêzikê,  lêkera BÛN jî ji peyva pêþiya xwe cuda hatiye nivîsandin. Lê belê gava em li Gramêra Mîr Celadet hûr dibin, em dibînin, ku di rastiyê de yek ji van "birên qisetê" wek awarte bi peyva pêþiya wê ve nivîsandiye; ew bir jî "veqetandek" e. Yanê mesela ku "birên qisetê" divêt ji hevdu cuda bêne nivîsandin, tenê ji bo neh biran derbas dibe û "veqetandek" wek awarteya vê qeydê bi peva pêþiya xwe ve tê nivîsandin. Em li vir naxwazin têkevin mijara veqetandekê û wê li vir þîrove bikin. Lê belê daku her xwendevanek mebesta me fêhm bike, emê wê bi kurtahî bînin bîra xwe. Veqetandekên me ev in: ê, a, ên, î, e(a):

      ê: Ji bo veqetandina zayendê nêr – binavkirî

            Nimûne: welatê me, mamosteyê jîr (tîpa "y" ji bo kelijandinê ye)

      a: Ji bo veqetandina zayendê mê – binavkirî

            Nimûne: dara sêvê, maseya mezin

      ên: Ji bo veqetandina herdu zayendan – binavkirî

            Nimûne: xortên jîr, keçên bedew, mamosteyên dibistanê

      î : Ji bo veqetandina zayendê nêr – nebinavkirî

            Nimûne: welatekî azad, mamosteyekî jîr

      e(a): Ji bo veqetandina zayendê mê – nebinavkirî (tevî ku li pir herêman "a" wek xwe dimîne)

            Nimûne: keçeke (keçeka) çeleng

      e(a): Ji bo veqetandina herdu zayendan – nebinavkirî (tevî ku li pir herêman "a" wek xwe dimîne)

            Nimûne: keçine (keçina) çeleng

 

Gelo çima Mîr Celadet yek ji birên qisetê, ku ew jî veqetandek e cuda nenivîsandiye û bi awayekî awarte bi peyva pêþiya wê ve nivîsandiye?. Sedem li ber çav e. Di ti zimanan de nabe ku kît bêye þikestin, kît divêt bê parastin û nabe ku hin tîpên ji kîtê bi awayekî cuda bêne nivîsandin. Ka em " welatê me" û "mamosteyê jîr" li gor kîtan bilêv bikin:

      We-la-tê me              ma-mos-te-yê jîr

 

Ji lew re jî bi ti awayî nabe ku tîpa "t" û ya "ê" ji peyva "wela me" di nivîsandinê de ji hevdu bêne cudakirin, ji ber ku ew bi hev re kîtekê pêktînin. Wisa jî tîpa "ê" û ya "y" ji peyva "mamoste jîr" nabe ku bêne cudakirin. Tîpa "y" jî di vir de bi sedema kelijandinê pêkhatiye; yanê tîpa "e" ji peyva "mamoste" bûye sedem, ku tîpa "y" li vir peyda bûye û nabe ku ew jî ji peyva "mamoste" bête cudakirin.

Piþtî vê gengeþiya biçûk, ka em niha vegerin ser awayê nivîsandina lêkera BÛN, ku me li jor bi nav kiribû û em li wê jî, ji aliyê pêkhatina kîtan ve temaþe bikin. Ka em vê carê hevokên "Ez Kurd im" û "Ez mamoste me" li gor kîtan bilêv bikin:

      Ez kur-dim                  Ez ma-mos-te me

 

Di hevoka pêþîn de, em dibînin, ku tîpa "d" ji peyva Kurd û "im" ku lêkera BÛN ji bo kesê yekem e, bi hev re kîtekê pêktînin. Nivîsandina wê bi awayê ku Mîr Celadet nivîsandiye (û em giþt heya niha jî wisa dikin), mana xwe ew e, ku þikestina kîtê hatiye rewakirin. Sedema ku pir kes jî di nivîsandina lêkera BÛN de dikevin xeletiyê û ji bin vî barî dernakevin, ev nakokî bixwe ye. Bi awayekî sirûþtî – û di hemû ziman de jî wisa ye – mirov wisa peyvan bilêv dikin, ku kît neyên þikestin. Mîr Celadet jî dibêje, ku nabe kît bêye þikestin. Lê mixabin, di vir de – wek awarte – qeyda gramêrê, ku dibêje, divêt her yek ji birên qisetê cuda bêne nivîsandin, daye pêþ qeyda fonêtîkê ya bingehîn, ku dibêje, nabe kît bêne þikestin. Mîr Celadet diviyabû, ku li vir jî, lêkera BÛN, mîna veqetandekê, ku bireke qisetê ya taybet e, wek awarte bidîta û qeyda þikestina kîtan binpê nekira. Bi baweriya min – daku em ji vê nakokiyê xilas bibin – divêt em vê biryara Mîr Celadet biguhêrin.

Mixabin, ku hinek "zimanzanên" me naskirina lêkera BÛN û qetandina wê li her cihekî ji xwe re wek nîþana pisporiyê dihesibînin û bi vê yekê xwe wek "zana" di ser kesên din re dibînin. Bi dîtina min, awayê nivîsandina lêkera BÛN wek ku Mîr Celadet biryar daye, li ser xwendevan û nivîskarên Kurmancî bûye barekî giran; bila ev bar ji ser xwendevan û nivîskaran bê rakirin û biçe ser zimanzanan. Bila qeyda þikestina kîtan di zimanê me de jî neyê binpêkirin.

Em gelek caran qala bikaranîna tîpên latînî ji bo hemû zaravayên kurdî dikin. Roja îro birêveberên fermî yên zaravayê Kurmanciya Navîn(Soranî) hên naxwazin dest ji tîpen aramî-erebî berdin. Lê belê heke ev rewþ bête guhertin û kurdên ku bi zaravayê Soranî diaxivin tîpên latînî bi kar bînin jî, ewê ti car vê qeyda þikestina kîtan ji bo xatirê gramêrê nepejirînin. Gava Kurmanciya Bakur bi tîpên kevin dihate nivîsandin, lêkera BÛN bi awayekî cuda nedihate nivîsandin. Di hemû berhemên Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran û hwd. de bi ti awayî lêkera BÛN nehatiye cudakirin. Bi taybetî jî kesê ku helbestên pîvayî dinivîsîne, nikare bi ti awayî vê qeydê bipejirîne. Min çiqas ev yek ji rehmetiyê Cegerxwîn re got, lê bi ti awayî nepejirand û got: Wisa þaþ e. Min got, seyda va ye dîwanên te wisa hatine nivîsandin!?. Wî got: Haya min jê nîne. Di pey re min fêhm kir, ku rehmetî hemû helbestên xwe herdem bi tîpên kevin dinivîsandin. Lê gava bi tîpên latînî hatine çapkirin, hîngê ev guhertin ketiniyê. Ji lew re jî "Dîwana Yekem", ku ji aliyê rehmetî Mîr Celadet ve hatiye kontrolkirin, lêkera BÛN li gor qeyda wî li her cihekî hatiye cudakirin. Lê belê dîwanên din, ku her carê ji aliyê hin kesên din ve hatine kontrolkirin, di wan de gelek tevlihevî heye; li hin cihan lîkera BÛN cuda hatiye nivîsandin û li hin cihan jî pêkve.

 

Dûmahîk heye…

 

Bi bîr û baweriya min, divêt em di vekîta Kurmancî de hin rêforman pêkbînin. Ev rêfom divêt li ser rêzik (qayîde) û bingeheke gelemper pêk bên; ew jî divêt ev bin:

1)      Divêt fonêtîka ziman wisa bê parastin, ku di vekîtê de kît neyên þikestin.

2)      Rêzikên gramêr û vekîtê divêt bi fonêtîkê re biguncin.

3)      Rêzikên gramêr û vekîtê nabe ku li gor zimanê devkî yan jî herêmî bên danîn.

 

Gelo maneya vê yekê çi ye?.

Maneya vê yekê ew e, ku em rêzik û qayîdeyên gramêre wisa deynin, ku fonêtîka ziman bê parastin; yanê bi ti awayî kît neyên þikestin. Wek çawa ku Mîr Celadet nivîsandina veqetandekê – ji bo ku fonêtîk neyê þikestin – bi awayekî awarte bi peyva pêþiya xwe ve nivîsandiye, divêt em li her cihekî din jî, ku gramêr û fonêtîk li hevdu nakin, rêzika vekîtê bi awayekî awarte deynin, ku kît neyên þikestin.

 

Çareserî ji bo pirsgirêka Lêkera BÛN

Ev di pratîkê de tê wê maneyê, ku em lêkera BÛN wek lêkereke awarte bibînin û di vekîtê de nivîsandina wê, ne mîna lêkerên din, lê belê – ji bo parastina fonêtîkê – bi awayekî awarte binivîsînin.

 

Ji bona vê sê rê li pêþiya me hene:

 

1)      Em lêkera BÛN bi peyva pêþiya xwe ve binivîsînin (wek nivîsandina veqetandekê).

2)      Em lêkera BÛN bi apstrofê ji peyva pêþiya xwe cuda bidin xuyakirin.

3)      Em lêkera BÛN, gava peyva pêþiya wê bi dengdarekê bi dawî bibe, pêve binivîsînin û gava bi dengdêrekê bi dawî bibe, cuda binivîsînin.

- Heke em rêya yekem wek rêzik bigirin, hîngê divêt awayê nivîsandina lêkera BÛN di rewþa ku peyva pêþiya wê bi dengdarekê bi dawî be de bi vî awayî be:

 

            Ez Kurdim            Em Kurdin

            Tu Kurdî               Hûn Kurdin

            Ew Kurde              Ew Kurdin

 

Û di rewþa ku peyva pêþiya wê bi dengdêrekê bi dawî be de bi vî awayî be:

 

Ez mamosteme       Em mamostene

            Tu mamosteyî            Hûn mamostene

            Ew mamosteye          Ew mamostene

 

- Hehe em rêya duyem wek rêzik bigirin, hîngê rewþ bi vî awayî ye:

 

Ez Kurd'im         Em Kurd'in

            Tu Kurd'î              Hûn Kurd'in

            Ew Kurd'e             Ew Kurd'in

 

Ez mamoste'me       Em mamoste'ne

            Tu mamoste'yî           Hûn mamoste'ne

            Ew mamoste'ye          Ew mamoste'ne

 

- Heke em rêya sêyem wek rêzik bigirin, hîngê rewþ dibe ev:

 

Ez Kurdim            Em Kurdin

            Tu Kurdî               Hûn Kurdin

            Ew Kurde              Ew Kurdin

 

Ez mamoste'me       Em mamoste'ne

            Tu mamoste'yî           Hûn mamoste'ne

            Ew mamoste'ye          Ew mamoste'ne

 

-          Rêya yekem dê li xweþiya kesên ne zimanzan were, lê belê kesên zimanzan – bi taybetî jî yên "Celadet-Parêz" – dê bi tundî li dij rawestin. Bi rastî jî ev rê dikare hin nakokiyên din bi xwe re bîne. Wek nimûne:

Ew kurê Bêrîvanê ye

Hîngê li gor rêzika yekem, divêt bi awayê

                                    Ew kurê Bêrîvanêye

bê nivîsandin.

 

-          Dibe ku rêya duyem ji aliyê piraniya zimanzanên me ve bê pejirandin, lê belê ji bona yên ne zimanzan ti hêsaniyê bi xwe re nîne û barê wan sivik nake.

-          Bi baweriya min, rêya sêyem baþtirîn rê û çareserî ye. Li gor vê rêyê hevoka

Ew kurê Bêrîvanê ye

Dê bi vî awayî bê nivîsandin:

Ew kurê Bêrîvanê'ye

-          Dibe ku hinek bêjin: Rêyeke çaremîn jî heye; ew jî ew e, ku lêkara BÛN di rewþa ku peyva pêþiya wê bi dengdarekê bi dawî be de pêve bê nivîsandin û di rewþa ku peyva pêþiya wê bi dengdêrekê bi dawî be de cuda bê nivîsandin.

Ji aliyê fonêtikî ve hîç þik û gumanek têde nîne, ku di rewþa pêþîn de, cudakirina lêkera BÛN maneya xwe þikestandina kîtê ye, ku ew jî bi ti awayî ne rewa ye. Di rewþa duyem de, rast e, ku kît nayê þikestin, lê belê heke ti pêwendiya lêkera BÛN, ji aliyê fonêtîkî ve, bi peyva pêþiya xwe re tine ye, hîngê ew çima dirûvê xwe diguherîne?

Em ji rewþa veqetandek û baneþanê di zimanê me de dizanin, ku hebûna tîpa dengdêr li dawiya peyvê dibe sedem, ku tîpên kelijandinê (y, w, h) xwe davêjin nava du dengdêan. Bi awayekî gelemper, gava di hundirê peyvekê de du tîpên dengdêr tên ba hev û kirpandin di navbera wan de tine be, hîngê tîpeke kelijandinê xwe davêje nava wan, nimûne:

                        Mamosteyê jîr

Lê belê, gava di navbera herdu dengdêran de kirpandin hebe, hîngê tîpa kelijandinê ne pêwîst e, nimûne:

                        Rewþa bêaviyê

Di rewþa Lêkera BÛN ya duyem de (peyava pêþiya wê bi dengdêrekê temam dibe), kirpandin nîne. Ji lew re jî lêkera BÛN dirûvê xwe diguherîne. Guherandina dirûvê lêkera BÛN bi sedema hatina tîpa dengdêr ji me re xweþ behane ye, ku ji aliyê fonêtîkî ve, ew û peyva pêþiya xwe, yek peyvê pêktînin. Ji lew re nivîsandina wê bi awayekî cuda, bi rastiya fonêtîkî re nagunce. Ka em bala xwe bidin vê nimûneyê jî:

                        Em pêþmerge ne ne mamoste ne

Em heya niha li gor rêzika Mîr Celadet hevoka jorîn wisa dinivîsînin. Lê belê xwendina wê bi rastî jî ji me re hin astengiyan derdixe. Di pileya pêþîn de, xwendina vê hevokê mirov hinekê þaþo-maþo dike. Hên heke ev hevok bi vî awayî be:

                        Em pêþmerge ne mamoste ne

Hîngê serê mirov hên bêhtir tevlihev dibe. Gelo mebest ji vê hevokê çi ye? Mebest ew e, ku "Em pêþmerge ne û mamoste ne"?, yan "Em pêþmere ne, lê ne mamoste ne"?.

Lê belê gava ev hevok li gor rêzika sêyem bên nivîsandin, hîngê dibin:

                        Em pêþmerge'ne ne mamoste'ne

Û hevoka din

                        Em pêþmerge ne mamoste'ne

Bi herdu hevokan jî serê mirov þaso-maþo nabe. Ji lew re, rêya sêyem baþtirîn rê tê xuyakirin.

Lê belê divêt em ji rêya sêyem re jî hin awarteyan deynin. Ka em bala xwe bidin van herdu hevokan:

a)      Ez Rustem im, bapîrê min Kawa ye

b)      Kerkûk di nexþeya Kurdistanê de ye

 

Li gor rêzika sêyem, ku em wê heya niha wek ya here baþ dibînin, divêt ev herdu hevok bi vî awayî bên nivîsandin:

c)      Ez Rustemim, bapîrê min Kawa'ye

d)      Kerkûk di nexþeya Kurdistanê de'ye

 

Di hevoka yekem de awayê nivîsandina "Rustemim" baþ xuya nake. Ji lew re jî, belkî ya baþtir ew e, ku em navdêran, yan jî tenê serenavan herdem bi apostrofê ji lêkera BÛN cuda bikin.

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org