Pirsên birêz Medenî Duran (Navenda Nuçegihana Mêzopotamya - MHA)

ji Navenda PENa Kurd derbarê kongira PENa Navneteweyî

Bersiv: Mustefa Reþîd

1.Civîn kengî û li kîjan welatî ye?

Kongireya îsal ya PENa Navneteweyî, ji 06.09. heya 12.09.2004an li bajarê Tromsoe yê Norwêj tê lidarxistin.

2.Kîjan endemên PENa Kurd wê li ser navê PENê beþdarî vê civînê bibin?

Îsal jî, wek sala derbasbûyî, herdu xwîþkên me Bêrîvan Dosky û Hêvî Berwarî nûnertiya Navenda PENa Kurd di Kongireya PENa Navneteweyî de dikin.


3.Civîn ji hêla kê ve hatiye organizekirin û wê ji cîhanê kijan sazî tevli vê civînê bibin.

Li seranserê cîhanê dora 136 navendên PENa Navneteweyî hene; yanê hema li her welatekî navendek heye. Navenda PENa Kurd jî yek ji wan navendan e. Di rewþa asayî de, nûnerên hemû navendan divêt her sal amade bibin. Heke amade nebin, ew dikarin bêne sarkirin. Ji lew re, hemû navend nûnerên xwe diþînin kongireya salane. Heke navendek nikaribe beþdar bibe, divêt lêborîna xwe bixwaze û sedemên nebeþdarbûnê bide xuyakirin.

Ji ber ku PENa Navneteweyî hevxebatê bi rêxistina UNESCO ya Neteweyên Yekbûyî (UNO) re dike û gelek endam di herdu rêxistinan de kar dikin, em dikarin bêjin – ji bilî mêvanên din – hema her car nûnerên UNESCO jî li wir beþdar dibin.

4.Armanca vê civînê çi ye, ev civîn wê çi ji nivîskarê Kurd re bêne?

Ev pirsa we ji du beþan pêk tê. Li ser beþê yekem dixwazim bi kurtî bêjim:

Wek ku me li jor jî got, ev kongire jî kongireyeke asayî û salane ye. Di her kongireyekê de ji bilî pirsên rêxistinî, gelek biryar jî li ser pirsgirêk û mijarên ku li seranserê cîhanê nivîskaran eleqedar dikin, têne standin. Wek nimûne: Sala derbasbûyî li Meksîko, sê biryarên ku kurdan eleqedar dikin hatin standin. Ya yekem ew bû, ku ji dewletên Tirkiya, Îran û Sûriya hate xwestin, rê li ber çand, wêje û zimanê kurdî vekin, qedexeyê ji ser rakin, da ku gelê Kurd jî, ku di çarçewa sînorên van welatan de dijî, bikaribe bi çanda xwe, bi wêjeya xwe û bi zimanê xwe, wek hemû gelên din, bi pêþ bikeve. Ya duyem ew bû, ku ji dewleta Sûriyê hate xwestin, nivîskarê Kurd Merwan Osman û hevalên wî, yên ku ji bona xwdîderketin li çand, wêje û zimanê kurdî hatine zîndankirin, serbest bêne berdan. Ya sêyem ew bû, ku ji dewleta Tirkiyê hate xwestin, xwediyên bîr û ramanên azad, yên ku li çand, wêje û bikaranîna zimanê kurdî bi awayekî fermî xwedî derketine; û bi taybetî qehremana Kurd Leyla Zana, serbest bêne berdan.

Di kongireya îsal de jî, ji bilî biryarên ku pirsgitrêkên nivîskaran li seranserê cîhanê eleqedar dikin, dîsa pêþniyareke ku kurdan eleqedar dike heye. Wek tê zanîn, ev çend sal in, Navenda PENa Kurd bizavê dike, ku li Amedê konferansek di asta navneteweyî de bê lidarxistin. Ev proje ji sala 1998an de hatiye destpêkirin û armanc jê ew e, ku bi lidarxistina konferanseke di wê astê de, tê mana naskirina çand, wêje û zimanê kurdî wek çand û wêjeke taybet û serbixwe. Dawiya dawî, sekreterê PENa Navneteweyî birêz Terry Carlbom ev proje li destê xwe gerand û piþtgiriya UNESCO jî ji vê projeyê re hate misokerkirin. Proje wisa hate pilankirin, ku Navenda PENa Kurd û Navenda PENa Tirk vê konferansê di bin sîwana PENa Navneteweyî û UNESCO de organîze bikin.

Ji 17.6. heya 20.6.2004an civîna Komîta Mafê Ziman û Wergerê (ev komîte yek ji çar komîteyên PENa Navnetweyî ye) li bajarê Ohrid yê Makdoniya hate lidarxistin û cihgirê serekê Navenda PENa Kurd Mustefa Reþîd lê beþdar bû. Di wê civînê de pêþniyarek hate amadekirin û hate pejirandin, ku ev pêþniyar bi navê vê komîtê ji kongira giþtî re li Tromsoe-Norwêj bête pêþkêþkirin. Hêjayî gotinê ye, ku di vê komîtê de 40 navend wek endam cih digirin, di nav wan de Navenda PENa Kurd û Navenda PENa Tirk jî endam in. Ev pêþniyara me dê misoker li Tromsoe bi ser bikeve. Di vê pêþniyarê de ji hêmû aliyan, PENa Navneteweyî, UNESCO, Navenda PENa Kurd, Navenda PENa Tirk û her weha ji nivîskarên Kurd û Tirk bi giþtî, ji rayedarên dewleta Tirk û þarederiya bajarê Amedê tê xwestin, ku her hewldanê bikin, da ku ev konferans bi rêk û pêk bi ser bikeve.

Niha jî em bêne ser beþê duyem yê pirsa we; emê bi kurtî bêjin:

Nivîskarê Kurd jî, wek hemû nivîskarên vê cîhanê, xwedî kesayetiyeke taybet û serbixwe ye û divêt ew jî hergav cihê xwe li tenîþta hevalên xwe di asta cîhanî de bigire. Navenda PENa Kurd jî rêxistina fermî ya hemû nivîskar, helbestvan û weþangerên Kurd e û endama vê rêxistina navneteweyî ye û wisa kesayetî û rûyê nivîskarê Kurd di vê qada bilind e dinimîne û temsîl dike. Heya ku nivîskarê Kurd heye û bi xame û qelema xwe li ser bingeha gencîneya çand û wêjeya me ya dewlemend û giranbiha berheman diafirîne, divêt rêxistina wî ya taybet jî hebe, ku rûyê wî û kesayetiya wî bide xuyakirin.

5.Û hûn weke Navenda PENa Kurd bi çi û kijan armancan tevlî vê civînê dibin?

a)      Navenda PENa Kurd mecbûr e, mercên endametiya xwe pêk bîne û li kongireya salane amade bibe.

b)      Tevî ku biserketina pêþniyara ku me li jor bi nav kir misoker e, lê dîsa jî divêt Navenda PENa Kurd li wir, li vê pêþniyarê xwedî derkeve.

c)      Di kongireya îsal de hilbijartinên gelek girîng hene. Yek ji wan hilbijartina sekreterê nû yê PENa Navneteweyî ye. Ev mijar jî ji bo Navenda PENa Kurd pir girîng e.


6. Ev civîn wê çcend rojan bidome?

Wek ku me di destpêkê de jî got, kongire ji 06.09. heya 12.09.2004an tê lidarxistin.

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org