Mamostê hêja û delal,

ez vê halbesta kilasîk û hêja diyarî we dikim xwesteka me hûn þîrove bikin û bitaybetî peyvên nîþankirî û em zor spasya we dikin.

 

Keko – Qamiþlo    8/9/2007

 

Tawûs bi vî þiklê melîh, 
Þermendeyê saqê di reþ 
Ew qijika gûxwer binêr 
Qij qij dikit elwan im ez. 
Þêrê ji heft bavê xwe þêr, 
Dawayî þêrî naketin 
Tûlepîsê heft kûçikan 
Ewew dikit erslan im ez. 
Nanê cehî têr naxwitin 
Tiþtek di malê da niye 
Simbêl û çavan bel dikit 
Zobaþiyê qewman im ez. 
Fezl û terîqa neqþebend 
Ger ew bi þorbe germ biya 
Ew dîzika þorbe di nêv 
Dê þêxê Bestamî biya 
Fezl û terîqa sofîyan 
Ger ew bi reh beh'ta wicûd 
Ew nêriyê lehyetewîl 
Dê bê guman sofî biwa 
Fezl û terîqa aliman 
Ger ew bi þaþa gir biya 
Cismê kulindê ser mezin 
Dê qazî beyzawî biwa. 
Fezl û terîqa qadirî 
Ger teq teq û þeq þeq biya 
Ew þeqþeqa asî, yeqîn 
Dê qutbê gêlanî biwa.
 
www.keko.57@hotmail.com
----------------------------------------------------------------------------------------------------------- 
Birayê hêja Cadan Osman!
 
Gelek spas ji bo vê diyariya giranbiha. Maneya helbestê xweþ diyar e. Ka em pêþî vê helbestê malik bi malik þîrove bikin û di pey re biçin ser 
arzû û armanca helbestvan, ku mixabin, we negotiye, ev helbest ya kê ye?.
1)      Tawûs bi wî þikil û dirûvê xweyî xweþik, dîsa jî ji pêyên xwe yên reþ þerm û fedî dike.
2)      Lê belê li qijika gûxwer binêrin, ew xwe dinepixîne û dibêje, ya xweþik û rengîn her ez im.
3)      Þêrê ku bi esil û fesil xwe þêr e, qet qala þêrî û lehengiya xwe nake.
4)      Lê ew segê pîs, ku ji heft nifþan de kûþik e, direyê, dike ewte-ewt û dibêje, yê þêr her ez im (di vê malikê de helbestvan peyva tirkî "eslan", ku 
bi maneya "þer" e bi kar aniye). 
5)      Hinek jî hene, ku nanê ciheyî jî tine ye, ew jê têr bixwin. Di mala wan de tiþtek tine ye.
6)      Radibin simbêlên xwe badidin, çavên xwe bel dikin û dibêjin, serekê qewm û miletan em in (peyva "zobaþî" li vir bi maneya "serek" e).
7)      Heger terîqeta Neqiþbendî, ya pîroz, bi þorbeyê germ bibûya.
8)      Ew tasika ku þorbe têde ye, dê wek "Þêxê Bestamî" bûya (peyva "dîzik" bi maneya tasik yan sehnik e. Hecî "Þêxê Bestamî" ji ber wê yekê ye, ku 
li herêma helbetvan ev þêx gelek bi nav û deng bûye).
9)      Heger terîqeta sofiyan ya pîroz tenê bi dirêjkirina rihan bûya.
10) Hîngê ew nêriyê nava pez, ku riha wî dirêj e, dê ew jî bibûya sofiyek.
11) Heger terîqeta oldar, zanyar û aliman bi þaþik û þala mezin bûya.
12) Hîngê hey'eta kulindê sermezin, dê wek qadiyekî bi cil û bergên sipî bûya.
13) Heger terîqeta Qadirî ya pîroz bi teq-teqa gopal(Ûkkaz) û þeq-þeqa tizbiyan bûya.
14) Hîngê yeqîn bike, ku þeq-þeqa aþ jî, dê qutbê Geylanî bûya (li vir peyva "aþî" bi çewtî wek "asî" hatiye nivîsîn. Lê belê divêt ew "aþ" be).
 
Mebesta helbestvan:
 
Hin mirov hene xweþik in, spehî ne, lê ew bi ti awaî pesna xweþikiya xwe nadin. Heger kêmasiyeke wan ya biçûk jî hebe, dîsa ji ber wê ve þerm dikin. 
Lê hin mirov jî hene, ew pîs û genî ne, lê radibin pesna xwe didin û dibêjin, em gelek spehî ne.
Hin mirov hene ji bav û kalan de gernas û egîd in, lê bi ti awayî pesna xwe nadin. Lê hinek jî hene, ku ne berê ne jî niha ne tiþtek in, lê radibin herdem 
pesna mêrxasiya xwe didin.
Hin mirov hene, nanê ciheyî jî tine ye, ku bixwin û zikê xwe têr bikin, lê radibin pesna xwe didin û dibêjin, em serekên gel û milet in.
Hin kar û xebat hene, ku bi peyvên vala naqedin. Divêt mirov di wê astê de be. Heger tenê bi peyv û axftinê bûya, hîngê her kesekî dê bikaribûya wan 
kar û xebatan biqedîne.
Her tiþtek ne bi þikil û dirûv e. Ya here girîng naverok e. Naverok divêt dagirtî be. Þikilê vala û bê naverok, her bê hûd û bê mifa ye.
 
Awireke giþtî:
Ev naveroka ku me li jor anî ziman, helbestvanê meyî kilasîk bi awayekî helbestî û bi nimûneyên xweþik aniye ziman. Nimûneyên wî ji awayê jiyana 
wê demê hatine wergirtin û mirov bi rêya wan armanca helbestvan baþ fêhm dike. Vî helbestvanê me jî – mîna helbestvanên din yên kilasîk – çiqas 
hin peyvên biyanî bi kar anîbin jî, di çarçewa giþtî de bi kurdiyeke resen, bi zaravayê herêma xwe, ev helbesta xwe nivîsandiye. 
Helbestvanê me xwedî serborî û tecrûbeyên mezin e. Di jiyana xwe de gelek tiþt dîtine û zanîna xwe ya civakî gelek dewlemend e. Ev yek ji 
nimûneyên wî tê xuyakirin.
 
Li gel rêz û silavan
 
Mustefa Reþîd
 
 
 


 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org