Çîrokên Þevbuhêrkan II

 Berhevkirin: Rûkiye Özmen

 

Danasîn: Mustefa Reþîd

Ev pirtûka Çîrokên Þevbuhêrkan II ji 35 çîrokên gelêrî pêk tê û ji aliyê nivîskar û helbestvana me ya hezkirî Rûkiye Özmen ve hatine berhevkirin. Wê ev çîrok ji min re þandin, ku ez wan ji aliyê rastnivîsê ve di ber çavan re derbas bikim.  Heya ji min hat, min tenê rastnivîs û estêtîka nivîsandinê guhert û reseniya wan parast.

Ev çîrok li gor naveroka wan bûne sê beþ. Çîrokên Zarokan, Çîrokên Mezinan û Çîrokên ku pend û rawêj di wan de hene; tevî ku di her çîrokekê de jî dîsa pend û rawêj derbas dibin.

Di beþê Çîrokên Zarokan de tiþtê ku here bêtir bala mirov dikiþîne ew e, ku gelek ji van çîrokan li ba gel û neteweyên ewropayî jî peyda dibin. Çîroka here pêþîn ya bi navê FATFATÎLOK gelek diþibihe çîroka gelêrî ya almanî “ASCHENMPUTTEL”, ku ji aliyê Gebrüder Grimm ve hatiye belavkirin. Ev çîrok li ba gelek gelên din jî heye, ku bi navê “SANDRELLA” tê naskirin. Kesê ku çîrokên Gebrüder Grimm xwendibin dê yekser nasbike, ku PÎRA MIROVXWER jî di vê pirtûkê de wek “HÄNSEL UND KRETEL” ya almanî ye. Çîroka ZOZAN Û BOZAN jî, ku li gelek aliyên welatê me heye û bi navê ÞENGÊ Û PENGÊ tê naskirin gelek diþibihe çîroka almanî “Der Wolf und die sieben Geislein”(Gur û heft karik). Tiþtê balkêþ ew e, ku li herêmên Efrîn heya Amed û Cizîra Botan du karikên bizinê hene, lê li herêma Serhedê û li ba kurdên Qafqasan sê karikên bizinê hene, û ji lew re jî ew dibêjin: ÞENGÊ, PENGÊ Û QULÎÇENGÊ. Wisa tê xuyakirin, ku heya bizin gihîþtiye Almaniyayê êdî bûye xwediya heft karikan.

Bê guman, hemû çîrokên ku di vê pirtûkê de hene di nav gel de tên naskirin. Ez bi xwe gelekan ji wan ji berê de nasdikim. Mixabin, hin çîrok di vê pirtûkê de hene, ku ne bi awayê ez berê wan nasdikim hatine xeberdan. Verziyonên ku ez nasdikim ji yên vê pirtûkê xweþiktir in. Wek nimûne çîroka KÊZXATÛNÊ ku li vir hatiye ji verziyona ku birêz Mûrad Ciwan belavkiribû û min jî wergerandibû zimanê almanmî, gelek kêmtir e û ne wisa xweþ e. Çîroka ZÎZANÊ jî ku di vir de hatiye gelek diþibihe çîroka PERÎ Û MÎRXENEWOK, ku di dema xwe de nivîskarekî bi navê EVÎNDAR ji Kovara HÎWA re þandibû û di wir de hatibû belavkirin.

Hin çîrok û hin caran jî hin hevok û awayên derbirînê, ku di vê pirûtukê de hatine ne li gor çeja min bûn, lê dîsa jî min ew neguhertin û wisa hêþtin. Lê belê ez hêvîdar im, xwendevan dê bi kêfxweþî van çîrokan bixwîne, ku ew hemû jî ji çand û kelepora me ya gelêrî ne.

 

Mustefa Reþîd, Homburg, Almaniya, 29.05.2005

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org