Dengvedana serdana þanda Navenda PENa Kurd ya Baþûrê Kurdistanê hên berdewam e

 

Mustefa Reþîd

 

Wek tê zanîn, piþtî vegera þanda Navenda PENa Kurd ji Baþûrê Kurdistanê, dosta me Xanim Lucina Kathmann raporeke berfireh bi zimanê înglîzî li ser vê serdana me nivîsandibû. Me av nivîsa wê di malpera Navenda PENa Kurd - beþê înglîzî de belav kir. (http://www.pen-kurd.org/englizi/lucina-kathmann/dstination-kurdistanr.html

Di pey re, xanima Lucina Kathmann ev rapora xwe bi zimanê spanî jî belav kir û di malpera me de - beþê spanî jî ev rapor tê dîtin.(http://www.pen-kurd.org/spani/lucina-kathmann/destino-kurdistan.html)

Berî demekê, di 29. tîrmehê 2005an de, rojnameya Maksîkî Atención ev nivîsa xanima Lucina Kathmann bi temamî ji xwendevanên xwe re belav kir. Li gel gotarê du wêneyên ku Lucinayê dabûne vê rojnameyê çap kirine. Wêneyek yê perestgeha Laliþa Nûranî ye û yê din jî wêneyek e, ku Lucinayê li gel hin endamên þanda me di hundirê Parlementoya Baþûrê Kurdistanê de girtiye.

Lucina di vê nivîsa xwe de bi awayekî hûrik û befrireh li ser her tiþtekî radiweste. Ew bi dîtina xwe - wek keseke biyanî gera þanda Navenda PENa Kurd dide naskirin. Wê çi dîtiye, me bi hev re çi xwariye, çi vexwariye, çi gotiye, rabûn û rûniþtina her kesekî(ê) ji me çawa bûye, her tiþt nivîsiye. Bi vî þêweyê xwe bala biyaniyan gelek kiþandiye ser vê mijarê. 

Niha jî malpereke înternêt ya li welatê Maksîk ev nivîsa xanima Lucina Kathmann ji xwendevanên xwe re weþandiye (http://vivasma.com/smf/index.php?PHPSESSID=2a82f0f0615b82db3a6a62d72da535d9&topic=383.0)

 

çapkirin

copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org