Çima
Kurd heya niha nebûne xwedî dewlet?
Bersiva vê pirsê ne ewqas hêsan
e, ji ber ku sedemên heya niha Kurd nebûne xwedî dewlet, xuya dike, gelek pir in. Me
vê pirsa jorîn ji pir kesan kir û bersiv ji wan wergirt. Hin kes sedemên
erdnigariya (gêografiya) Kurdistanê tînin meydanê û dibêjin: „Hebûna
Kurdistanê di Rojhilata Navîn de sedemeke bingehîn e“. Hin kesên din dibêjin:
„Hebûna petrolê di erdê Kurdan de bûye sedem, ku ev dewletên din, ji bona
parastina sûd û kelkên xwe, nahêlin ku Kurd bibin xwedî dewlet“. Hinek jî
dibêjin: Civata me Kurdan pir bişûndemayî ye û ji ber wê jî dewleta
Kurdan çênebûye“.
Ka em hinekê li ser van sedeman
rawestin û binêrin çiqas rastî di wan de heye?.
1. Hebûna Kurdistanê li
Rojhilata Navîn: Her welatek divêt li herêmeke cîhanê be. Ma tu welat di binê avê de, yan li ezmanan hene? Em bawer nakin, ku
Rojhilata Navîn ewqas ji cihên din cawaztir be. Axa Felestînê ji bo hersê
olên cîhanî (Cihû, Xirîstiyan û Misilman) ji axa Kurdistanê giringtir e.
Ji bona standina vê axê, di heyamên navîn de, Ewropa sêsed sal li dijî
Rojhilat şer kir. Lê dîsan jî di destpêka vê sedsalê de cihûyan bi
plan dewleta xwe li ser vê axê sazkirin. Tevî ku hemû dewletên Ereb û cîhana
îslamî şêrê wan dikin jî, hên dewleta wan berdewam e. Ji bona vê yekê,
hebûna Kurdistanê li Rojhilata Navîn û dijminahiya cîranên me ji me re ne
sedemeke bingehîn e.
2. Mesela petrolê jî wisa ye. Petrol di destê kê de be ewê bifiroşe.
Ma gava petrol di destê Kurdan de be ewê li ser petrolê rûnin û nefiroşin?!.
Na xêr, ewê jî bibin endamên OPEC, ewê jî petrola xwe bifiroşin. Navê
yê ku dikire jî çi be, Almaniya be yan Japon be, ne giring e. Gava Kurd ne
xwediyên axa xwe bin, bê guman, ew ax di destê kê de be, ewê ji xwe re xêr
û bêrên wê axê bifiroşin. Em dibêjin, ev jî ne sedemeke bingehîn e.
3. Pirsa bişûndemayîna civakî jî mirov dikane zû bersiva wê bide.
Civata Kurdan ji ya Afganan, ku ji zû de xwedî dewlet in, ne paşdemayîtir
e. Hejmara Kurdên xwenda û zana wek doktor, muhendis, mamoste, pisporên pîşeyî
û hwd. ji ya dewleta Mosambiq bi pirî bilindtir e. Ji lewre, em bawer nakin,
ku ev jî sedemeke bingehîn be.
Ev sedemên ku me bi nav kirin, sedemên objektîv in û em bawer in, ku
sedemên wisa, kêm an zêde, li pêşiya her neteweyekê hebûn lê dîsan
jî ew bûn xwedî dewlet. Bê guman hin sedemên din jî, yên objektiv hene,
ku me li vir bi nav nekirine, roleke mezin dileyizin. Lê niha, ka em dev ji
sedemên objektiv berdin û hinekê li sedemên subjektiv bikolin. Gelek kes li
ser van sedeman jî rawestiyan û hate dîtin, ku ev sedemên subjektiv ji yên
din xedartir in. Berî em dest pê bikin, em dixwezim bidin xuyakirin, ku
xweriskeke (adeteke) me Kurdan heye, em herdem kêmasiyên xwe nabêjin û sedemên
biserneketina xwe têxin stûyê xelkê. Ji ber wê, em dixwezin li vir hinekê
li sedemên xwe yên subjektiv bikolin.
A) Dilsoziya ne di cihê
xwe de
Li ser vê taybetiya me Kurdan gelek kes rawestiyan. Emê vê mijarê bi
xeberdana bûyerekê, ku di rastiyê de pêk hatiye, dest pê bikim. Bûyer bi
awayê jêrîn e:
„Mirovekî Kurd karê qaçaxiyê dikir. Wî zêr di erebeya xwe de vedişart
û dihat li Yûnanistanê yan jî li welatên din difirot. Polîs di wî de
ketin gumanê û rabûn ew kontrol kirin. Gava wî sînorê Yûnanistanê derbas
kir, sîxuran nûçe gihandin polîs û gotin: Mirovê we bi rê de ye û zêr pêre
heye. Gava ew gihîşte Atînayê polîs ew rawestand û dest bi lêgerînê
kir. Lê belê çiqas temaşkirin tu zêr nedîtin. Zêr ewqas baş
hatibû veşartin, ku polîs nikanîbû wî bibîne. Polîs ji sedî sed
bawer bû ku zêr heye, lê gava nebîne, nikane mirovê Kurd têxe girtîgehê.
Rabû polîs dest bi lîstikekê kir û ji yê Kurd re got: Ji me re îxbarî
hatiye, ku zêr bi te re heye, lê em zêr nabînin û ne dizanin ku di kû de
ye. Ka, bi soz, bi biryar (bi ehid bi qirar) bi şeref bi namûs, ji me re bêje
zêr di kû de ye, emê vê carê te berdin. Em bi tenê dixwezin şêweyên
qaçaxciyan hîn bibin, ka ew çawa tiştan vedişêrin. Li ser vê
gotina polîs, ku bi şeref û namûsa xwe sond xweribûn, mirovê Kurd dibêje:
Va ye, zêr di vir de ye. Polîs yekser zêr derdixe û mirovê Kurd dide
dadegehê. Dadegeh yanzdeh salan li wî dibire.“
Bi rastî ev bûyer gelek balkêş e. Li hêlekê yê Kurd, li hêla din
polîs, herdu alî li hember hev in. Hemû şêweyên polîsî li hember
pisporiya yê qaçaxcî têk diçin. Polîs radibe dest bi lîstikê (yanê polîtîkayê)
dike. Di polîtîkayê de polîs zora mirovê Kurd dibe. Bi bîr û baweriya me,
tevî ku mijar li ser qaçaxçîtîyê ye, mijar ne ewqas giring e, lê morala
ku em ji vê bûyerê derêxin ew pir giring e. Pir caran jî wisa bûye. Kurdan
di şer de zirar nekiriye, lê belê, di polîtîkayê de, li ber maseyê
Kurd bi bin ketine û zirar kirine.
Ka em bînin bîra xwe, her car tiştên ku Tirkan pêşî ji Kurdan
re gotine û paşê çi kirine. Çi ji Şêx Seîd re gotine û çawa paşê
ew daleqandine. Wezîrê dervayî yê Emerîkî Kîsînger çi ji rehmetiyê
Mustefa Berezanî re gotiye û çi paşê pêk hatiye. Hin kes dibêjin:
Serokên Kurdan berê nexwende bûn û ji lewre tiştên wisa pêk dihatin. Lê
belê ev ne wisa ye. Di destpêka dehsalên heyştê, yê vê sedsala
derbasbûyî de, birêz şehîd Abdurehman Qasimlo bûbû serokê tevgera
gelê me li Rojhilatê Kurdistanê. Em gişt bi pêşengiya wî şabûn
û çi ji destê me hat me piştgirî jî kir. Lê mixabin, berî niha bi
yanzdeh salan, yanê di havîna 1989an de, birêz A. Qasimlo û hin hevalên wî
bi îxanetî li Viyenayê hatin kuştin. Dewleta Îran ya wê hîngê gotibû
ku emê bi hev re dan û standinan li ser pirsa Kurdî bikin. Birêz Qasimlo
çûbû civînê, lê belê armanca dewleta Îran kuştina wî û hevalên wî
bû. Em vê carê nikanin bêjin, ku serokê Kurdan nexwende bû, birêz A.
Qasimlo Profesor bû, lê dîsan jî kete xefika dijmin.
Nexwe,
kêmasiyeke me ye bingehîn heye, ku em zû baweiya xwe bi yê hember xwe
(dijmijnê xwe) tînin û hesabê lîstikan nakin. Hemû gel dibêjin: Dilê
Kurdan pir durist e, gotina Kurdan yek gotin e. Gava mirovê Kurd gotinek kir
yan jî sozek da, çi dibe bila bibe, ew ji gotina xwe venagere. Yên din jî vê
dilsoziya me baş naskirine û wê li dij me û ji bo xwe bi kar tînin.
B) Ez û ne tukes
Gelek kesan jî wek sedem ev taybetî hilbijartin. Ev taybetiya nêgativ li
ba me Kurdan ew e, ku em kesayetiya xwe di ser her tiştî re digirin. Yanê
mesela „Ez û ne tukes“ e. Pir kes ji me Kurdan hene, ku gava hinekê bi pêş
dikevin, yan jî tiştek dikeve destê wan, yan jî berpirsiyariyek pê tê
hilpesartin, xwe gelek giring dibînin û bawer dikin, ku ji niha û pêve divêt
her tişt di rêya wan re be. Di vî warî de bi sedan nimûne hene. Ev
taybetî hin caran heya bi îxanetê jî diçe. Mesela: Ku ne di rêya min de
be, ez bi tu awayî nahêlim kesekî din jî tiştekî bike. Ev di polîtîkayê
de jî wisa ye, di rewşenbîriyê de jî wisa ye û di aborî û bazirganiyê
de jî wisa ye.
Em dibînin, ku Seyid Riza
serhildanê radike, Rêber îxanetê lêdike. Êla Cibranan xwe didin aliyê
Şêx Seîd, êla Tomakan şerê wan dike. Ji çil salî de şerê
navxweyî li Kurdistanê berdewam e. Çend partî hebin, hemû şerê hevdu
dikin. Dudu şerê yekî nakin, na, her yek şerê hemiyan dike. Ev rewşa
me çîrokeke gelêrî tîne ber çavan. Çîrok bi awayê jêrîn e:
„Sê birayên hevdu hebûn li ser bermaya (mîrasa) bavê xwe li hev
nedikirin. Ew li serê çiyayekî gihîştibûn hev û dixwestin bermaya bavê
xwe li hev parvebikin. Lê belê biryara wan pêk nedihat û ji lewre, her kesekî
li yên din dida. Yanê du birayan li yekî nedida. Na xêr, kîjan digihîşte
kîjanî li wî dida. Rabû
mirovek rastî wan hat û got: Ev çi rewşa we ye? Hûn her yek li yê din
didin? Rabûn gotin: Bi Xwedê ev tiştê han ji bavê me de ji me re maye
û em nikanin li hevdu bikin. Mirovê biyanî pirsî: Ev çi tişt e?. Wan
gotin: Sê tişt in. Yek cil e (mehfûr), yek kum e û yek jî ço ye. Mirov
got: Baş e, ev ji bo çi ne?. Wan gotin: Gava tu li ser cilê rûnî, kum
bidî serê xwe û ço li erdê bidî, hema tu winda dibî û tu kû bixwezî tu
difirî û digihînî wir. Mirov Got: Ka ez navbeynkariyê ji we re bikim. Wan gotin: Baş e, em bi biryara te razî ne. Mirovê biyanî tiştek
ji beriya xwe deranî û got: Ezê vî tiştî bavêjim binê gelî, hûnê
bazdin, kê ev tişt pêşî anî kum distîne, yê duwem cilê distîne
û yê sêyem ço distîne. Tevan gotin: Baş e. Mirov ew tiştê dest
xwe avêt binê gelî, hersê bira beziyan û çûn xwar. Hema yê biyanî kum
da serê xwe, li ser cilê rûnişt û ço li erdê xist. Gava hersê bira
ji xwarê hatin dîtin ku tukes û tutişt tuneye. Rabûn gotin: Bi Xwedê
baş kiriye, gava aqilê me ev e, em ne layiqî bermayê bavê xwe ne.“
Tête gotin, ku gava kesek dibe sêkreterê partiyeke biçûk dibêje: Yan
divêt Kurdistan di rêya min de çê bibe, yan jî heya ez xweş bin, ezê
li dij ewên din rawestim.
Di rewşenbîriyê de jî tiştên wisa pir in. Hin kes hene, gava
pirtûkekê yan jî gotarekê di quncekî de dinivîsînin, xwe ewqas vedinin û
dibêjin: Her tişt min kiriye, yên berî min tutişt nekirine. Gava
hinek mamostetiya zimanê kurdî dikin, hewl didin, ku devoka gundê xwe bikin
şêweyê rast û durist. Gava hinek helbestekê dinivîsînin, bawer dikin,
ku hên tukesî helbest ji ya wan baştir nenivîsandine. Gava hinek
straneke xweş dibêjin, bawer dikin, ku di dîroka Kurdistanê de tu stranên
wisa xweş hên nehatine gotin û hwd. Ev gazin hemû jî di cihê xwe de
ne.
Dibêjin di warê aborî de jî wisa ye. Gava mirovek dikanekê (firoşgehekê)
vebike û hinên din bibînin ew hinekê kar û qezencê dike, diçin li hembera
wî dikana wî tiştî vedikin. Dikana tiştekî din venakin, na xêr,
tam ya wî tiştî. Belê wisa ye, daku herdu zererê bikin.
Em dikanin vê taybetiyê bi kurtahî wisa bînin ber çavan: Li cihê ku em
têbikoşin, em gişt bi hevre pêşve biçin, em ling davêjin ber
hev. Ev kêmasiya me Cegerxwînê rehmetî di serxwerabûna mirîşkan de baş
derxistiye meydanê:
C)
Xwedîderneketin li çand û zimanê xwe
Herdu
taybetiyên pêşîn di bersiva her kurdekî dilsoz û sade de hebûn. Lê dîsan
jî piraniya kesan ev sedema sisiyan ya here giring dîtin. Bi taybetî jî ew
kesên ku hinekê bihna rewşenbîriyê ji wan dihat. Tête gotin, ku em ji
xelkê re gelek jîr in, lê em ji xwe re tutiştî nakin; dibêjin:
Miftîyê
Bexdadê Kurd e, miftiyê Şamê Kurd e. Ehmed Şewqî Kurd e, Ehmed
Arif Kurd e. Yaşar Kemal Kurd e, Selîm Berekat Kurd e û hwd û hwd. Lê
van ji xelkê re kar kirine û ji gelê xwe re tutişt nekirine. Ev
gişt li hêlekê. Pir partî û kesên ku polîtîkayê jî dikin ji tofa pêşîn
ne cidatir in. Bingeha polîtikaya xwe bi zimanên biyanî datînin, çanda gelê
xwe nasnakin. Pir mirovan bi dilekî bi şewat bersiv di vî warî de didan.
Dibêjin: Baş e, gava em bi zarokên xwe re bi zimanê xwe neaxivin, hîngê
gava em mirin êdî Kurd namînin. Çima hin kes ji tunebûnê zimanekî xwe
peyda dikin û dibin xwedî dewlet (wek Cihûyan) û emê nikanibin vî zimanê
xwe yî şêrîn biparêzin? Ma gelo em ewqas şîrheram û heramzade
ne? (hinek bi dilekî sotî van bersivan didin). Tenê bi zimanê netewî mirov
bi çanda gelêrî tête perwerde kirin. Bêyî perwerdebûn bi çanda gelêrî
mercên netewî temam nabin. Ev gotin hemû di cihê xwe de ne, ew rast û
durist in.
Birêz Mûrad Ciwan, di hejmareke HÎWA ya derbasbûyî de, gotareke gelek
giranbiha li ser vê pirsê nivîsandibû. Ji lewre, em di vê gotarê de, vê
pirsê bi dûr û dirêjahî dubare nakin. Ji kerema xwe, kê ew gotar
nexwendibe bila lê vegere.