ERÊ ÞENGÊ

  

Mustefa Reþîd

 

 

 

Erê þengê, þepala min, tu pir naz û ciwan´î

Xweda rakir ji nava wê bihuþtê tu hilanî

Li nava vê suriþta erxewanî

Li hember min evîndarî tu danî

 

Erê pengê, xezala min, tu pir qiþt û ciwan´î

Yezdan hatî ji nava wê bihuþtê tu derhanî

                        Li nava van diyarên pir biyanî

                        Li ser derd û kulên min kir giranî

 

Erê xanê, xeyala min, tu her can û giyan´î

Isa hatî ji nava qesr û bircên asîmanî

                        Tu derxist û li nav baxê min danî

                        Ji niþka va ji bo min kir mêvanî

 

Erê nazê, delala min, tu dermanê vî canî

Ketim nava biharên te bi bengînî, lawanî

                        Li ber av û kenarên te min danî

                        Dibûm dîl û esîr û hem zîndanî

 

Erê canê, hevala min, tu her jîn û jiyan´î

Ketim nava diyarên te bi eþq û pir viyanî

                        Ji ber ba û bahozan min nikanî

                        Min kir-nekir rêya veger dernanî

 

Erê bano, qirala min, tu hem can û rewan´î

Ketim nava welatên te, bihuþt û mêrg û kanî

                        Ketim nava civatên te niyanî

                        Di nav da mam bi bext û kamiranî

 

 

 

 

Homburg, 13.05.2009

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org