Evîna Welat


Kurdistana min

    Pir dilniyaz im

        Gelek dixwazim

Di lîstikên zarotiya te de

            Bibim qehremanek

Di nav çîrok û efsaneyên te de

            Bibim destanek

Ji tîrên awirên te re

            Bibim kevanek

Ji keriyên hêviyên te re

            Bibim þivanek

Ji kulîlkên bedewiya te re

            Bibim êlkanek

 

Nazenîna min

            Pir dilniyaz û dilbij im

Li ber germa evîna te

            Roj û þevan ez dibrijim

Dixwazim bibim

            Stêrkek li ezmanê cîhana te

Þeva sersalê

            Ji bona þahiyên te birijim

Bi tîrêjên rojê re

            Dakevim nav gulistanên bihara te

Weke zermêþa hinguv

            Ji kulîlkên lêvên te bimijim

 

Xemrevîna min

Çiqas dixwazim

            Di rêya serfiraziya te de

            Karwanekî bi rêkim

Çiqas dixwazim

            Di aramiya dilê te de

            Warekî çêkim

Çiqas dixwazim

            Ji xewn û xeyalên te re

            Qesrekê lêkim

            Wan kul û kovanên te

            Li qatê jorîn

            Di xewê kim

 

Birûqeytana min

Evîna dilê min pir e

Ma ezê

            Ji bilî te çelengê

            Bi kê dim?

Çiqas dixwazim

            Ji rojên þahiyên te re

            Tembûrekê girêdim

Çiqas dixwazim

            Ji qeyd û awazên te re

            Carekê lêdim

 

Birûkevana min

Çiqas dixwazim

            Di bihara dilê te de

            Biçim civînê

Çiqas dixwazim

            Di havîna ciwaniya te de

            Biçim þevînê

Çiqas dixwazim

            Rojekê wergirim

            Peyam û mizgînê