Kevintirîn Şaristaniya
Mirovayetiyê
Kovara almanî “Wêneya Zanistiyê” hejmar 8/2000 hin nûçeyên arxêologî yên gelek balkêş vê carê weşandine. Li gor vê rêportajê, zaniyarên Alman li ser axa Kurdistanê rastî warekî şaristaniya kevnar hatine, ku ji yên heya niha hatine naskirin, ji hemiyan kevnartir e. Li wir perstgehek hatiye dîtin, ku têde gelek peyker û tiştên din hene. Ev perestgeh berî niha bi 11000 sal hatiye avakirin. Zaniyarên dîrokî, ku bawer dikirin şaristaniya mirovayetiyê li başurê Mêzopotamiya yan jî li ser axa Felestînê destpêkiriye êdî neçar mane baweriya xwe biguhêrin. Berî yanzdeh hezar sal ne li Yêrîşo (Erîha, Felestîn) û ne jî li Somer perstgeh û avahî hebûn. Pîramîdên Misirê jî şeş hezar sal derengtir hatine avakirin.

Berî 11000 sal nêçîrvan û berhevkarên li ser axa welatê me jiyane ji Xwedayên xwe re perestgeh girtine. Dema berî nivîsandinê ya „Girê Navikê(Göbekli Tepe)“ diçespîne, ku gavên here pêşîn di çand û hunerê de mironên dema Paleolithikum avêtine. Ew jî ne li Felestîn yan jî başurê Mezopotamiya, lê belê, li ser axa Kurdistanê.
Zaniyarê Alman yê zanistiya berî dîrokê Dr. Klaus
Schmidt di zivistana sala 1993an de nivîsareke
arxêologî, ku li ser rojhilatê Tirkiyê hatibû nivîsandin dixwîne. Nivîsar
li tenîşta binavkirina hin şûn û warên Hitît, Asûr û Girîşiyan
çiyayekî bi navdike, ku tijî kevirên agirî ye. Çiya ji bajarê Urfayê
(Riha) ne dûr e. Zaniyarê Alman karê xwe li Zanîngeha Erlangen radiwestîne
û berê xwe dide Urfayê, daku li wan çiya û giran temaşe bike. Çiya û
sirtên piştî Urfayê mîna hêkan gişt wek hev in. Bi tenê yek ji
wan ji yên din cida û bilindtir e û bi dareke mezin û du gorên kevnar li
bandeva xwe bala mirov dikişîne. Navê vî girî „Girê Navîn?“ yan jî
„Girê Navikê“ yan jî „Girê Nawendî“ ye (tiştekî wisa) û bi
tirkî jêre „Göbekli Tepe“ tê gotin. Ev girê navîn bi rastî jî
nawenda cîhaneke pir kevnar e; wek çawa paşê tête dîtin.

Girê Navikê
(Göpekli Tepe) dogma berê hilweşand. Ne Cotkar arşîtêktên here
kevnar in, lê belê, nêçîrvan û berhevkarên dem Paleolithikum war
avakirine û arşîtêkturên mezin afirandine. Girê ji dem berî dîrokê(berî
peydabûna nivîsandinê) misoker perstgeh bû û bekî cihê çêkirina nawel
û acetan bû jî.
Piştî ku Dr. Klaus Schmidt destûr werdigire û
pereyan peyda dike, di havîna sala 1995an de dest bi kolandinê dike. Hên di
tora pêşîn de peykerên kevirî yên bê serî derdikevin, ku tenîştên
wan bi rêliyêfan hatine neqişkirin. Di pêre avahî xuya dibin; hundir û
diwarên wan diçirisin. Lê belê, tiştê herî balkêş wêne û
peyker in. Gava temenê(umrê) Skulptûran bi mêtoda radiyokarbon temaşe
dikin, dibînin ku ew 11000 sal kevin in. Di wê demê de heyama hunerî ya wênekêşiya
hundirê şikeftan (serinc: Wêneyên hundirê şikeftan yên başurê
Fransayê) ji zû ve derbas bûbû. Lê belê, di warê arşîtêktûrê de
hên tutişt peyda nebûbû. Newala Çorî, ku ji aliyê arşêologan ve
heya niha wek şêwe-perestgeh tê hejmartin ew jî di wê heyamê de hên
peyda nebûbû. Belê, warê bajarê Yêrîşo (Felestîn) di wê demê de
hebûye, lê belê bê xemil û xêz, bê dîwar û peyker e. Pîramîdên
Misira kevnar jî, ku li cîhanê bi kevinbûna xwe bi nav û deng in bi 6000
sal piştî perestgeh û peykerên „Girê Navikê“ hatine avakirin. Dr.
Klaus Schmidt, di vî çiyayê tijî kevirên agirî de nawenda şaristaniyeke
gelek kevnar dibîne. Di wê demê de nêçîrvanên lawirên kovî bûne
hunermendên wêne û peykeran û li vir bi cih û war bûne. Schmidt bawer
dike, ku hejmara peykersaz û wênekaran dora 500 mirov be. Hîngê diviyabû
jinên wan, ku xwarin ji wan re peydadikirn, bi awayekî ew têr bikirana û ji
lewre, Schmidt dibêje divêt wan li kuntar û derdorên wî çiyayî çandinî
kiribe.
Perestgeha
here kevnar li ser rûyê cîhanê:
Girê Navîn hên di salên 60î de wek warekî dîrokî dihate naskirin, lê belê, Dr. K. Schmidt di sala 1994an de giringiya wî derxist. Gava ew cara pêşîn çû ser wî çiyayî dît ku di nav kevir û qoçên ku cotkaran dabûn ser hevdu de perçeyên skulptûrên kevirî hene. Kevirên çêkirî bi hejmareke mezin li wan deran hebûn. Bi zanîn û înformasiyonên xwe li ser Newala Çorî, ji wî re gelek zelal bû, ku li vê derê, di bin axê de, divêt tiştekî geleg giring û balkêş hebe.

Gava karê kolandinê destpêkir, dîwar û peyker zû
derketin ber ronahiyê. Arxêolog dibêjin, ku ev rasthatin lêhatineke
kamiraniyê ye. Piştî 11000 sal hunera mirovên dema „Kevirê Kevnar(Paläolithikum)”
derdikeve pêşiya me. Heya niha dihate bawer kirin, ku di wê dema destpêkî
de mirovan tenê ji dest dixiste dev û wisa jiyana xwe berdewam dikirin. Lê
belê, ev bawerî ne rast derket. Hate dîtin, ku hên wê demê di serê
mirovan de tiştên bilind û bi nirx hebûn û ew afirandine. Huner û kanîna
bi destek û nawelan encam daye û afirandina hunerê pêkhatiye. Di demekê de,
ku mirovayetî hên nû ji dema „Kevirê Kevnar (Paläolithikum)“, dema nêçîrvanî
û civakên berhevkirinê derbasî dema „Kevirê Nû (Neolithikum)“, dema çandinî
û xwedîkirina lawiran dibû.
Hin stûnên ku hatin derxistin, tevî ku ew sê metran
bilind in, ew ji dîwarên ku li wan dorpêc bûne nizimtir in. Stûn bi rêliyêfan
hatine xemilandin û, ji ber nizimbûna xwe, ne ji bo ragirtina banê perestgehê
ne. Xuyaye ew tiştekî pîroz dinimînin. Dr. K. Schmidt hên nikane di wan
de peykerên Xwedayan bibîne, lê belê, ew her bawer e, ku oldariyek têde
heye.
Di salên dora 7500 berî zayînê de (yanê berî 9500
sal) ji nişka ve dawî li şaristaniya Girê Navikê tê. Bûyereke ku
nayê zanîn pêktê. Ew Perestgeha xurt û bi nirx binerd dibe, avahî û
peyker di bin axê de dimînin. Ma
gelo çi pêkhat? Yan erdhejîneke xurt pêkhatiye, yan jî oleke din cihê ew
ola ku wê hîngê serdar bû êdî girtiye.
Ma gelo çima
heya niha nedihat bîra zaniyaran, ku di wê demê de, dema berî mirov qermît
û kûzikan çêbike, dema ku tê bawerkirin, mirov tenê ji dest dixiste dev,
mirovan tiştên bi huner afirandibin? Bersiva vê pirsê bi dîroka
zaniyariyê ve girêdayî ye. Ev diçespîne (mêlag dike, îspat dike), ku bi
awayekî gelemperî mirov tiştên ew nasdike dibîne. Heya niha ji bo
zaniyarên ewropî û emerîkî wisa bû, ku wan ji Încîlê “axa pîroz”,
axa Felestînê wek warê kevnar nasdikirin. Her zaniyarekî dixwast, ku vê
“rastiyê” biçespîne (îspat bike). Bi vî awayî gava Yêrişo bi dîwarên
xwe ve hate dîtin, bêyî ku ew tu gotinên virde û wêde li ser bikin, yekser
ew war, wek “warê dîrokî yê herî kevnar” bi nav kirin. Warên din yên
şaristaniyên kevnar divêt li derdorên Yêrîşo bin, yanê li geliyê
Yordan(Urdin) û li başurê Mezopotamiya, li ber çemên Ferat û Dicle
bin. Gava li wan deran jî şûn û warên dîrokî dîtin, gotin Yêrîşo
maka hemiyan e û wisa baweriyên xwe berdewam kirin.

Her tişt
li gor logîka wan bû û bi çespandin bû. Lê belê, çi berî wê hebû? Bi
tenê mirovên gêjik bûn, ku tenê ji destên xwe dixistin devê xwe û hew?
Bi van pirsan hên di dehsalên 60î yên vê sedsala bîstan de arxêologan
dane rê û berê xwe dane kenarên “Welatê Heyvê”, li kuntarên çiyayên
Zagros, Toros û Kurdistanê rastî gelek warên dîrokî bûn, ku hên di dema
“Kevirê Kevnar (Paläolithikum)” de şaristaniyên payebilind berî
dema çandiniyê afirandine.
Le belê, ew
zanîn û çanda payebilind bi dema çandiniyê
û çêkirina qermît re tête şikestin û ji halê radibe. Hema,
hema tu şaristaniyên dema “Kevirê Kevnar(Paleolithikum) piştî
peydabûna qermît, dema “Kevirê Nû(Neolithikum) berdewam nekirine. Wek
zaniyarê Alman Hauptmann dibêje: “Geşbûna hunera wênekêşî û
peykersaziyê, afirandina wêneyên lawiran û peykerên mirovan û Xwedayan
winda dibe, gundîtî peyda dibe û cih digire”. Xwedayên kevin têne
guhertin. Ma gelo dema “Kevirê Kevnar (Paläolithikum)” dawiya geşbûna
heyameke dîrokî ye? Yan jî ew destpêka tiştekî nû ye, ku dê paşê
li cihekî din bête xuyakirin û em niha hên nikarin pêwendiya di navbera wan
de bibînin?