Hêvî
Mustefa Reþîd
Ez perestê Kurdistan im
Kurdistana bendewar
Jar û mestê niþtiman im
Tev bihuþt e war bi war
Dildarê þax û zozanan
Her ber û lat û zinar
Wan newal û germiyanan
Cengel û bax û beyar
Hezkirê Dicle û Ferat im
Þîp û sîlav û robar
Ew herêmên jê dihatim
Giþt kulîlk in, gulhenar
Goriyê qada welat im
Gav bi gav û dar bi dar
Ax welatim, ax welatim
Aþîkar e, aþîkar
Ew demên tarî diborin
Pey zivistan tê bihar
Ev bihuþta bav û kalan
Van neyaran her dixwar
Roj û salan, roj û salan
Ev neyarê hov û har
Niþtiman tev bir bi talan
Ev welat kir tar û mar
Dil û cerga min bi xwîn e
Ey neyaro, ey neyar
Kîna dilê min kes nebîne
Ya sitar û ya sitar
Þêr-pilingên deþt û latan
Þehsiwar in, þehsiwar
Va ne! hatin, va ne! hatin
Þadibin gund û bajar
Ax welatim, ax welatim
Aþîkar e, aþîkar
Ew demên tarî diborin
Pey zivistan tê bihar
Çêlikên baz û þahînan
Dil bi kîn in, dil bi kîn
Piþt û basik êdî xurt in
Tev ji hêlînan firîn
Ref bi ref ew dadihatin
Bazdide ew jehremar
Qehremanên wan zozanan
Cengewar in, cengewar
Pehlewanên germiyanan
Her tivinga wan li bar
Lek bi lek ew pêþve hatin
Tirs ketî cerga neyar
Bo tivingên wan posat im
Gav bi gav û car bi car
Ax welatim, ax welatim
Xweþ diyar e, xweþ diyar
Ew demên tarî diborin
Pey zivistan tê bihar
Nêrgizên þax û zozanan
Nû gihane, piþkuvîn
Sorgulên wan germiyanan
Xemrevîn in, xemrevîn
Bihn û hulma wan pûjanan
Daketî deþt û pesar
Mar û pûngê her neyar in
Rev ketî marê teyar
Serbazên Kurdan dihatin
Þev û rojan ew li kar
Dil bi kîn in, bi þewat in
Evîndar in, evîndar
Derdixin dervey sînoran
Ev qirêj û ev gemar
Ax welatim, ax welatim
Xweþ diyar e, xweþ diyar
Ew demên tarî diborin
Pey zivistan tê bihar