AL Û BÛK

 

Mustefa Reþîd

 

Min gul dihanîn

Gulên sor û zer

Ji baxên bihuþt

Gihandin suriþt

Min ew diçandin

Ji nû gihandin

Li ser hev danîn

Bi nexþ û huner

 

Roja li esman

Dibû evîndar

Bi vîn û viyan

Xwe berdaye ser

Ji wan afirand

Ev ala ciwan

Ala Kurdistan

Kesk û sor zer

 

****

 

Çend sal e, çend sal

Ev rewþ û pergal

Dilê min bi jan

Bi êþ û kovan

Min berfa çiyan

Da ser vî dilî

Da hênik bibin

Ev kul û keser

 

Dilê min bîmar

Kula wî giran

Pir çûm û geryam

Li nava cîhan

Bijîþk û derman

Tenê Kurdistan

Serbest û rizgar

Welat seranser

 

            ****

 

Roja serbestî

Tîrêj berdane

Hemû welatan

Her war û her der

Tenê Kurdistan

Maye bin destan

Bes li Kurdistan

Bahoz û bager

 

Êdî de rabe

Gelê têkoþer

Ev xam û qelem

Wek rext û xençer

Ev hiþ û zanîn

Wek top û mewzer

 

Em tev bi yek deng

Rabin biçin ser

Lêxin li xawer

Lêxin li xawer

Roja serbestî

Ji bo Kurdistan

Bi darê zorê

Divêt bête der

 

Welatên cîhan

Hemû bûne bûk

Kurdistana min

Tenê wek pepûk

Bûkên cîhanê

Rûken û nûjen

Kurdistana min

Hîna pir fedok

 

Xeman mekþîne

Dota kezîzer

Va ne hilwestîn

Xortên þoreþger

Va ne peyda bûn

Serheng û efser

Va ye hiþyar bû

Nifþê rizgarî

Va ye ava bû

Artêþ û leþker

 

Kezîzera min

Bûka Rojhilat

Ji kanên te tên

Ji kuh û ebler

Ev zêr û petrol

Yaqot û mermer

Ji sîngê te ye

Dicle û Ferat

Ev avên pîroz

Zemzen û Kewser

 

           

Bûkê! de rabe

Dakeve hember

Ev bejna zirav

Ev laþ û ev nav

Her car û her gav

Tim ciwan û ter

Ev bîn û gulav

Berde ser hinav

Ev ala rengîn

Ji bo te kember

 

Çavan tu kilde

Ebrû leglegî

Bijangan hilde

Xalan bîne der

Berde ser biskan

Ev misk û ember

Þûþên gulavê

Tevan berde ser

Ev por û gulî

Pêrçem û qeter

Berde ser sîngan

Memkên gilover

 

Bila þabibin

Zarok û mindal

Ev jinên delal

Ev pîr û ev kal

Ev keçên bedew

Ev xortên þepal

Giþt azadîxwaz

Tev dost û heval

Li qada cîhan

Her war û her der