Serfirazî


Mustefa Reþîd
 
Pir ji evîna te biryan im
Dil bi agir, cîger bi kovan im
Evîndarê te me, welatim, canim
Kurdistanim, Kurdistanim, Kurdistanim
Ev çend sal in, perîþan im, sergerdan im
Ev çend sal in di bin destê Ecem de
Di bin þûrê Ereb de
Li bin pença Tirkan im
Na! .... Na! ....
Ne termekî bê giyan im
Tenê tu zendên min derxe ji vê zincîra koletiyê
Tê bibînî
Çi cengewar im, çi þervan im
Çi sergevaz im, çi qehreman im
 
Ez qurmê dîroka cîhan im
Hên dayîka Somer,
Zarokên xwe bi min dixistin xew
Ma tu nizanî!?
Ez kurê Goto me, kurê Lolo me
Kurê Horo me, kurê Mîtan im
Ez torinê Mad im, bi xeml û xêzên giran im
Ez avakirê birc û serayên Ekbetan im
Kawayê hesinkar im
Dijminê zordar im
Agirê newroz im
Rêberê azadiya gelan im
Hên jî zindî me, xwedî jiyan im
Kurd im, nemird im, torinê wan im
 
Zerdeþt im
Ronahîperest im
Li hember tariyê
Roja li esman im
Manî me, danayê þîret û pendan im
Erdeþêr im, Rustem im, Noþîrwan im
Bi rim im, bi þûr im, bi mertal im
Bi xençer im, bi þilf im, bi pal im
Bi zirx im, bi gurz im, bi qelqan im
Rûberê lekên leþkerê Rom im
Li meydan û tiradê
Çi pehlewan im, çi qehreman im
Hên jî zindî me, xwedî jiyan im
Kurd im, nemird im, torinê wan im
 
Ez im ew Kurdê bi nav û deng
Ez im Kardoxê bi tîr û xedeng
Di ser min re borîn
Pir çax û pir dem, pir heyam û beng
Li ser sîngê min
Her car û her sal, her roj û her gav
Êriþ û talan, her þer û her ceng
Min dîtin pir roj
Min dîtin pir þev
Ew demên zêrîn, ew rojên pir teng
Êriþên Ereb, talanên Megol
Ji Rom, ji Fireng
Ez mam li meydan, nebûm pereng-pereng
Hên jî zindî me, xwedî jiyan im
Kurd im, nemird im, torinê wan im
 
Ez siwarê Rojhilat im
Parêzkarê birc û kelat im
Þêrkohê cengewar im
Spahsalar im, îsfahsalar im
Li hember Fîlîp û Rîþar im
Selahedîn im, li ser xana zîn im
Qehremanê Hetîn im
Rizgarkirê Quds û Felestîn im
Her serfiraz im, çi sultan im
Adil im, Zahir im, Tûran im
Ez bi taca zêrîn im
Li Amed û Farqîn im
Li ser textê Merwan im
Ehmedê Dehak im, siwarê bi tîn im
Generalê Romê ji xana zîn diqulbînim
Çerxa dîrokê vedigerînim
Herdem zindî me, xwedî jiyan im
Kurd im, nemird im, torinê wan im
 
Ez im, ji van çiyan re nav û nîþan im
Ez pilingê Xerzan im, þêrê Botan im
Bazê Behdînan im, ejderê Soran im
Ez þahînê Erdelan û Baban im
Canpolatî me, mîrê Mand im
Ez im, li kela Dumdumê Mîrxan im
Mîrxanê Lepzêrîn, egîdê qehreman im
Dewrêþê Evdî me, bi diwanzdeh siwaran
Li Hember hezar û heftsed siwarên Gêsan û Tirkan im
Hên jî zindî me, tijî jiyan im
Kurd im, nemird im, torinê wan im
 
Ez Herîrî me, Cizîrî me
Feqî me, Nalî me, Xanî me
Hejar im, Hêmen im, Goran im
Cegerxwîn im, Osman im, Qedrîcan im
Biwêj im, þekerrêj im
Ez xweþ dibêjim, her torevan im
Fehlemez im, awazciwan im
Li rûpelên dîrokê binêre!
Herdem nazikziman im
Ez xwedî nirxên bilind im
Demîn û sinciyên giran im
Ez ji welatê evîn im
Ferhad im, Þêrîn im
Xec im, Siyamend im, Zîn im
Memê Alan im
Hên jî zindî me, tijî jiyan im
Kurd im, nemird im, torinê wan im
 
Ez xêr û bêra germiyan im
Ez av û berfa ji zozan im
Petrol im
Dibim agir, dikim gurgur
Kermanþah im, Kerkûk im,
Batman im, Rimêlan im
Ez qêrîna keçan û bûkan li Geliyê Zîlan im
Hawara minalan li Kela Dizan im
Ez loriya dayîkê, axîna bavê kal,
Nalîna zarokan li Helebceya xopan im
Dîsan zindî me, xwedî jiyan im
Kurd im, nemird im, torinê wan im
 
Ez keça Kurd im, nazikrewan im
Ji bon herdu çavên min
Ew baxên bala li Babil hatine avakirin
Gul im, sûsin im, rihan im
Nêrgiz im, nesrîn im, pûjan im
Ez vîn û evîna têkoþerên Kurdistan im
Leyla me, Leyla
Xedenga li çavên dijmin im
Ez di qada ser de Bêrîvan im
Li þarê evînê, li Cizîra Botan im
Ez li kolanên Dêrsimê Zîlan im
Mizgîna leheng im, li kenarên Tatwan im
Hên jî zindî me, tijî jiyan im
Kurd im, nemird im, torina wan im
 
Ez duhî li Diyarbekrê Þêx Seîd bûm
Li Dêrsimê Seyid Riza bûm
Li Mehabadê Qazî bûm
Îro jî li zîndanên Amedê,
Xeyrî me, Kemal im,
Akif im, Çîçek im,
Dogan im, Dogan im, Dogan im
Ez di þer de çi Egîd im, çi komîtan im
Serbazê nenas im,
Li her bihosteke axa niþtiman im
Binêre ey dîroka cîhan!
Herdem zindî me, tijî jiyan im
Kurd im, nemird im, torinê wan im 
 
 
 
Berlîn, 1993 (guhertin 2002)