FERATÊ DERDAN

 

 Cegerxwîn

 

Derdê min kûrin wek çemê Ferat

Feratê derdan hilat û dahat

Derdê pir mezin, kula pir giran

Derdê Kurdistan, axîna welat

 

Ez tim dinalim her sal û her mah

Qêrîn û firyad, hawar û sed ah

Digel min digrîn Seyran û Þêrîn

Nalîne dengê Gulnaz û Dilþah

 

Þêrînê megrî pir pir delalî

Seyranê megrî xwe pir menalî

Gulnazê megrî, Dilþahê megrî

Dijmin li hember vî kevnekalî

 

Haydê em rûnin bê deng û hawar

Reþa xwe vekin desmal û reþçar

Da dost û heval tev nebin xemgîn

Li me þa nebin dijmin û neyar

 

Haydê em rûnin ser çemê Amed

Em jê bipirsin keyaniya Med

Kanî ew birc û sera û bajar ?

Kanî Kurdistan, Zozan û Serhed ?

 

Kanî welatê me xoþ û rengîn ?

Kanî ew þêr û gernas û bengîn ?

Dîsa tev bigrîn Dilþah û Þêrîn

Kûrkûr binalin rengê Cegerxwîn

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org