HEY ÇÎÇEK

 Cegerxwîn

 

 

Hey çîçek , çîçek , çîçek þîn bû li çemê Qirdîlek

Min ramîsanek jê xwest ken û awir çûn dîlek !...

 

Çîçek li baxan meþî sorgul ji þerman weþî

Gava çavê min lêket derd û kulem bûn xweþî

 

Çîçek çûye ser çema þahî dabû ber xema

Bilbil li qanûnê xist daran lê girtin sema

 

Çîçek çûye nav þênî ,Çîçek , çîçekan tênî

Çavê xorta tev lê bû çîçekan bo min þênî

 

Çîçek , çîçek bi destan em li hember rawestan

Derdê çîçek giran bû da ser derdê Kurdistan

 

Çîçek , çîçek þîn kirin em pê har û dîn kirin

Hê ez hivde salî bûm wê ez Cegerxwîn kirim

 

Hey çîçek çîçek çîçek þînbû li çemê Qirdîlek

Min ramîsanek jê xwest ken û awir çûn dîlek !...

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org