|
|
Ji remza dîlberê dîsa Melayê
Cizîrî Ji remza dîlberê dîsa Li min batin vejîn derdeDi libsî tariyê min dî Xuyabû ew siyah cerde Di libsî tarî û nûrê Perîrengê, sifethorê Ji wadî eymena Torê Muqedes kir li min erde Ji nar û nûrî teqdîsî Tecella kir li min dîsî Li ser textê xwe Belqîsî Hilanîn bê hicab perde Hicab û perde avêtin Seba reyhan hilavêtin Ji burcan tîrî pir rêtin Gihan min rast û çep cerde Kirim amancî mizraqan Di dil de tîrî çûn faqan Bi celladê xwe ew xaqan Dibêjit hêj tu xencer de Bi derbên xenceran kuþtin Bi xwîna suhrî lêmiþtin Di çîna sunbilên qiþtin Me dil pir misk û mawerde Gulên her miskî ezfer lê Ebîr û enberê ter lê Semaya sûsinan her lê Bi zulfan ma tu mawerde Bi ser wê sunbulên tarî Bi hev ra bazî û yarî Bicû da xûn bibit carî Ji qewsan gezmeyan berde Ez´
im amancî wan tîran
Ji peykanan û sertîran Bûyim
polad li ber þûran Seranser tîkî mam berde Ku dîlber hate vê yolê Ji ber burhên ketin colê Ji qencan ku revand holê Ji mehbûban birin nerde Ji qed û bejn û balayê Ji reng û dîm û sîmayê Tu rengê qet xeber nayê Di husnê cewherek ferde Bi xeml û reng û rehnayê Bi mehbûbê, bi zîbayê Bi ew husna Xwedê dayê Ji gulrengan gula zerde Nebat û þekkera lêvê Nesîmê wê gul û sêvê Hîlînit perdeya þêvê Þifaya hindekî derde Ji neqþ û sunhî cebarî Mutera tureya tarî Li nûrê miskê tatarî Li ser wan xemriyan berde Li ber rojê bibit xêlî Binêrim qameta êlî Qedîf û zerkeþê têlî Ji bad û misk û enberde Bi sîmavê, bi zêravê Tu rojê neqþekê bavê Ku da erjeng ji wê navê Li ber rojê nebit perde Eger berqek ji wê rojê Ji ber wê eqd û piþkojê Bidet qelbê wekî dojê Li ber dojeh dibit perde Di meydanê þêrînxencan Bi çerxên mislî þetrencan Turaba ber pêyê qencan Ji bad û enberên girde Dibêt bêjin wê sultanê Bi heft ayatî firqanê Li mehbûban tu xaqanê Were derbê li qeyser de Mela zanim ji meczûban Tinê najî tu bê xoban Dema dil dî bi mehbûban Bi þox û þeng û esmer de Dema celladî bên bazî Bi þûr û xencerên tazî Li dergeh da nekî gazî Delal û naz û perwerde Emanet da ji bê hoþê Durên nasufte nefroþê Mela zanim ji medhoþê Te dil bê xewab û bê xurde
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org