|
MÊRANE RABIN XORTÊN KURDISTAN
Cegerxwîn
Sorgul ji baxê ciwanim weþîn Bilbil li þaxê umrem dikin þîn Hêsir ji çavêm xuþîn û meþîn
Çendî bilindim serê min sare Cobar ji çavêm xweþ têne xare Sih sale deng û qîr û heware
Axîn welatêm zanim tu qîzî Çibkim ku dijmin bi te dilîzî Qêrîn dikim ez kes nabihîzî
Zanim tu rindî xweþ û ciwanî Rustem tu xwestî ji bo me anî Dijmin ji dest me bi zor deranî
Çiqas delalim porim ji zêre Belê we xwestim nizam ji kê re Rovî revandim ji destê þêre
Dijmin li ber te destê me digrî Himbêz dikî xweþ , tifû tu bimrî Namûs nemaye ,bo çi tu digrî
Sonda me þax û kulahê Rustem Yan em te bigrin , yan tev biçin em Ji ser xwe rakin derd û kul û xem
Kûrkûr menale em tev biriþtin Qurban metirse va em gihiþtin Yan dê te bigrin , yan bêne kuþtin
Sonda me xwîna Seî'd û Qazî Hetta bi zorê tu min nexwazî Ez dê binalim hewar û gazî
Eger bi xurtî hûn min bixwazin Li we bipêçin zendên bi bazin Dilxoþ û bê xem li ser mi razin
Dijmin siware lê bê celew tê Îdî ji þerma nema me xew tê Serê wî neþkê qîma me hew tê
Ji bîr ne çûye li ser te digrîn Ev bû du sed sal em jar û xemgîn Derdê te kuþtin hezar Cegerxwîn
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org