|
PÎRA TORÊ
Cegerxwîn
Hilkiþîme çûme jorê herdu rex min bend û rez Min dî pîrek tê ji Torê ker di ber de tê bi lez
Hate nêzîk rojbixêrek da û wek min dil bi xem Pîrebî bû porsipî bû, taqî-reþ bû rû gewez
Min ji pîrê xweþ dipirsî ey metê tu ji kû ve tê Go: Ji Sêrtê diçme Bêrtê, xûniya Romê me ez
Xan û eywan kirne wêran mêr û jin ser jêkirin Min go: Pîrê qey tu kurdî? Çûye tilyên xwe bi gez
Belkî benda rez bi guh bit dengê xwe pir hilmeke Pir ditirsim ez ji derbê singûyê Roma teres
Min digot, axa û beg, wê go kurê min guh medê Ew þivanin sermiyanin dane gur wan col û pez
Min kurek tenha heye ew þandî bajêr medresê Wî du sê pirs bo me gotin pê helandin cerg û bez
Gotî dayê em dixwînin wek Cegerxwîn gotiye Zû bixwînin hev bibînin biçne Kurdistan bi lez.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org