REWÞA WELÊT

 

 Cegerxwîn

 

 

Destê yar bi dest im, çi serxweþ û mest im

Di ser me re þax in, di bin me re ave

 

Þehinþahê dinya taca zêrîn da ser

Rewþa lat û katan xemla zer û tave

 

Kesk û zer û þîn î li me tevlî hev bûn

Pêt û pêlên jînê dagirtin ew nave

 

Em mane mestane, hawîr gulîstane

Tev bax û bustane, li me dikin nave

 

Tenê ez û yar in hawîr me zennar in

Awir xweþ dibarin ji wan belek çave

 

Bi lenc û nazdarî þekir ji ken barî

Biskên reþ û tarî bûne bend û dave

 

Lêv me bir ser lêva sîng baxçeyê sêva

Xwedê me daxêve bê tirs ketim nave

 

Li hawîr me sorgul kesk û þîn û sunbil

Di ser me re bilbil qîr û lavelave

 

Me yar kire hembêz dar û ber û parêz

Li govendê bûn rêz bûne bûk û zave

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org