|
ÞAM ÞEKIRE - WELAT ÞÊRÎNTIRE
Cegerxwîn
Welatê min tiwî bûka cihanî Hemî bax û bihiþt û mêrg û kanî
Þepal û þeng û þox û naz û gewrî Gelek þêrîn û rind û pir ciwanî
Serî taca Silaheddînê kurdî Enî roje di birca asimanî
Du birhên te kevanê Rustemê Zal Du zulfên te ji tîrên qehremanî
Riwê te agirê Zerdeþt û Mezdik Ji te hêstir þeraba kamiranî
Du çavên te wekî deryayê Hurmiz Kepû elmase karê Mûþ û Wanî
Du lêvên te kitêba Hacî Qadir Zimanê te ji benda þêxê Xanî
Çena te gohê Cûd û Þax û Hebler Qirik eywan û taqa kesrewanî
Di sînga te kitêba Zendewista Memik ferfûre têde neqþê Manî
Du destên te tixûbên Tirk û Îran Hero cenge bi tîrên zerveþanî
Ji sînga te bi jêr de gelyê Laleþ Ziyaretgahe bo me her zemanî
Bi nîþan û bi nan û xwîn rijandin Me dest girt û qelen da û tu anî
Ser û pa zend û bazin tev bi hinne Hemî sorin ji rengê erxewanî
Bi te em þa nebûn ev bû du sed sal Ji me dengê tifinga çûye banî
Bira û law û bav û ap û pismam Li ser te hev dikuþtin pehlewanî
Ji Loran ta bi Zaza tev bi xencer Dihatin hev li meydanê beranî
Bi talan û bi kuþtin, hem bi sotin Me konê þer li ser sînga te danî
Emîr û begler û paþa û axa Kirin wêran sera û birc û xanî
Li alîkî te deng û ceng û halan Li alîkî sedayê xewsê sanî
Hemî bûne mirîd û þêx û sofî Buhiþtîne çikin nav û nîþanî
Li axur radizin lê þêx diçî jor Berî nîvro ji banî tê giranî
Ser û pa tev dikî gulav û ember Dibê nûre kero ma tu çi zanî ?!
Bi van xapan dixwarin xwarinên xweþ Wekî þêx û melayên vî zemanî
Du derdên me hebûn dijwar û xeddar Xizanî yek, ewê dî her nezanî
Weke þêr û pilingan em diçûn hev Penîr rovî ji meydanê hilanî
Me ew rojên ciwanî tev bi der dan Bi zîvarî, belengazî, þivanî
Herê bûkê pepûkê jar û mestê Li ser sînga te zava man biyanî
Te reþ daye serê xwe ber li ser me Li te rokê dibî pîroz kitanî
Cegerxwîne kurê te her dinalî Ji ber jana nezanî û xizanî
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org