SERPÊHATIYA ÞEPAL Û STÊR

     Cegerxwîn 

Rê û rê ez têm, çiya tev bi dar

Ewran girtibû, newal û nizar

Te digo qey diçim, peravên ava

Dinyake þevreþ, roj çûbû ava

Pîþê min çi bû, li ser van çiya

Vîna Kurdistan, kirbûm eþqiya

Min li xortên Kurd, tim dikir hawar

Ji ser xwe rakin, vî darê kevnar

Em tev aza bin, çi mêr û çi jin

Ji ser xwe rakin, vî barê dijmin

                          ***************                                   

Ketim gomana, gomanên mezin

Dengekî pir kûr, ji dûr hate min

Dengekî pir zîz, ah û nalenal

Tev dagirtin ew, gelî û newal

Gomanên min çûn, dilê min tirsî

Hate bîra min, ji xwe min pirsî

Gelo çi denge, kî dikî gazî

Doza çi dikî, çij min dixwazî?

Berê xwe min da, wî dengê þewat

Min dane pey xwe, ew zinar û lat

Yek yek dizîn ew, zinar û kelem

Þikeftek mezin, þikêrek li cem

                             ***************         

Du reþ rûniþtî, li ber þikêrê

Bi þewat digrîn, li ser Sitêrê

Pîrek rûsipî, reng û cehr û gon

Didane zanîn, dewlet û hebûn

Xortek rûsipî, bejna wî zirav

Ser milan bilind, reþ bûn birh û çav

Kolosê kevej, þala xerzanî

Didane zanîn, rengê xizanî

Min dey li wan kir, gelo hûn kî ne?

Ji cî qevistin, go em xwînî ne

Hûn li vir çidkin, çima hûn digrîn?

Destên xwe danîn, ser porê zêrîn

Derdê me kûre, kula bê derman

Li me rabûye, fermana giran

                           ***************        

Keçek min hebû, navê wê Sitêr

Laþê wê sipî, porê zer û zêr

Çavên reþbelek, dême girover

Kofya þerpeze, xwar dikir li ser

Kembera zêrîn, li bejna zirav

Lê tim direþand, bi pençan gulav

Çalak û çeleng, dar û berbilind

Þêrîna hundir, kezîzera gund

Deng dabû welat, bi rind û nazî

Kesî ji tirsan, nedþî bixwazî

Bavê wê axa, axakî xwînxwar

Destê wî dirêj, gelek sitemkar

                             ***************         

Bavê wê axa, axakî xwînxwar

Destê wî dirêj, gelek sitemkar

                        Rojê sed mirov, didane kuþtin

                        Dost û neyarên, wî tev biriþtin

Kurapek hebû, pismamê Sitêr

Gelek þerpeze, mirovek nekêr

                        Diran tev ketî, çav û kepû xwar

                        Devê wî genî, destê wî gemar

Bejna wî kinik, zikê wî telêr

Kula pir mezin, wî xwestî Sitêr

                        Axayê mêrkuj, ji xwe netirsî

                        Keça min dayê, ji min nepirsî

                            ***************         

Þevek pir nexweþ, hatine berbû

Rengê Sitêrê, ji nû ve zer bû

                        Hate oda min, hêstir kirin rêz

                        Ji xwe avêtin, ew xeml û xêz

Serê xwe danî, balîfa mezin

Ma wê ji kê kî, gilî û gazin

                        Zûzû ez rabûm, li ber milên wê

                        Belkî ez derxim, kula dilê wê

Destê wê min girt, çima ey Sitêr

Tej xwe avêtin, ew xeml û ew zêr

                        Serê xwe rakir, belê ezbenî

                        Bavê min dame, kalê devgenî

Ah dewlemende, çikim xêr û bêr

Ger ne azad bim, sed tifû li zêr

                        Evê rûkirêt, bi zêr û dirav

                        Çawa bistênî, vê bejna zirav?!

                             ***************         

Hingî ez saxim, ta roja dawî

Nabim jina wî, nabim jina wî

                        Xortek þivan bî, ez wî dixwazim

                        Dilxoþ û azad, her þev ez razim

Dilê min ketye, xortekî gundî

Belê we nedye, dilê min ew dî

                        Çax û benga min, bejna wî zirav

                        Jehra marê reþ, bikevî dirav

Xortekî çeleng, navê wî Þepal

Îsal sê sale, em bûne heval

                        Bi kincên kevnik, di wê þeva tar

                        Ji birca belek, em daketin xwar

Berê xwe me da, xanîkê þivan

Þivanê me ye, bavê wî gavan

                            ***************        

Sitêr dey lê kir, rabe ey bilbil

Xara xwe çirand, ji bo te sorgul

                        Destê min bigre, da zû derkevin

                        Gundê me wêran, tev bûye dijmin

Bavê min divê, min bidî ê kal

Pismamê axê, kalê bê pergal

                        Lê ew pir dîne, bi zor û kotek

                        Dilên qenc û pîs, tucar nabin yek

Tifû li te bî, qanûna faþist

Çewt û xwar û leç, napak û durist

                        Çawa te em tev, kirin gerdenxwar

                        Xistin bin destê, axê sitemkar

                               ***************         

Destên hev girtin, þivan (Þepal) û Sitêr

Bi qanûna dil, bûne jin û mêr

                        Berê xwe da min, Sitêrê go: Yad!

                        Zencîr me çirand, em bûne azad

Ew birca belek, hêlîna derda

Bese min navê, ji bo te berda

                        Benda lingê min, xweþ vaye vebû

                        Zîndana pir teng, li min fireh bû

Derdên dilê xwe, min dan bi þadî

Dîlî çû va hat, gerdenazadî

                        Perda xwe çirand, daye pey Þepal

                        Piþta xwe dan min, herdu bûn heval

Îdî ez hatim, zîndana bilind

Sipîdê avêt, qêrîn kete gund

                        Axayê mêrkuj, ji nû ve bihîst

                        Simbêlê xwe girt, hûrik pê leyîst

Serkarê axê, bi navê Buxdo

Rabû ser piyan, dey lê kir û go:

                        Divê em rabin, herin van çiya

                        Belkî em bigrin, herdu xwîniya

 

Serê xwe hilda, çav li serî sor

Qêrîn da peya, go ey nemekkor!

                        Kêj we dîtiye, gelî însana

                        Keçên xanedan, bighên þivana?

Rabin wek þêran, riyan tev bigrin

Yan hûn tev bimrin, yan herdu bimrin

                        Ê ko wan bigrî, ji bo min bênî

                        Perwake mezin, ji min distênî

Peya tev bezîn, çûn serên çiya

Hawîr bela bûn, ketin ser riya

                        Ew roj derbas bû, li wan bûye þev

                        Þivan(Þepal) û Sitêr, her diçin bi rev

Þepal tev agir, þeþar û tiveng

Mêrekî gernas, bi nav û bi deng

                        Bi çiyê ve çûn, herdu evîndar

                        Haya wan nebû, hatin ser neyar

Peya gote wan: Kuro hûn kî ne?

Destê xwe bigrin, em jî rêwî ne

                        Gava bihîstin, wan dengê Þepal

                        Dengê tivingan, bûye nalenal

Hem ji vû milî, hem ji wî milî

Dengê xweþmêran dagirtin gelî

                        Deng dan zinaran, bû ceng û xumîn

                        Kovî tev revîn, tilûr tev firîn

Þepal ji dijmin, çend peya kuþtin

Bi paþde revîn, li pey xwe hiþtin

                        Li êl û gundan, tevde bû hewar

                        Dar û ber hemî, li wan bûn neyar

Lê Þepal Þepal, weke pehlewan

Berê tivingê hawîr daye wan

                        Þev li wan bû zîz, stêr qurijîn

                        Birûsk û pêtî, ji wan dirijîn

Þepal êriþek, da û vegerî

Sitêra xwe dît, lê laþekî mirî

                        Hêstir barandin, li rast û li çep

                        Evînê ew kuþt, ez bûme sebeb

                              ***************         

Tifû li te bî, nîzama nebaþ

Te hin dane pêþ, te hin dane paþ

                        Eger ne tu ba, axa û þivan

                        Ferqa me çi bû, em hemû însan

Hilda milê xwe, ew laþ anî jor

Ev þikêra ha, jêre kire gor

                        Her þev tê cem min, destê min digrî

                        Min tênî vî cî, digel min digrî

Gava min destên, xwe dan ser Þepal

Gêr bû ser qadê, ew xortê delal

                        Can jê cuda bû, ma laþek bê zar

                        Giha hevala, xweya evîndar

Serê xwe rakir, pîra bê hemdem

Li dil civandin, derd û kul û xem

                        Go ey Xo bese, bistîn ji min can

                        Ev laþê pir teng, jêre bû zîndan

                              ***************         

Destê xweyî jar, daye destê min

Bê tîn û bê can, dinya tev dijmin

                        Ji nav du lêvên, wê pîra kevnar

                        Çend pirsên þêrîn, hêdî hatin xwar

Mêvanê delal, ev dinya bê kêr

Çiqas min dîtin, têde mal û zêr

                        Ev rengê jînê, pîs û bê tame

                        Ev qanûna çewt, çawa giha me ?

Tiþtê ez zanim, xweþî û þadî

Jîna serbestî, gerdenazadî

                        Bextê me ê reþ, qirdê me ê kor

                        Dane me kurdan, ev sitem û zor

Ev çend pirs gotin, ziman hew livî

Ew laþê bê tîn, zû can jê revî

                        Min tev veþartin, di nav þikêrê

                        Bûne mêvanên, sitî Sitêrê

Rê û rê ez çûm, diljar û xemgîn

Ji wê rojê de, ez bûm Cegerxwîn

 

      

           

               

            

              

           

             

            

                  

             

      

     

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org