Þox û Þengê

 Melayê Cizîrî 

Þox û þengê, zuhrerengê

Dil ji min bir, dil ji min

Awirên heybetpilingê

Dil ji min bir, dil ji min

 

 

Wê þepalê, miskexalê

Dîmdurê, gerden þemalê

Cebheta biskan sema lê

Dil ji min bir, dil ji min

 

 

Zulf û xalan, nûn û dalan

Wan ji min dil bir bi talan

Goþehê qewsê hîlalan

Dil ji min bir, dil ji min

 

 

Dîmnedîrê, boebîrê

Xemrî û geysoherîrê

Sîne kir amancî tîrê

Dil ji min bir, dil ji min

 

 

Surþêrînê, nazenînê

Kuþtim û nakit yeqînê

Wê bi çengala evînê

Dil ji min bir, dil ji min

 

 

Fetl û taban da xuraban

Ebleq û cohtê þebaban

Dame ber penç û kulaban

Dil ji min bir, dil ji min

 

 

Xweþ xeramê, ez xulamê

Nazikê þêrînkelamê

Tûtiya eywan meqamê

Dil ji min bir, dil ji min

 

 

Mahîrûyê, miskîboyê

Surpelengê, þêrîxoyê

Wê bi zulfa þibhî goyê

Dil ji min bir, dil ji min

 

 

Herdu weþman, naz û xeþman

Kê ji ber wan eql û heþ man

Saeta min dî bi çeþman

Dil ji min bir, dil ji min

 

 

Mahîtabê, avîtabê

Dîm ji roj û þeb nîqabê

Xoþ bi çengal û kulabê

Dil ji min bir, dil ji min

 

 

Serwînazê, serfirazê

Þubhî zêr remza mecazê

Dame ber çakûç û gazê

Dil ji min bir, dil ji min

 

 

Bejn û bala, tox û ala

Min kirin vêkra mitala

Çîçeka terhînî wala

Dil ji min bir, dil ji min

 

 

Mîrê xazî, þûrê tazî

Vêkiran min dî bi bazî

Kir li me j’ xeflet ve gazî

Dil ji min bir, dil ji min

 

 

Þîr û xiþtin, zulf û qiþtin

Hin veþarin, hin vehiþtin

Pehlewanan dest vemiþtin

Dil ji min bir, dil ji min

 

 

Rohniya çehvên Mela´yî

Ew tecella ya te dayî

Ya ji Ehmed dilrevayî

Dil ji min bir, dil ji min

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org