|
SITEM DIMRÎ BI HIKMÊ DEM
Cegerxwîn
Bese paçik ji guh derxe çi hewar û çi qêrîne Xwe rapêçe ji bo cengê bi zor heqqê xwe bistîne
Dizî û cirm û bêþ û zor, bese millet li te þerme ! Dema tang û firoka ye, çi xiþt û def û tizbîne
Bixwîne da tu serbest bî, bi xurtî bighê doza xwe Binêr her tiþt li dinya yê wekî cenga Filestîne
Cîhan bûye du bend îro, ku maldar û belengazin Di ber hev re þerîpanin ji Çînê ta biçî Çîne
Belengazan serî hildan, sitem îdî qebûl nakin Ji destê sermeyandaran gelek zor û sitem dîne
Dilovanî digel zorê, her û her ceng û lêdane Çiya û deþt û av û bej, ji sertîrên sitem xwîne
Cegerxwîn tim dikî qêrîn, sitem dimrî bi hikmê dem Ji min bawer ke ey millet nebê dîne ne bê dîne
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org