Spasî : Di
destpêkê de em dixwazin spasî û rêzgirtinên xwe ji wan bav û kalên me yên
leheng re, ji wan dayîk û dapîrên me yên çeleng re, pêşkêş
bikin, ku tevî rewşa wan a dijwar, ev zimanê şêrîn ji me re hêştin
û ev folklora dewlemend û giranbiha ji me re afirandin û parastin.
Destpêka mijarê : Folklor
mijareke gelek fireh û hevreng e. Stranên gelêrî, muzîk, govend û dîlan,
cilên gelêrî, gotinên pêşiyan û hwd. ji hêmanên folklorê têne
hejmartin. Her beşek ji van jî careke din tête beşkirin û
parvekirin. Wek nimûne, mirov dikrare stranên gelêrî, di gava pêşîn
de, bi stranên giran û stranên sivik beşbike, û di gava diwem de, stranên giran bi
beşên destan, lawik(heyranok), stranên
şeran, stranên neteweyî yên giran, stranên olî û stranên dijûnî parvebike
û her wisa jî stranên sivik bi beşên din. Lê ji ber ku beşkirin
û parvekirina hêmanên folklorê ne mijara vê gtara me ye, em naxwazin bi
firehî têkevin vê babetê. Em dixwazin ji stranên gelêrî tenê stranên
giran hilbijêrin. Lê ev jî mijareke gelek têkil û hevreng e. Ji lewre, emê
bi tenê di warê hunera wêjeyî de li wan temaşebikin û bidin bin çavdêrî
û lêkolînê.
Ev xaleyên ku em dixwazin li ser rawestin, me di çarçewa Zanîngeha Med
de, di televîziyona MED-TV û paşê MEDYA-TV de wek wane ji temaşevanan
re pêşkêş kiribûn.
1. Wêne û nîgarên
hunerî di stranên me yên gelêrî de.
Hunera wênekêşî babeteke gelek giring û navdar e ji babetên hunerî
yê mirovayetiyê. Wênekêşî ne kêmtirî muzîk, helbest, peykersazî û
stranan e. Civata me Kurdan, di warê wênekêşiyê de, berê gelek navdar
bû. Lê piştî hatina ola misilmantiyê ev awayê hunerî hinekê paşve
vekişiya, ji ber ku ev ol li wênekêşiyê bi başî mezenake. Tête
gotin, ku gava tu wêneyê jîndarekî avabikî, hîngê divêt tu giyan jî bêde
berdî. Ev jî ne gengaz e; ev bitenê kar û fermana Xwedê ye. Di heyama berî
misilmantiyê de, wênekêşî li ba me gelek pêşketî bû. Wek nimûne:
Di Eywana Kîsra Noşîrwan de nîgareke gelek bi nirx hebû. Mijara nîgarê
li ser standina Noşîrwan ya bajarê Entekê (Hetayê) bû. Me ev nîgar
nedîtiye, lê helbestvanê Ereb El-Buhturî, bi helbesta xwe ya sînî ya bi
nav û deng, ev nîgar bi awayekî helbestî ji me re parastiye. Li gor helbesta
El-Buhturî nîgar gelek bi nirx û hêja bûye.
Lê ji ber ku wênekêşî jî - wek hunerên din - ji hestên mirovan tête
afirandin, rewş çawa dibe bila bibe, ew bi awayekî, yan bi awayê din tête
peydakirin û afirandin. Çiqas ev huner li ba me Kurdan pêşve çûbe jî,
niha ew bi awayekî yekser (dîrekt) ne mijara me ye. Mijara me ew e, ku
em di stranên me yên gelêrî de li wêne û nîgarên hunerî bigerin, wan
nasbikin û di vî warî de lêkolînê bikin.
Bi baweriya me, di gelek stranan de, hunermendê nenas (ewê ku stran
afirandiye) gelek caran wêneyên pir xweşik û bedew ji me re pêşkêş
kirine. Emê niha hin nimûneyan ji stranên gelêrî bînin û li wan hinekê hûr-hûr
temaşe bikin.
Ji strana Memê Alan ... gava
keçên padîşahê pêriyan textê Zînê dixin qonaxa Memê Alan.
Di vê şaxê de wêneyeke
gelek ciwan û qeşeng heye. Wêne ne wêneyeke mirî ye, lê têde liv û
jiyan heye. Cih qonaxa Memê Alan e. Koşka(ode) Memê gelek fireh û bilind
e. Di kulek û pencereyên wê de, keçên padîşahê pêriyan, di şiklê
kewan de, rawestiyane û temaşedikin. Mem şiyardibe û dibîne, ku rewş
ne mîna berê ye. Textekî din di koşka wî de peyda bûye û kesek di nav
wî textî de raketiye di şiklê jinan e. Pêşî ew dibeze devê derî
û penceran, lê dibîne, ku mîna berê kîpkirî ne û têre derbasbûn ne
gengaz e (ne mumkîn e) ji bo tu kesane. Ew bawerdike, ku ev karê cin û pêriyan
be û ji lewre ew „Ismê Ezem“ dixwîne û pifdike ser textê Zîne. Ew
dikeve nava nivînê û dixwaze rakeve. Lê dê çawa xewa wî were? Ew careke
din serê xwe radike û temaşedike. Lê Ew text hên jî heye û yekê di
nav de raketiye ji zayendê mê ye, „di şiklê jinan e“. Mem ji ser
textê padîşan dadikeve û diçe ber textê Zînê. Gelek hêdî mitêlê
ji ser çavan radike û dibîne, ku „ne cin e, ne pêrî ye, esil beşer
û însan e“. Belê ew dibîne ku keçek di nav wî textî de raketiye, lê
belê çi keç e? Ew gelek qişt û ciwan e, ew gelek spehî û bedew e. Rûyê
wê, çavên wê, birû û bijangên wê, gulî û biskên wê, pêsîr û memikên
wê, bala Memê û bala me hemû guhdaran dikişîne ser xwe. Êdî tu rê têde namînin. Mem divêt wê ramûse. Em hemû guhdar divêt
wê ramûsin. Lê hunermendê me yî hêja (hunermendê nenas) Memê û me
hemiyan paşve têvedide û nahêle ku tukes wê ramûse. Pîroziya wê divêt
bête parastin. Hunermend li
vir çi dike? Ew serê bisk û guliyên sor li pêşiya me dike mîna serê
marê teyar û bi vî awayî Memê û me hemiyan paşve têvedide. Bikaranîna
marê teyar di vê wêneyê de gelek balkêş e. Bi xwe, gava Rojêr Lêsko
(Roger Lescot) ev stran ji devê Mişoyê Berazî û Serbriyê Mihacir
komdikir û dinivîsand, vê wêneyê bala wî jî gelek kişand. Wî ji
wergêr re got: Tikaye, careke din ji dengbêj bipirse, ew bi rastî marê teyar
di vir de bi kar tîne?
Wergêr dîsa ji dengbêj dipirse û Lesko dibîne, ku bersiv her wisa ye.
Pirsa mar bala R. Lêsko dikişîne, ji ber ku hunermendê firensawî Rasin,
yê bi nav û deng, di beşekî tiyatroyî de fişîna maran bi kar
aniye û bi taybetî di wir de gelek serkeftî bûye. Lê em dibînin, ku pirsa
„mar“ di babeteke wisa de, ji mîtologiya me têt. Li ba me Kurdan
baweriyeke wisa heye, ku cihên pîroz û giranbiha bi maran tên parastin. Tê
gotin, ku telasimekî wî cihî heye; ew jî bi gelemperî mar e. Em dibînin,
ku dengbêjê nenas, rûyê Zînê yê pîroz û tiştîriya wê bi maran ji
me diparêze.
Lê dengbêjê nenas (hunermendê giranbiha) ne bi tenê li vî cihî maran
bi kar tîne. Ew di „Memê Alan“ de li cihekî din jî maran pêş me
dike û ji ber wê jî, em dixwazin niha derbasî wêneyeke din bibin.
Ji strana Memê Alan. .... gava Mem bi rêberiya Xocê Xizir digihîne ber şetê Cizîra
Botan.
Ev wêneya diwem jî, ku me li vir wek nimûne girtiye, gelek bi nirx û
balkêş e. Mem gihîştiye ber şetê Cizîra Botan. Wêne li vir
penorama ye, ew di hembêza siruştê de ye. War warê Kurdan e, Reng
ji bedewiya Kurdistanê ye. Dem dema biharê ye, çaxa „paliya cehan û kulîlkên
henaran e“. Çavên Memê li
bajarê Cizîra Botan dikevin; êdî ew nêzîkî armanca xwe bûye. Armanca wî
evîna dilê wî ye; dîtina Zîna Zêdan e. Lê belê hin metirsî (talûke, tiştên
xeternak) li pêşiya Memê hene. Dengbêjê me yî nenas, vê wêneya hunerî
pêşkêşî me dike. Awayê pêşkêşkirina wêneyê jî bi sêweyekî
hunerî ye. Ew hin tîştan bi awayekî yekser (dîrekt) ji me re pêşkêş
dike û, hin tiştên din, bi awayekî neyekser (îndîrekt) şanî me
dide. Li aliyê çem yê din keça Bekoyê Ewan (Qumsî Beko) xwe kiriye keraşî
û li benda Memê ye. Ji barana biharê ava çem bilind bûye. Mem li vê herêmê
mirovekî „biyanî“ ye, ew bihur û delavê çemê Cizîrê nasnake.
Hunermendê hêja, li cihê ku av kûr e, navê „gola xwîniyan“ lêdike.
Rengê avê bi rengê xwîna mêran re dide ber hev. Ew „gola xwîniyan“ li
pêşiya me tijî mar û masî dike. Ew metirsiya ava kûr, bi vî awayê ku
me got, ji me re dide xuyakirin. Lê ji mirovê ku ziman baş dizane û çanda
xwe baş nasdike re, hên di destpêkê de, peyamekê digihîne wî, ku
metirsî li pêşiya Memê heye. Ew hên li pêş dibêje: Dinya bihar
e, çaxa paliya cehan û kulîlkên henaran e. Her kurdekî ku li dayîka xwe baş
guhdarî kiribe, jê bihîstiye: Kurê min! Bila haya te ji te hebe, niha dema
kulîlkên henaran e, di vê demê de mar gelek gergîn e. Yanê hên gava ew
„dema kulîlkên henaran“ dibêje, ew îşaretekê dide me, ku li pêş
metirsiyek heye. Mîna muzîka Rêjîsorê Emerîkî yê nemird Elfrêd Hêçkok,
ku berî ew metirsiyê şanî me bide, ew muzîka bi tirs ji me re lêdide.
Lê belê, ka em li vir, vê pirsê bikin: Ma gelo! Çima hunermend metirsî
û zehmetiyan li pêşiya Memê peydadike?. Çima ew nahêle, ku Mem zû-zû
bigihîne Cizîrê û wî bi hêsanî nêzîkî armanca wî nake?. Di vir de jî
sedem û moraleke gelek giring heye. Di jiyanê de, gava mirov bê zehmetî
bigihîne armancekê, ew armanc ewqas giring û giranbiha nayê xuyakirin.
Nexwe, ew tişt gelek hêsan bû, ku her kesek dikarîbû bigihîniyê. Lê
Armanca giranbiha her bi zehmetî bi dest dikeve. Ji lewre, hunermend bi van
zahmetiyan armanca Memê giranbiha dike. Bi gotineke din, ew, bi vî awayî,
meqamê Zînê bilind dike.
Tiştê din, yê ku di vê wêneyê de bala me dikişîne,
peydakirina çar siltanan e. Hunermendê me, li gor dema xwe gelek zana ye. Di
dema wî de, baweriya zaniyaran wisa ye, ku çar hêmanên(êlêmêntên, madeyên)
bingehîn di siruştê de hene: Av, ax, ar û ba. Hunermend, bi mebest,
dudiyan ji van radike û dudiyên din datîne cihê wan. Armanceke
wî di vir de heye. Ew dixwaze wan bi awayekî din bi kar bîne. Ew axê radike
û hespê Memê, Kuriyê Buhurê datîne cihê wê. Ew agir radike û Memê
Alan, siltanê Kurdan, siltanê agirperestan, siltanê gelê arî, datîne cihê
wî. Em dibînin, ku hunermend di vir de, ji me re, peyamek veşartiye. Ew jî
ew e, ku Mem siltanê Kurdan e, siltanê agirperestan e. Ji hêla din ve, ku
siltanê Kurdan xistiye cihê yek ji hêmanên(madeyên) bingehîn yên siruştê,
ew dixwaze bêje, ku Kurd ji qurmê dîroka cîhanê ne, ew ji bingehên şaristaniya
mirovayetiyê ne. Hunermend,
di nav gotinan re, bi îşaret û sûmbolan bi me re dipeyive. Ew dizane, ku
em çar “hêmanên bingehîn“ nasdikin, ew dudiyan diguhêre û dudiyên din
dihêle. Av û ba dimînin, lawir û mirov dikevin cihê ax û agir. Ew ji
lawiran tenê hespan, wek sûmbol bi nav dike; û ji mirovan jî Kurdan wek sûmbol
şanî me dide. Ji lewre, Memê Alan wek siltanê Kurdan, ku li Kuriyê
Bihurê (siltanê hespan) siwar bûye, arîkarî û emanê ji siltanê bê û
siltanê avê dixwaze.
Em dibînin, ku ev nîgarên me ji Memê Alan girtine, ne nîgarine mirî û
bê giyan in. Bi vajayî wê, em bi mecazî bêjin, ew gelek zindî ne, û
naveroka wan gelek watedar û manedar e. Daku em bi nimûneyên xwe di çarçewa
yek destanê de nemînin, emê wêne yan jî nîgareke din ji strana gelêrî TÊLÎYÊ
bînin pêş xwendevanên xwe.
Şaxek ji strana gelêrî TÊLÎ....
Têliya min rengîn e, bihara rengîn e .......
Evîndarê me li hespê rewan siwar dibe û bi çiyan dikeve. Bingol, Serhed
û Şerefdîn li jêr dimînin. Dem, dema biharê ye, bihara rengîn e,
bihara Kurdistanê ye. War herêma zozanên Şerefdînê ye. Zozanên Şerefdînê
di Kurdistanê de gelek bi nav û deng in. Ew bi bedewiya xwe sihrî ne. Evîndarê
me digihîne zozanên bilind, cihê ku hin malan ji êla bavê Têliyê konên
xwe li wir vegirtine. Hunermend perdê bi tenê ji ser konê pêşîn
radike. Konên din sergirtî dimînin. Kî di bin wan de heye ne giring e. Yê
giring konê pêşin e. Bin konê pêşîn naveroka nîgara me ye. Di
bin konê pêşîn de sê keçên porzer û bedew hene. Ya navê (ya ortê)
Têlî ye, ya milê rastê û ya milê çepê cariyên wê ne. Ya milê rastê
ji Têliyê re qehwê dikelîne û ya mila çepê bi destmaleke mezin ji Têliyê
re baweşînê dike. Tevî ku li zozanan baweşîn ne pêwîst e jî, lê
hunermend dixwaze bêje, ku ew herdu keçên din di xizmeta Têliyê de ne û bi
vî awayî dixwaze meqamê Têliyê bilind bike. Hunermend bedewiya keçikan bi
awayekî ji me re pêşkêş dike, ku mirov bawerdike, ev nîgar bi destê
wênekêşekî ewropayî hatiye afirandin. Na xêr! Hunermend bi tu awayî
ne ewropayî ye. Ew Kurd e û li ser kevneşopiya(tradîtsiyona) bav û
kalan diçe. Li gor vê kevneşopiyê, dengbêj azad e, ku bedewiya keçan
yan jî jinan, ji serî heya navê, bê şerm û fihêd, bi gotinan şanî
me bide. Dengbêj, di vir de, ji bedewiya paqij (êstêtîk) heya bi bedewiya
perîtî (êrotîk) diçe.
Evîndarê me, di xem û xeyalên xwe de, Têliyê wek çawa dilê wî
dixwaze dibîne. Hunermendê me, di vê nîgarê de jî, mîna nîgara duwem ji
Memê Alan, peyamekê pêşde ji me re dişîne, ku mixabin dê evîndarê
me negihîne armanca xwe. Wek me li jor jî got, ku baweşîn li zozanan ne
pêwîst e, lê ew bi mebest vê hêmanê (vî faktorî) dixe nîgarê. Ew
destmala ku baweşînê dike ji ber çavên me dibe û quling tîne meydanê.
Quling peyama wî ye. Di têgihîştina me de, hatina quling hêvî
ye; lê belê ew hêviya ku pêknayê ye. Ji lewre jî, em Kurd gilî û gazinên
xwe, xemgîniya xwe ji qulingan re dibêjin. Hunermend vê yekê baş dizane
û ji ber wilo destmalê radike û quling dadixe meydanê. Daku em peyama wî baş
têbigihînin û quling, wek hêviyeke posîtîv fêmnekin, ew dibêje, ku
quling di salê de tenê carekê têt, xwe li zozanên Serhed, Bingol û Şerefdînê
dixîne û tenê roj û şevekê lê dimîne. Yanê ew hêvî bi tenê hêviyek
e. Mîna êlkana bayê xerbî ye. Ew têt û diçe. Piştî ku hunermend
peyama veşartî dişîne, êdî bi awayekî yekser(dîrekt) rewşê
ji me re aşkere dike, ku destê evîndarê me û Têliyê nagihên hev.
Heyfa Têliyê û bedewiya wê, ku ew bûye par û qismeta mirovekî kûtî.
......... Ev mijara
me dê berdewam be .......